RIHA - Rêveberên tev li çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bûn, wiha gotin: “Ji bo parastina rûmeta xwe em ê paşvegavê neavêjin.”
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên ser Bendava Tişrînê li ber xwe dide. Welatiyên herêmê tevî êrişan jî çalakiya xwe ya nobetê ji 8’ê Çileyê ve didomînin.
‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’
Endamê Meclisa Giştî ya Reqayê Hisên Reşîd Şêxo ku di çalakiya nobetê de cih digire, diyar kir ku çalakiya nobetê ji bo ewlehiya xelkê herêmê girîng e û got: “Em ji bo parastina bendavê li vir in. Xetereya teqîna bendavê heye. Parastina vê bendavê ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahiya Sûriyeyê baş e. Divê gel piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Heta niha li vir gelek hevalên me şehîd bûn, birîndarên me çêbûn. Em ê tu caran dev ji vê têkoşînê bernedin.”
Hevseroka Komeleya Civakî ya Reqa-Efrînê Meryem Bîlal jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo rûmeta xwe têdikoşin. Ji Reqayê heta Efrînê gel ji bo piştevaniya bi şerê rûmetê re hat evir. Banga me ji bo hêzên navneteweyî; ma hûn nabînin ku sivîl û qadên me tên bombebarankirin? Em ê heta dawiyê nobeta xwe bidomînin. Dê têkoşîna me bidome.”
'EM Ê PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN’
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê Nebiye Hebeş jî got: “Weke xelkê Efrînê zilm li me tê kirin, em tên koçberkirin. Lê bila dijminê zalim bizane ku têkoşîna me dê bidome. Em hatin Bendava Tişrînê û ji bo parastina rûmeta xwe em ê paşvegavê neavêjin. Em tevî gelên din dijîn û dê bi berxwedanê bersivê bidin êrişan.”
HevserokaKomuna Tebqayê Şemşîre Muhemed Umer jî çalakiya nobetê weke “têkoşîna parastina hevpar a gelan” pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ev bendav ne tenê yê me ye, hemû el sûd jê digirin. Em ji bo zarokên xwe li vir in, li dijî êrişan parastina xwe dikin. Em ji tank û topan natirsin. Em bi HSD’ê re ne. Dixwazin barê wan sivik bikin. Em şer naxwazin lê heta ku êriş hebin em ê paşvegavê neavêjin. Em ê xak û zarokên xwe biparêzin.”