NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û wiha got: “Ruhê Kobanê îro li Tişrînê didome û bi ser dikeve.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10'an a serkeftina berxwedana Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê bû sedema bidawîbûna projeyên tundrew li Sûriye, herêmê û cîhanê.
Rêveberiya Xweser bal kişand ser hevgiritna pêkhateyên gelê herêmê di berxwedana Kobanê de û got: “Berxwedana ku di encama hevgirtina pêkhateyên gelê me de hate bidestxistin rastiya vîna gel û hêza wê ya li hember projeyên qirkirin û tunekirinê îsbat kir. Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû. Serkeftina vê berxwednê Sûriye û hemû cîhan ji xeterî û tundrewiyê parast. Berxwedana gelê me li Kobanê û tevlêbûna hemû Kurdistanî û enternasyonalîstan ji vê berxwedanê re îsbat kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike.”
‘MÎRATEYA BERXWEDANA KOBANÊ BI SER DIKEVE’
Rêveberiya Xweser bi vê boneyê kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dayin û birîndar bi bîr anî û daxuyand ku mîrateya vê berxwedanê îro li hemberî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên ku dixwazin îradeya gel bişkînin, bi ser dikeve.
Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şûnde hatin bidestxistin werin parastin û bang kir "Divê tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî xetereyên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bendava Tişrînê bi taybetî bi cih bînin. Berdewama êrişan wê karasetên rasteqîn li ser asta vegera DAIŞ'ê, karasetên mirovî û xetereyên din wekî tevlihevî û şerê bê dawî bi xwe re bînin."
'EM Ê BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ SÛRIYEKE YEKGIRTÎ AVA BIKIN'
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: "Berxwedana Kobanê ji bo bihêzkirin û geşkirina berxwedana me ya di hemû astan de dê bingeheke xurt bimîne. Rihê vê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş dibe û berdewam dike û serkeftinan bi dest dixe. Em ê bi vî ruhî ber bi pêkanîna hêviyên gelê xwe yên demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin, dagirkeran derxînin û hemû projeyên hegemonîk têk bibin. Em ê bi xwişk û biradarên xwe yên welatparêz ên sûriyeyî re Sûriyeke bihêz, yekgirtî û demokratîk, ava bikin."