MÊRSÎN - Xebatkarê paqijiyê yê Şaredariya Akdenîzê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, Halîl Tamucu li pêşiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate derbkirin.
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ên DEM Partiyî îro di danê sibehê de bi serdegirtina malê hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya hevşaredaran biryara nepeniyê hate dayin û hevdîtina bi parêzeran re ji bo 24 saetan hate qedexekirin. Gelê Mêrsînê jî li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, li pêşiya şaredariyê ku hatiye dorpêçkirin kom dibe.
Xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê Halîl Tamucu ku di saetên serê sibehê de ji bo kar çû pêşiya şaredariyê, xwest bikeve hundir. Lê ji hêla du polîsan ve hate derbkirin. Tamucu, got ku ji bo paqijkirina pêşiya mizgefta li rex şaredariyê hatiye û ev tişt anî ziman: “Serê sibehê hatim û min berîqet dît. Dema hatim pêşiya şaredariyê, du polîsan ji min re gotin ‘ji vir derkeve.’ Her du polîsan hem ji ber ve hem jî ji pişt ve li min xistin. Li gel ku di destên min de pirsgirêka tenduristiyê heye jî hewl dan destên min kelemçe bikin. Birin cem wesayîtan polîsan û li wir bredan. Em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin.”
Ji bo kombûna li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bang tên kirin û gel jî li pêşiya şaredariyê ye.