NAVENDA NÛÇEYAN - Mûrat Karayilan anî ziman ku bi polîtîkayên şer û bi zimanê gefxwarinê aştî nayê kirin û wiha got: “Rêber Apo tercîha gelê Kurd nîşan da. Heke hûn guh nedin vê, biçûk bibînin, jirêzê bibînin û bikevin nav xapandinê û di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan têkildarî geşedanên dawî yên li Kurdistanê û herêmê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.
Karayilan, diyar kir ku ew hevdîtinên li Îmraliyê bi baldarî dişopînin û wiha got: “Rêber Apo di van 32 salên dawî de ji bo ku çareseriyeke siyasî-demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd peyda bike, bi her awayî hewl daye hemû derfetan bi berdewamî bi kar bîne. Niha DEM Partî dê bi çend partiyan re rêzehevdîtinekê pêk bîne. Ev xebateke gelek hêja û binirx e. Me wekî Tevger bi awayekî fermî ragihand ku em ê piştgiriyê bidin pêvajoya ku Rêber Apo dê pêş bixe. Tevger û Partiya me heta hetayê girêdayî Rêber Apo ye û baweriyeke xurt heye. Di vî warî de tu pirsgirêk nîne.”
'PIRGIRÊK BI NÊZIKATIYA YEKALÎ ÇARESER NABE’
Karayilan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi nêzikatiyên yekalî çareser nabe û ev nirxandin kir: “Dema ku mirov girîngiya meseleyê û taybetmendiyên wê yên dîrokî û civakî li ber çavan digire, xuya dibe ku ev pirsgirêk bi nêzîkatiyên yekalî nikare bê çareserkirin. Der barê vê meseleyê de heta niha ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tu nîşaneyên pêvajoyeke nû nînin. Berovajî wê her roj gefên tunekirinê û tundiyê li me dixwin. Ev nakokî ye. Em ji van geşedanan fam dikin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hin hevdîtinan pêk tîne, lê belê dewlet heta niha nêzîkatiyeke xwedîlêderketinê nîşan nedaye. Divê bê zanîn ku hewldanên Rêber Apo yên ji bo xweşk-biratiya Tirk-Kurdan yên di vê pêvajoya dîrokî de, ne hewldanên ji rêzê ne, hewldanên dîrokî ne. Ev yek ji bo siberoj û berjewendiyên hemû civaka Tirkiyeyê gelek girîng e. Divê ev hewldanên girîng bê bersiv nemînin. Heta niha tu bersiveke fermî nehatiye dayîn. Bersiveke erênî li aliyekî tew kiryarên wan dibin sedema metirsiyên cidî.”
Karayilan, nirxandinên der heqê Abdullah Ocalan de li ser çapemeniyê cih digirin weke “zimanê şerê taybet” nirxand û wiha got: “Di çapemeniya azad de hin nivîskar, ji bo uslûba çapemeniya Tirk pênaseya ‘zimanê jehrî’ bi kar anîn. Zimanê çapameniya heyî û bi taybetî jî zimanê organên çapemeniyê yên girêdayî AKP’ê weşanê dikin, ne tenê zimanekî jehrî bikar tînin, di heman demê de zimanekî provokatîf e. Helwest û meylek mîna ku hewldanên çareseriyê bêwate dike, tine dike û li cihê çareseriyê şer dixwaze, nîşan dide. Weke ku gelek caran hatiye gotin, ev ziman zimanekî tund e ku dijminatiyê dike, xweşk-biratiya Kurdan û aştiya navxweyî xurt nake. Têgînên weke 'serkêşê terorîst, kujerê pitikan' ku hê ji bo Rêbertiya me bi kar tînin, ne tenê zimanê provokasyonê ye; di rastiyê de li hemberî îradeya gelê me bêhurmetiyek tê kirin. Li hemberî mirovekî ku gelê Kurd weke Rêberê xwe qebûl dike û pêbawer dike, pênaseyên bi vî rengî kirin, bêhurmetî û heqareta li îrada gelê Kurd e. Eger Rêber Apo ne weke şexsek, lê rêbertiyeke ku temsîla gelê qedîm dike be, hingî her nêzîkatiya li hember Rêber Apo tê pêşxistin, nêzîkatiyeke li hemberî gelê me ye. Ji ber vê yekê, helwesta dûrxistina Rêbertî yan jî tevgerê û gelê Kurd ji hev, polîtîkaya şerê taybet e, zimanekî şerê taybet e.”
'DIVÊ USLÛBÊ XWE BIGUHERÎNIN’
Bi domdarî Karayilan gotinên hinek dezgehên çapemeniyê û rayedarên hikûmetê yên weke “PKK zeîf bûye” û “PKK di rewşeke zehmet de ye” jî nirxand û wiha got: “Eger weke ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê di pêvajoyek zehmet de dijî, an jî mîna ku dibêjin tevgera me bêbandor kirine, wê demê hewcehî bi tiştek wiha nedikir. Di rewşek wiha de wê neçûbana deriyê Rêber Apo nexistibana. Eşkere ye ku têkoşîna me xwedî hêz û îrade ye û di pirsgirêka ku dê siberoja Tirkiyeyê diyar bike de rewşeke atorê sereke ye. Ji bo vê jî tê xwestin ku rê li ber hin pêşketinan veke, lê uslûb, ziman û nêzîkatiya ku tê raberkirin berovajî ye. Bi vî zimanî û nêzîkatiyê ti pêvajo bipêş nakeve. Ji ber vê yekê divê vê uslûbê biguherînin. Eger di vê mijarê de di nêzîkatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd de jidil bin û weke ku dibêjin derdê wan xweşk-biratî û aştiya navxweyî be, ne di gotin de be divê ewil zimanê xwe yê şer û helwesta xwe biguherînin. Li ku derê hatiye dîtin ku aştî bi şer û gefan pêk tê?”
'DIVÊ BAWERIYÊ BIDIN, GAVÊN PRATÎKÎ BIAVÊJIN’
Karayilan, got ku “pirsgirêka baweriyê” ya Kurdan bi Tirkiyeyê re heye û wiha pê de çû: “Ewil pêdivî bi tedbîrên xurtkirina baweriyê heye. Divê dewlet pêşî bi helwest û zimanê xwe bawerî bide û piştre jî gavên pratîk bavêje. Tecrîda li ser Rêber Apo hê ranebûye, êrîşên li qada leşkerî dewam dikin, bi rojane êrîşên hewayî dewam dikin, zext û girtinên li hemberî gelê me dewam dikin. Li gorî agahiyên herî dawî di çapemeniyê de wiha hate gotin: 65 kes hatine binçavkirin û polîtîkaya zextê ya faşîzan didome. Li Rojava rewşeke şer heye û ev helwest bi israr tê dewamkirin. Bi gotineke din, di polîtîkaya tundî û tinekirinê de guhertineke herî biçûk jî nîne. Mînak; Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan li ber mirinê ne û girtiyên temenê wan mezin, ev çend car in xist rojevê. Ev tiştekî wiha ye ku dibe ku li her welatî û bi awayekî asayî pêk were, lê li eniya AKP'ê deng nîn e, guhên wan girtî ne. Ma qey niyet û nêzîkatiya çareseriyê bi vî rengî dibe? Eşkere ye ku li eniya AKP'ê tiştekî bi vî rengî nîne.”
Karayilan, ji bo pirsa “Gelo îradeya çareseriyê ya MHP’ê ji ya AKP’ê xurtir e?” jî ev bersiv da: “Ji niha ve ji rastgiran heya çepgiran, piraniya siyaseta Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî çareseriya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, dibîne. Li gorî çavdêriyên me tevî nêzîkatiyên newêrek û helwestên kêm jî beyanên piştevaniyê ya ji bo pêvajoyê çêbûn. Lê belê li hemberî vê aliyê ku bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan nade, dev ji zimanê şer tundiyê bernade û pratîkên şer didomîne Tayyîp Erdogan û AKP’ê ye. Rewşa heyî wisa dixuye. Hê jî ne rastiyan, serî li taktîkên şerê taybet û zimanê şerê taybet dide. Ji bo rewşeke çareseriyê divê rastiyan bibînin. Divê dev ji vî zimanê şerê taybet, helwest û pratîkên xwe berdin."
'EV ÇI ÇARESERÎ YE?’
Karayilan, wiha got: “Bi gotinên nerast hewlên berovajikirina pêvajoyê hene. Mînak dibêjin; ‘Di nava Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd nemaye, lê belê divê pirsgirêka Kurd ya derve ku armanc dike Tirkiyeyê perçe bike, were çareserkirin.’ Ev yek zimanê hewldanên afirandina têgihiştinekê ye ku vê yekê li gorî polîtîkayên xwe dikin. Dibêjin; ‘Pirsgirêka Kurd hebû, lê belê me çareser kir.’ We çawa çareser kir? A niha nêzîkî 10 hezar siyasetmedar di girtîgehan de ne. Her roj bombebaran pêk tên, her roj balafirên şer dixebitin û her roj şer heye. Ev çareseriyeke çawa ye? Ma bi qirkirinan, tundiyê û kuştinan pirsgirêkeke civakî dikare were çareserkirin? Eşkere ye ku nayê çareserkirin.”
BERSIV DA GOTINÊN ERDOGAN
Ji bo gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “An dê dev ji çekan berdin an jî dê tevî çekên xwe bên binaxkirin” jî Karayilan ev tişt anî ziman: “Tayyîp Erdogan dibêje, ‘An wê çekê xwe danin an jî wê tevî çekên xwe binax bibin.’ Başe wê demê ma qey wê pirsa ‘eger hêza we heye ku hûn wan tevî çekên wan binax bikin, çima heta niha we nekir’ nepirsin? Di serî de Recep Tayyîp Erdogan divê gelek bawerî nede raporên fîşal ên jê re tên ragihandin û divê bizanibe ku, em komke ji mirovên bi şeref û birûmet in ku ji bo doza ku em jê bawer dikin, dikarin bê dudilî her fedekariyê bikin. Em weke Apo’yiyan ti carî serî li ber ti gefekê netewînin û em ê ti carî serî netewînin. Lê belê eger hewldanên bi nirx ên dîrokî yên Serok Apo bi awayekî rast bê pêşwazîkirin, em ê jî amade bin ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin.”
PROJEYA ABDULLAH OCALAN
Karayilan, da zanîn ku di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de Kurd jî dê cihê xwe bigirin û wiha got: “Helbet êdî divê Kurd jî di nava vê ji nû ve dîzaynkirinê de cih bigirin. Ji xwe pêşketinên girîng di vê xalê de tê jiyîn. Çawa ku li herêmê gelên bingehîn hene, yek ji wan gelên qedîm gelê Kurd e. Diyar e, gelê Kurd bi pêşketina ku di salên dawî de bi dest xist û asta ku di asta neteweyî û navneteweyî de wergirtiye, wê di jinûve dîzaynkirina herêmê de teqez hebe. Dewleta Tirk ji vê yekê gelekî bi fikar e. Sedema bingehîn a tirsê ev e, lê di vê mijarê de eksana din dixwaze li ser Rêber Apo vê pêvajoyê bipêş bixe. Rêbertî dixwaze li ser bingeha wekhevî û yekîtiya gelên Kurd û Tirk pêvajoyeke çareseriyê bi pêş bixe. Ev projeyek e ku wê tirs û fikarên hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê sivik bike. Lê belê, li şûna ku bersivê bidin vê, radibin û serî li gefxwarinê û rêbazên cuda ên sebotekirinê didin. Divê li ser vê yekê bifikirin.”
'PKK NE PIRSGIRÊK E’
Karayilan, bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Di pirsgirêka Kurd de Rojava pencereyekê cuda ye. Li wir rewşekê şoreşî ya ku li raya gişti ya navnetewî re bûye mal heye. Her tim dibêjin PKK-PYD-YPG, lê ev jî zimanê şerê taybet e. Li wir wekî ku dibêjin PKK ne pirsgirêk e. Li wir rewşa 'PKK'ê kirina pirsgirêk' heye. Nexwe PKK çûye wir, şer kiriye, nêzî 2000 şehîd daye, gelek birîndar haye û piştre ji wir derketiye. Di rewşa heyî de hin birîndar, gazî û mirovên wê li wir hebin, ev nayê wê wateyê ku PKK li wir e. Qet guman tuneye ku gotinên bi vî rengî ji bo dewleta Tirk wir bike hedef tê gotin. Li wir Kurd hene, Ereb hene, Asûrî-Suryanî, Ermenî hene. Artêşa wan a ku bi hev re çêkirine heye: rêveberiya wan hevpar heye, pergalekê demokratîk heye. Li wir avakirina pergalekê ku xwe disperê azadiya jinê û ekolojiyê heye. Dewleta Tirk ji vê gelek aciz e û dixwaze tune bike. Jixwe eşkere îlan dike ku wê tune bike.”
'PLANA TIRKIYEYÊ LI TIŞRÎNÊ XITIMÎ’
Karayilan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de li gorî bernameya 27'ê Mijdarê hêzên HTŞ'ê wê Helebê bigirin û ji wir ber bi Hamayê ve biçin. Ev hêzên SMO'yê ku dewleta Tirk birêxistin kiriye jî wê Til Rifat, Minbîc û pey re jî Kobanê, Tebka, Reqa, Dêrazor, Qamişlo, yanî herêmên xweser ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tesfîye bikira. HTŞ’ê xwe gihand Şamê, lê ev hêza ku jê re dibêjin SMO jî hat li Qaraqozax û Tişrînê eliqî ma.
Kesekî ku pêla frenê dike nîne. Bala xwe bidin hêzên navneteweî êrîşa artêşa Tirk erê nekirin. Lê bi artêşa paravan a ku hatiye birêxistin kirin re xwestin vî şerî bimeşînin û qadên rêveberiya xweser tesfîye bikin. Di vê mijarê de plana dewleta Tirk li Qaraqozax û Tişrînê xitimî, lê bi çûyîna HTŞ'ê ya li Şamê re bi serket. Niha vê bi awayek cuda ji raya giştî vedişêrin. Bi kurtî projeya dewleta Tirk li wir bi serneket. Hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe parastin.”
ÊRIŞEKE ÎXTÎMALÎ YA LI SER KOBANÊ
Karayilan, bal kişand ser gef û êrişên ser Kobanê û wiha got: “Rast e, dibe ku li Minbîc û Til Rifatê bi hin biryaran derketin, lê texmîn nakim ku ji deverên din derkevin. Carekê din jî vê bêjin: ev çeteyên SMO ne klasê QSD'e ne. Ew nikarin tiştek bikin. Dibe ku artêşa Tirk bixwe daxil bibe, lê êrîşê ku artêşa Tirk li Kobanê bike wê şer herî kêm 3 sal bajo. Mêzekin li Zapê di tunelên 300 metre de ev 3 sal in şer didome. Ma qey li cihên wekî Kobanê û Qamişlo û hwd. jî di tunelên bi kîlometreyan de mirov nikare 3 sal şer bike? Bêguman dikare şer bike.
Pêwîste ev bê zanîn; Kurd êdî terzê xwe yê şer pêşxistine. Xwe gihandin yek şerê binerd, yek jî pêşxistina şerê parastina hewayî. Ji ber vê tu wateya gotinên wek, 'em ê kulmê hesin lêdin û bigirin' tune ye. Wê kulmê te yê hesin li wir perçe bibe. Ew karwan derbas bû. Êdî tenê hûn ji teknîkê fêm nakin, hinekê din jî fêm dikin. Kurd jî fêm dikin û pêşdixin. Kurd êdî ji siyasetê jî dîplomasiyê jî fêm dikin. Ji hûnera şer jî fêm dikin. Pêwîste ev bê zanîn. Ji ber vê dema gotinên wek, 'em ê li her derê bixin û derbas bibin' derbas bûye.”
'HEKE HÛN DI ŞER DE ISRAR BIKIN DÊ WINDA BIKIN’
Karayilan, got ku hewldan û çarçoveya çareseriyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Hewlên Rêber Apo û çarcoveya çareseriyê ya pêşxistî gelekî girîng in. Wê ev yek hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê pir baş be û terzê çareseriyê yê herî rast e. Divê ev yek bi vî rengî were nirxandin. Lê belê ger desthilatdariya AKP’ê bi awayekî rast nêzî vê yekê nebe, beriya her tiştî wê bi xwe winda bike. Tevî van rastiyan, nêzikatiyeke berovajî wê bibe sedema windakirina wan. Yanî di vê pêvajoyê de ne tenê gelê Kurd hewcehiya gelên Tirkiyeyê û dewleta Tirk jî bi çareseriyê heye. Tevî hemû tiştan ger şer tercîh bikin, ev dibe tişteke cuda. Rêber Apo tercîha gelê Kurd danî hole, lê belê ger hûn guh nedin vê yekê, biçûk bibînin û bi xapandin û taktîkên şerê taybet di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin. Îdîaya me ya di vê mijarê de diyar û eşkere ye. Îdîaya me ya serketina di warê leşkerî de ji hemû gavan xurttir e û bi tecrûbeya 40 salî kûrahiya me taktîkî, performansa me ya leşkerî, asta me ya teknîkî û ruhê fedaîyane ya hêzên me em ê di şerê rewa yê parastinê de bi ser bikevin. Tecrûbeya ku stratejî û taktîkên vê yekê pêş bixin, heye. Lê belê di dema jinûvedîzaynkirina herêmê de pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêbertiya me ve hatî pêşxistin, ji bo herkesî gelekî girîng e. Nirxandina vê yekê gelekî girîng e. Di rewşa berovajî de wê li herêmê şer kûrtir bibe û ne pêkan e ku dewleta Tirk di vîşerî de bi serbikeve. Hevsengî guherîn. Şens û derfeta biserketina gelê Kurd û hêzên şoreşê yên li herêmê ji hemû gavan zêdetir bûne.”