MÊRDÎN - Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de tên bibîranîn.
Ji bo siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyaya Şirnexê hatin qetilkirin, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiya bîranînê tê lidarxistin. Ji bo bîranînê, li Parka Aştiyê ku çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, gelek kes hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û gelek jin li parkê kom bûn, dirûşma "Jin, jiyan azadî" berz kirin û wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin.
Piştî jin hatin gel hev, girseyê ber bi sînorê Qamişloyê ve meş li dar xist.
Berfirehiya nûçeyê tê...