AMED - TJA’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di meha Çileyê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Farqîn a Amedê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di meha Çileyê de hatin qetilkirin, bi bîr anî. Bîranîn, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê ya Farqînê û gelek kes tev li bûn. Li eywana bîranînê wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin daliqandin.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Ozer di bîranînê de wiha got: “Me gelek bedel dan û em îro ji bo wan jinên me weke bedel dane bi hev re ne. Em ê di tevahiya jiyana xwe de wan her tim bi bîr bînin.”
Bîranîn, bi çepikan bi dawî bû.