NAVENDA NÛÇEYAN - IFJ’ê ragihand ku li Xezeyê herî kêm 147 rojnamegerên Filistînî hatine kuştin û xwest tavilê lêpirsîn bê destpêkirin.
Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) piştî ku di 26’ê Kanûnê de li Xezeyê 5 rojnameger ji hêla Îsraîlê ve hatin qetilkirin, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û daneyên rojnamegerên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha hatin qetilkirin, parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herî kêm 147 rojnameger û xebatkarên medyayê yên Filistînî hatine kuştin û banga destpêkirina lêpirsînê kir.
IFJ'ê da zanîn ku wan bi Sendîkaya Rojnamegeran a Filistînî (PJS) re hevkarî kirine û wiha got: “IFJ û PJS cînayet û êrişên li dijî rojnamegeran şermezar dikin. IFJ bang dike ku divê tavilê lêpirsîn were destpêkirin.”
Di daxuyaniyê de navên rojnamegeran, dem û şêweyê qetilkirina wan hate parvekirin.