MÊRDÎN - Bi hinceta nivîsa têkildarî qeyûman nivîsandî, der heqê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayin.
Der heqê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de ji ber nivîsa wî ya der heqê qeyûman de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayin. Rojnameger Kanbal, têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi sernavê “Têkildarî siyaset, hedef û rêbaza têkoşîna tayînkirina qeyûman çendek tespît û pêşniyarên kin” nivîsek nivîsandibû. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin û di lêpirsînê de biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.
Piştî biryarê, îcar jî ji ber gotina “Hedefa wan ew e ku li bajarên Kurdistanê şaredaran tayîn bikin”, bi îdiaya “agahiyên xelet belav dike” lêpirsîn hate destpêkirin. Ji bo vê lêpirsînê jî bi sedema “hêmayên sûc çênebûne” biryara neşopandinê hate dayin.