Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin

  • rojane
  • 09:04 26 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Rêveberê PYD'ê yê Kobanê Bekir Hecî Îsa bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku ew ê li hemberî êrişan xwe biparêzin.

Tirkiye û komên wê yên paramîlîter ên bi navê ANS êrişên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Pevçûnên li derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê yên li başûrê Kobanê dijwar bûne. Pêngava xweparastinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî êrişan didome. Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê û Qamişlo-Nisêbînê li dijî gefên êrişa li ser Kobanê ku sembola têkçûna DAIŞ’ê ye, çalakiya nobedê hat destpêkirin.
 
 
Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Kobanê Bekir Hecî Îsa geşedanên dawî yên li Kobanê nirxandin û got ku hewl tê dayîn ku bajar rasterast bibe hedefa êrişan û şerê taybet. 
 
‘BI PIŞTGIRIYA NATO'YÊ ÊRIŞ DIKE'
 
Bekir Hecî Îsa anî ziman ku Tirkiye bi hêza NATO'yê êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dike û got: "Tirkiye bi van êrişan dixwaze di salên pêş de kurdan bê statu bihêle û bê destkeftî bihêle. Lê em ne kurdên berê ne û em xwedî hêz in. Em têra xwe bi hêz in ku em tiştên di dest xwe de biparêzin. Bi rojan e li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê berxwedaneke mezin tê meşandin. Tirkiye û ANA bi hemû hêza xwe êrişî vir dikin."
 
BERXWEDANA KOBANÊ
 
Hecî Îsa got: “Hemû dijminatiya xwe nîşan didin û bi amûrên herî dawî yên teknolojîk êrişî hêzên me dikin. Hêzên me bi çekên ferdî yên di destê xwe de berxwedaneke mezin dimeşînin. Em vê berxwedanê silav dikin. Ev berxwedan ruhê xwe ji Kobanê digire. Gelê Kobanê jî, li gel berxwedêran e. Em bi şervanên xwe bawer in; ev hêza berxwedanê wê heta dawiyê gelê xwe biparêze. Em bang li hemû hêz, partiyên siyasî û hemû gelê xwe yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Dixwazin bîranîna berxwedana Kobanê ji holê rakin. Bi şikandina vê berxwedanê hewl didin hemû berxwedana gelê kurd bişkînin."
 
‘EM Ê XWE BIPARÊZIN'
 
Bekir Hecî Îsa diyar kir ku ew ê li dijî êrişan parastina xwe bidomînin û got: “Serkeftina me wê serkeftina gelê kurd be. Yên ku îro li dijî me şer dikin, ji bo paşeroj û jiyana gelê kurd tu planên wan nînin. Xweparastina û parastina gel di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê jî jiyana demokratîk a li vir hedef girtin û dikin hedef. Lê îro em ne bi tenê ne. Kesên ku em bi hev re meşiyane hene. Em ê bi berxwedana xwe parastina xwe bidomînin."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

27/12/2024
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir