Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin

  • rojane
  • 11:01 24 Tebax 2024
  • |
MÊRDÎN - Şêniyên gundê Ewêna diyar kirin ku ew ê li dijî DEDAŞ’ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin û gotin: “Em zilmê qebûl nakin.” 
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dixwaze li gundê Ewêna bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve saetên ceyranê derxin ser dîrekan. Şêniyên gundê Ewêna li ber vê yekê radibin û nahêlin tîmên DEDAŞ’ê û leşker saetan derxin ser dîrekan. Ev çar roj in leşker û tîmên DEDAŞ’ê serê sibehê zû diavêjin ser gund û hewl didin bikevin gund. Gundî di ketin û derketina gund de nobetê digirin û bi berxwedana xwe nahêlin ku leşker û DEDAŞ bikevin gund. Tevî ku leşker bi ava şid û gaza îsotê êrişî gundiyan dikin jî lê xelkê gund bi paş ve gav navêje. 
 
PIŞTÎ QANÛNA BAJARÊ MEZIN EWÊNA DÎSA BÛ GUND 
 
Ewêna beriya ku Mêrdîn bibe bajarê mezin, heta sala 2013’an jî bajarokê bi ser navçeya Stewrê ve bû. Nêzî hezar û 600 kesî lê dimînin yanî nifûsa wê heye. Xelkê Ewêna debara xwe li ser sewalkariyê û çandiniyê dike. Di nav çar çiyayan de ye û gundî sebze û fêkiyan datînin û rezên gundiyan hene. Hê jî welatî bi ker û hespan diçin nav zeviyên xwe û diajon. Ewêna di nav gundê herî feqîr ên Mêrdînê de cih digire. 
 
‘EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Ji gundiyan Mûrat Budak destnîşan kir ku ew li dijî zilma DEDAŞ’ê li ber xwe didin û wiha axivî: “Çar aliyên gundê me çiya ne û ji bilî çandiniyê tiştekî ku gundî bikin tune ye. Gundê me gundekî feqîr e. DEDAŞ dibêje ku wê saetên me ceyranê derxin ser dîrekan. DEDAŞ di fatûreyan de çi binivisîne û bişîne tê maneya ku em vê qebûl dikin. Em jî li ber vê zilmê radibin. Em dixwazin bi rayedaran re rûnên û biaxivin. Em dixwazin çareseriyek ji feqîriya vî gundî re were peydakirin. Em lêferzkirina bi darê zorê qebûl nakin. Em xwediyê vî gundî ne û em naxwazin ji ser axa xwe biçin deverek din. Her kes çandiniyê û sewalkariyê dike. Heke zilmê li me bikin wê gundî neçar bimînin biçin li bajarên tirkan bixebitin. Ava gund a paqij tune ye. DEDAŞ her tim dibêje eriza heye û ceyranê qut dike. Ji ber ceyran tê û diçe, sarincên saxlem li malên me nemane. Em dixwazin vê zilmê bidin sekinandin.” 
 
‘EM HEQÊ XWE DIPARÊZIN’ 
 
Nezîhe Tunç jî anî ziman ku bi rojane DEDAŞ û leşker zilmê li wan dikin û got tundî li wan hatiye kirin û ew ê vê rewşê qebûl nekin. Tunç da zanîn ku ew di nava vê krîza aborî û bihabûnê de zehmetiyan dibînin û got: “Em ceyrana wan jî naxwazin. Heke hewce bike em ê mîna zemanê me yê berê agir dadin û bijîn. Em li vir tenê mafên xwe dixwazin. Em dixwazin li gel rayedaran rûnên û baixivin. Lê destûrê nadin. Em li nav zevî û erdên xwe heta êvarê dixebitin û debara xwe dikin. Ji bo em zikê zarokên xwe têr bikin, ji serê sibehê heta êvarê li ser pişta heywanan em diçin nav zeviyên xwe û tên.” 
 
‘ÊDÎ BES E’ 
 
Ji gundiyan Mence Budak jî bal kişand ser tundiya leşkeran û pêkanînên DEDAŞ’ê û diyar kir ku hemû alavên elektronîk ên li malên wan xera bûne. Budak anî ziman ku ew edaletê dixwazin û got: “Êdî bes e.” 
 
‘DEWLETÊ VIR KIRIYE QADA ŞER’ 
 
Ji gundiyan Mewlûde Guler jî wiha got: “Em ceyrana wan naxwazin. Ciwanên me, extiyarên me û jinên me birîndar dikin. Ev der bûye mîna Kobanê. Ev sê roj in dewlet leşkeran dişîne ser me. Walî jî gotiye ku ew ê gundê me bişewitîne. Hemin dixwazin me bişewitînin, bila dereng nemînin werin me bişewitînin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
12:41 ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
12:14 Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
11:46 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
11:01 Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
11:01 Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
10:58 Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
10:23 Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
10:22 Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
09:53 Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
09:52 Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
09:00 Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
09:00 Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN
23/08/2024
23:59 Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
23:31 Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:42 Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
20:39 Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
20:36 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:33 Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
16:52 DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
16:33 ‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
16:32 Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
16:24 MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
15:53 ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
15:01 Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
14:43 Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike
14:42 Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin
14:42 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
13:46 Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû
13:43 Wesayîta hatiye bombebarankirin aydê Şîrketa Çetirê ye
12:35 Xebatên lêgerînê yên Narîna 8 salî didomin
12:34 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mawatê bombebaran kirin
10:48 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
10:14 Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin
10:14 Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
10:08 Dr. Polat: Divê li ber vîrusa ‘Sorika Meymûnan’ tevdîr bên girtin
09:49 Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin
09:25 Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt