Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn

  • rojane
  • 13:41 17 Tebax 2024
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1012’emîn de li Qada Galatasarayê, li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn û gotin: "Dawî li bêcezabûna 29 sal in dewam dike bînin." 

 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan werin darizandin, di hefteya 1012’emîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku di destê wan de qerenfîlên sor hebûn, wêneyên windayan hilgirtin û vê hefteyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hat windakirin, pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe axivî. 
 
Tepe diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya lêgerîna edaletê ya sûcên dewletê yên li Tirkiyeyê înkarkirina heqîqetê ye û wiha got: "Tevî şahid, belge û delîlan jî, serlêdanên me yên der barê kesên me yên winda de ku cenazeyên wan li kêleka rê, goristanên bêkekan an jî bîrên asîdê hatin dîtin, an qet nehatin dîtin, di belgeyên fermî yên dewletê de weke 'îdiayên razber' hatin qeydkirin. Di encama bêcezabûna vê polîtîkaya înkarê de, kesên ku di girtîgehê de fermana windayan dane, yên ku sûc kirine û rayedarên ku çavên xwe ji sûc girtine nehatine darizandin. Berovajî, ew hatin parastin. Pêvajoyên darazê yên ku dê aqûbeta windayan eşkere bikin û berpirsyaran cezabikin nehatin meşandin û rê li ber derketina heqîqetê hat girtin."
 
'EM DIBIN DENGÊ WINDAYAN' 
 
Tepe destnîşan kir 29 sal in binçavkirina Abdurrahîm Demîr tê înkar kirin û wiha bi lêv kir: "Em îro ji bo pêkanîna edaletê û aşkerakirina li aqûbeta Abdurrahîm kom bûn. Dayik û birayê Abdurrahîm, Kesriye Demîr û Mehmet Demîr beyî ku agahî ji Abdurrahîm bigiri jiyana xwe ji dest dan. Em niha dibin dengê wan. Abdurrahîn di 17'ê tebaxa 1995'an de ji Mehserta Mêrdînê ji bo biçe Edenê li otobusê siwar bû. Piştî rêwîtiya bi qasî saetekê otobus li qereqola Şavalet a Qosera Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Leşkerên ku nasnameya wî kontrol kirin Abdurrahîm ji otobusê daxistin û ew binçav kirin. Kesên ku bûn şahidê bûyerê ji Malbata Demîr re gotin ku Abdurrahîm hatiye binçavkirin û ew birine Qereqola Cendirmeyan a Şavaletê. Dayika wî Kesriye Demîr a ku çû midûriyeta polîsan bersiva 'Me kesekî wiha negirtiye' dan. Hemû hewldan bi ser neketin. Em bang li rayedarên darazê dikin; di doza Abdurrahîm Demîr de dawî li bêcezabûna 29 salan bînin û lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Abdurrahîm Demîr, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Paşê xwişka Hayrettîn Eren ê ku di binçavan de hatibû windakirin Îkbal Eren axivî û diyar kir ku wê têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê wê her berdewam bike û xwest aqûbeta windayan bê eşkerekirin. 
 
Herî dawî jî ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatin windakirin qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku dorpêçkirî ye. 

Sernavên din

18/08/2024
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e