Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin

  • rojane
  • 09:46 14 Hezîran 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Endamên Koroya Denîz Poyraz diyar kirin ku ew ê Denîz Poyraz bi stranên pirzimanî bidin jiyandin û gotin: “Em ê navê Denîzê bi stranên xwe bidin bihîstin.” 
 
Di 17’ê Hezîrana 2021’an de kujerê bi navê Onûr Gencer ket hundirê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer di êrişê de Denîz Poyraz a endama HDP’ê qetil kir. Bi ser kuştina Denîzê re 3 sal derbas bûn. Navê Denîzê bi stran, pirtûk, helbest û çalakiyan li ser zar û zimanan e. Gelek malbatan navê zarokên xwe nû çêbûn kirin Denîz. 
 
Komek ji 10 kesan pêk tê ku di nav wan de siyasetmedar, dikandar, karkerên tekstîlê, parêzer û jinên kedkar ên li malê hene, di 15’ê kanûna 2023’yan de “Koroya Denîz Poyraz” ava kiribûn. Koroyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê avakirina xwe ragihandibû. Endamên koroyê niha li ser deng û muzîkê perwerdehiyê dibînin. Endamên koroyê dibêjin ew dixwazin rewşa xwe ya amator derxin asta profesyonel. Endamên komê diyar dikin ku ew ê hewl bidin hem enstrûmanan baş hîn bibin û stranan xwe bi xwe binivisînin û xebatên xwe berfireh bikin. Endamên koroyê dixwazin di şexsê Denîz Poyraz de ji bo bîranîna hemû jinên hatine kuştin bi stranan bi bîr bînin. 
 
Koro wê roja salvegera qetilkirina Denîzê 17’ê hezîranê li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê derkeve ser dikê û ji bo bîranîna Denîzê bisitirin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÊ DERKEVIN’
     
Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Welat Çelebî ku di koroyê de cih digire da zanîn ku ji bo ew têkoşîna Denîz Poyraz bidomînin û xeyalên wê pêk bînin. Çelebî diyar kir ku wan xwestiye bi koroyê bidin nîşandan ku Denîz Poyraz nemir e û got: “Piştî me biryara avakirina koroyê da, me ji dayika Denîz, Fehîm Poyraz destûrê xwest. Gelek kêfa wê hat. Ji bo em navê Denîz nedin jibîrkirin, em pirr bi biryar in. Divê hemû jin xwedî li raperîn, têkoşîn û dengê Denîz xwedî derkevin. Jixwe Denîz hevalek ku pirr ji hunerê hez dikir bû û kemanjeniyê dikir. Em ê stranên ku Denîz jê hez dikir bistrên.” 
 
'EM Ê DENÎZÊ BIDIN JIYANDIN' 
 
Çelebî da zanîn ku dema ew lis er navê Denîzê stranan dibêjin pir hestên kûr li wan peyda dibin û got: “Dema em li ser dikê ne, bîranînên Denîzan, Sakîneyan, Bêrîtanan, Zîlanan tên bîra me. Çimkî wan têkoşînek bi nirx kirin. Ji bo ku em jî têkoşîna qîr bikin, bi vê koroyê berdewam bikin. Em ê bibin deng û awazên jinên têkoşer. Em ê wek koroyê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin bikin û nahêlin were jibîrkirin.” 
 
'DENÎZÊ DENGÊ ME DERXIST HOLÊ’
 
Endama koroyê Sûzan Erdogan jî destnîşan kir ku Denîzê hem jin bû, hem jî kurd bû û hem jî seknek wê ya siyasî hebû û lewma Denîzê ji bo wan bûye destpêka têkoşînê. Erdogan diyar kir ku ew bi stran û awazên xwe dixwazin raperîna Denîzê bidin bihîstin û ew ê Denîzê di nav ruhê xwe de bijîn. 
 
Erdogan anî ziman ku Denîz Poyraz ji bo jinan bû sembola navê têkoşînê û wiha got: “Ev dengê me yê di nava me de veşartî, Denîz kir ku derkeve holê. Denîz bû remza navê têkoşînê. Em ê jinên kurd bi stranan bidin jiyandin." 
 

Sernavên din

15/06/2024
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin