Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne

  • ciwan
  • 09:10 10 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Govercîn ku banga beşdariya li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê kir, bang li ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet dakevin qadê. 
 
Tûrnûvaya futbolê ya ku her sal ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê lidarxistin, wê îsal jî li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bû û aqûbeta wê hê jî ne diyar e, bê lidarxistin. 
 
Serlêdanên tûrnûvayê ku qonaxa duyemîn a kampanyaya "Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet" ya li dijî polîtîkayên şer e, di 18'ê Nîsanê de dest pê kirin û wê di 21'ê Gulanêd e bi dawî bibin. Dirûşmeya tûrnûvayê ya sal "ciwan li qadê ne" ye û cihê destpêkirina wê jî wê li Dêrsimê be. 
 
Hevberdevkê Meclasa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Govercin li ser armanc û hûrguliyê turnuvayê, zext û polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanan axivî.
 
WÊ LI CIHÊ KU DOKÛ LÊ HATIYE WINDAKIRIN BIDIN DESTPÊKIRIN
 
Govercin bilêv kir ku di çarçoveya kampanyaya "Li dijî şerê taybet têkoşîne biheybet" ya par dabûn destpêkirin de bi ciwanan re hatine cem hev û der barê bandorên tiryak û fuhûşê yên li ser ciwanan de agahî dane û got ku tûrnûva jî di çarçoveya vê de ye û wê li cihê ku Dulistan Dokû lê hatiye windakirin bidin destpêkirin. 
 
Govercîn da zanîn ku di çarçoveya tûrnûvayan de pêwendî bi hezaran ciwanan re danîne û got ku divê dirûşmeya "ciwan li qadê ne" wekî dirûşmeyeke jirêzê neyê fêmkirin, ji lew re îşaret bi helwesteke şoreşger dike. 
 
BANDORÊN ŞERÊ TAYBET
 
Govercîn anî ziman ku şerê taybet li dijî  vîn û nasnameya kesan e û got: “Fuhûş, tiryak, polîtîkayên koçberkirinê, polîtîkayên asîmîlasyonê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê dikare wekî stûnên van pêkanînan bên dîtin. Armanca sereke ya xizmetkirina tiryak û teşwîqkirina bikaranîna wê ew e ku ciwan hişê xwe û armancên xwe winda bikin, pêşî li fikirandina ciwanan bê girtin û refleksa wan a bertekdayînê bê tepisandin. Bi taybet ciwanên li Kurdistanê di bin şert û mercên heyî de bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Du rêyan didin ber ciwanan. Pergal ji ciwanan re dibêje 'Ya hûn ê tiryakê bifiroşin û pê debara xwe bikin an jî temenê xw eyê mayî di rêyên koçberî û sirgûnan de derbas bikin." 
 
PEYAMA SERHILDANA WANÊ
 
Govercîn bilêv kir ku serhildana Wanê ji bo ciwanên ku ji sala 2015'an û vir ve hewl didin bi êrişan bên çavtirsandin e peyama "Hûn çi qas êriîşî me bikin jî û hûn çi qas hewl bidin vîna me teslîm bigirin jî, em ê vîna xwe teslîm nekin" e. 
 
BANGAWAZÎ
 
Govercîn da zanîn ku serlêdanên ji bo tûrnûvayê didomin û got ku piştî peşkê wê maç dest pê bikin. Govercîn bang li ciwanan kir ku li dijî şerê taybet bitêkoşin û beşdarî tûrnûvayê bibin. 
 

Sernavên din

14/05/2024
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin