Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve

img
AMED - Hevseroka MED TÛHAD-FED'ê Eylem Bîrtaneyê diyar kir ku heya pêkanînên antîdemokratîk û dermirovî bi dawî nebin wê çalakiyên wan bidomin û banga xwedîderketina li çalakiyên "bibe dengê azadiyê" kir. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nayên girtin. Ji 25'ê Adara 2021'ê ve parêzer tu agahiyê ji muwekîlên xwe nagirin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Herî dawî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" careke din 3 mehan cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan hat birîn. 
 
Piştî ku tecrîd kûr bû rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnasên li 74 welatan hatin cemhev di 23'yê cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurd re" dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 27'ê mijdarê de li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî girtiyên siyasî çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger dan destpêkirin. Xizmên girtiyan jî li gelek bajaran Nobeda Edaletê girtin. 
 
Girtiyan di 4'ê nîsanê de çalakiya xwe ber bi qonaxeke din ve birin. Girtî niha çûna dadgehê û hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin û li gel vê xizmên girtiyan jî li 6 bajaran li ber girtîgehan çalakiya "bibe dengê azadiyê" dan destpêkirin. Her wiha malbat her çarşemê jî diçin ber Wezareta Dadê û li vir jî daxwazên xwe tînin ziman. Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) Eylem Bîrtane ku têkildarî çalakiyên "bibe dengê azadiyê" axivî, destnîşan kir ku heya encamekê bi dest nexin wê çalakiyên wan bidomin. 
 
Bîrtaneyê anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in bi polîtîkayeke tecrîdê ya li tu derê cîhanê tune ye re rû bi rû ye û got ku ev polîtîka di 4 salên dawî de veguheriye "bêpêwendiyeke mutleq". Bîrtaneyê destnîşan kir ku tecrîd bi xwe re dibe sedema şer, xizanî û pêkanînên antîdemokratîk. 
 
'DIVÊ EM BIBIN DENGÊ ZINDANAN'
 
Bîrtaneyê têkildarî çalakiya girtiyan jî ev tişt gotin: "Ev kampanya di 4'ê nîsanê de ber bi qonaxeke din ve çû. Girtî ji wê rojê ve çûna dadgehê, hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. Dibêjin 'Em şert û mercên rêberê me di tê de ye li xwe ferz dikin.' Em wekî xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan ji 4'ê nîsanê ve bi tu awayî xwe nagihînin zarokên xwe û hevalên xwe. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Lê em bi tu awayî xeberê ji wan nagirin. Lewma divê em bibin dengê zindanan." 
 
Bîrtaneyê diyar kir ku heke dawî li pêkanînên antîdemokratîk neyê û tecrîd dijmirovî bi dawî nebe wê çalakiyên wan bidomin û got ku wê her duşemê li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin û çalakiya rûniştinê û dengderxistinê li dar bixin. Bîrtaneyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Sedema ku kampanyaya me ber bi qonaxa duyem ve çû, ew bû ku civak xwedî lê derneket. Halbûkî ev tecrîd sîrayetî her derî kiriye. Lewma tenê ne girtîgeh, divê em jî xwe bidin ber vî barî. Divê em dawî li vê pêkanîna li dijî mirovahiyê bînin. Lewma divê em ji vê pêkanîna dermirovî re bêjin bes. Ji bo vê jî divê her kes xwedî li çalakiyan derkeve." 
 
 
 
 

Sernavên din

14/05/2024
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin