Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin

img
ENQERE - Ji bo berdana girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, li Stenbol Enqere û Îzmîrê daxuyaniyên çapemeniyê hatin li dar xistin. 
 
Ji bo girtiyên nexweş demildest werin berdan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê di hefteya 499’emîn a çalakiya xwe de li pêşiya avahiyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş werin berdan” hate vekirin. Çalakvan vê hevteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Leyla Aygun (43) a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. 
 
‘JI MIRINAN RE TEVBÎR NAYÊN GIRTIN’
 
Daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmend. Çevîrmen di daxuyaniyê de destnîşan kir bi qasî wan tespît kirine 651’ê wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen diyar kir ku girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk û pirhêlî, yên piş, yên dil, yên penceşêrê yên kalbûnê û yên ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin hene û wiha axivî: “Ji ber ku astengiyên li pêşiya girtiyan ranakin, şert û mercên giran û ji ber taloqnekirina înfaza wan jiyana xwe ji dest didin. Tevî ku dikarin pêşî li mirinan bigirin tevbîr nayên girtin.” 
 
REWŞA LEYLA AYGUN
 
Çevîrmen derbarê girtiya nexweş Leyla Aygunê de ev agahî parve kirin: “Malbata Leyla Aygunê serî me daye, derbarê nexweşiyên wê de agahiyên berfireh bi me re parve kiriye û ji me piştgirê xwestiye. Berî ku bikeve girtîgehê teşhîsa kansera singan li Aygunê kirine. Aygun di hundir de hat emeliyatkirin û enfeksiyanê girt. Diviya 21 rojan  tedawiya tîrêjan bidîta lê belê tenê 6 rojan ev tedawî hate kirin. Ji bo tedawî bibe divê were berdan. Nexwe dê encamên jêveneger derkevin holê. Divê neyê jibîrkirin ku parastina mafê jiyanê di berpirsyariya dewletê de ye.”
 
Çevîrmen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê bibin şopdarê pêvajoyê û diyar kir ku ew ê daxwazên girtiyên nexweş heya ku tên çareserkirin dê parve bikin. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 627’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser reşwa Hatîce Yildiz a 75 salî a ji keça xwe û hevala wê re pere şandiye û hatiye girtin. Yildiz di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin.
 
Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hate hilgirtin, pankarta “Bila Hatîce Yildiz were berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate vekirin, diruşma “Hatice Yildizê berdin” hate berzkirin. Daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Oya Ersoy xwend. Oya destnîşan kir ku zextên ser girtiyan tên meşandin her ku diçe ser xizmên wan, parêzer û kesên piştevaniyê wan dikin jî zêde dibin.
 
DIXWAZIN PIŞTEVANIYÊ ASTENG BIKIN
 
Ersoy diyar kir ku dixwazin şandina pereyan weke sûcê “fînansekirina terorê” nîşan bidin ev tişt gotin: “Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên fizîkî û derûnî hene. Li gel van dixwazin girityan tenê bihêlin û di hêla aborî de jî girtiyan ceza bigirin. 
 
Ersoy da zanîn ku Yildizê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî rakirine nexweşxaneyê û bi bîr xist ku bijîşkan derbarê Yildizê de gotine, ‘Divê demildest ji çavên xwe emeliyat be. Mayîna di girtîgehê ji bo tenduristî û jiyana wê xetere ye.’ Ersoy da zanîn ku ji bo parasina jiyan û mafên wan divê girtiyên temen mezin û nexweş werin berdan. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê 287’emîn çalakiya xwe ya ji bo balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbanka Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa tenduristiya Şemsettîn Ekîncî. Kurdiya daxuyaniyê Berpirsyarê Herêma Egeyê yê ÎHD’ê Zafer Încîn, tirkiya wê jî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin xwend.
 
FELC DERBAS KIR, NIKARE REBE SER XWE
 
Încîn diyar kir ku nexweşiyên şekir, tansiyonê yên Şemsettîn Ekîncî hene, ji ber di sala 2017’ê de damarê mejiyê wî asê bûye krîz derbas kiriye. Încîn axaftina xwe wiha domand: “Ekîncî di 2018’an de aciz bû û ew rekirin Nexweşxaneye Dewletê ya Çîgliyê. Li gorî gotina malbatê xwîn çû ser mejiyê wî, aliyê wî yê çepê felc bû, nikare rabe ser piya. ATK jê re tenê rapora ‘nikare di girtîgehê de tenê bimîne’ amade kir.  
 
CEM HEVALEKÎ BÊLING TÊ RAGIRTIN
 
Încîn di dirêjiya axaftina xwe de got ku Ekîncî hêj jî nehatiye dermankirin û wiha pê de çû: “Tevî ku di Girtîgeha tîpa R de tê ragirtin baş nebû. Ji ber felcê, laşê wî birîn bûne, navtenga wî ji ber şewitiyê nikare destmêja xwe bike, li cem hevalekî xwe yê ku her du piyên wî jî nin in tê ragirtin. Herwiha çavên wî jî divê werin dermankirin.” 
 
‘BERPIRSYAR ATK, WEZARET Û SEROKKOMAR IN’
 
Di dawiya axiftina xwe de Încîn anî ziman ku Ekîncî bi vî halê xwe ve ji ewlehiya civakê re nabe talûke û wiha derbirî: “Dema ku em wek mirovî û wijdanî difikirin, mirovekî wiha êş dikêşe û muhtacî lênêrînê ye dê çawa di girtîgehê de bijî. Em ji vir bang li Lijneya Çavdêrî û Îdareyê dikin, rayeya xwe bikar bînin û Ekîncî berdin. Nexwe ji encameke neyînî hûn, ATK, Wezareta Dadê û Serokkomar dê bibin berpirsyar.” 
 

Sernavên din

17/04/2024
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan