Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku Tirkiye bi hedefgirtina gundên ser sînor re dixwaze van gundan vale bike û wiha got: “Ji ber êrişan 161 gund hatine valakirin û 602 gund jî li ber valakirinê ne. Dewleta tirk amadekariya êrişa li dijî Garê dike.” 
 
Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê êriş dabûn destpêkirin. Dewleta tirk niha jî di nava hewldana êrişên berfirehtir de ye. Wezîrên AKP’î yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên û diçin, di demên dawî de ev serdanên xwe zêdetir kirin. Bi van hevdîtinan re êrişên li ser qadên sivîlan ên li başûrê Kurdistanê jî zêde bûn. Tenê di nava du mehên dawî de 234 êriş li ser qadên sivîlan hatin kirin û di van êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rojnameger Botan Germiyanî ku êrişên dewleta tirk ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanên li herêmê ji ajansa me re axivî. 
 
DI 2 MEHAN DE 428 ÊRIŞ LI SER QADÊN SIVÎLAN HATIN KIRIN
 
Germiyanî, diyar kir ku tenê di nava 2 mehan de 428 êriş li ser qadên sivîlan hatine kirin û wiha got: “Bi sala ye dewleta tirk li dijî başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dike. Qadên sivîlan hedef tên girtin. Ji tebaxa 2015'an heta niha 154 sivîl di van êrişan de hatin qetilkirin û 220 sivîl jî birîndar bûn. Ev kes bi êrişên bombebaranê û sûîqestê hatin qetilkirin. Êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên ser qadên sivîlan îsal jî berdewam in. Di 2 mehên borî de 234 êriş hatin kirin. Ev êriş piranî bi balafirên bêmirov hatin kirin. Ji wan 194 jê bi balafirên şer hatin kirin. 28 caran jî herêm topbaran kir. Tenê li Silêmaniyeyê 35 caran êriş kiriye. Li Dihokê 109, li Hewlêrê 84 caran û li parêzgeha Nînova û Şengalê jî 4 caran êrişî qadên sivîlan kir.” 
 
'PDK SÛCÊ DEWLETA TIRK VEDIŞÊRE’
 
Bi domdarî Germiyanî anî ziman ku bêhelwestiya PDK’ê ya li dijî van êrişan nîşaneya hevkariya wê ya bi dewleta tirk re ye. Germiyanî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armancên êrişên dewleta tirk, hedef girtina hemwelatiyên welatparêz û kesên xwedî helwest in. Armanc ew e ku îradeya gel bişkîne û gel û tevgera azadiyê ji hev qut bike û çavê gel bitirsîne. Armanca din jî dagirkirina Başûr e. Ji ber wê tu kesî ji xwe re weke astengî nabînin. Bi her cureyên qirêjî siyaseta xwe ya qirkirinê li ser Başûr dide meşandin. Mixabin PDK’ê dest daniye ser hikûmeta Başûr û li gorî berjewendiyên xwe û armancên dewleta tirk birêve dibe. Tu eleqeya vê hikûmetê bi herêma Kurdistanê re nîne. Ev hîzb, îktîdarê ji bo berjewendiyên malbata xwe û dewleta tirk a dagirker bi kar tîne. Piraniya rayedarên vê hikûmetê dezgehên parastina îstîxbarata PDK'ê ne û endamên PDK'ê ne. Ev kes bi temamî ketine xizmeta dewleta tirk. Lewma bi rehetî li Başûr siyaseta qirkirinê dimeşînin. Gelek sivîl di êrişên dewleta tirk de şehîd bûn lê hikûmetê yek carê helwestek nîşan neda. Dema diaxivin jî rewa dikin û sûcên dewleta tirk vedişêrin. Her tim hinceta nîşan dide û van êrişan rewa dike.” 
 
HEVDÎTINA RAYEDARÊN TIRKIYEYÊ YÊN BI PDK'Ê RE 
 
Di berdewamê de Germiyanî bal kişand ser hevdîtina rayedarên dewleta tirk ên bi rayedarên PDK'ê re û ev tişt anî ziman: “Wezareta dewleta tirk herî dawî got ku di nava axa Başûr de bi rayedarên PDK'ê, berpirsê balayî zêrewanî, rayedarên parastina îstîxbarata PDK'ê re civiyane. Her wiha leşkerên payebilind ên iraqî tevli bûne. Planên dagirkirina başûrê Kurdistanê dikin. Tirkiye li xwe mikûr hat ku Iraq hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla îstîxbaratî ve parçeyeke esasî ya dagirkeriyê ye. Rayedarên PDK'ê jî piştevaniya wan dikin. Heta li baregehên Zêrevaniyan ên PDK’ê civiyane. Gelo ev rayedarên destê wan di xwîna zarokên kurd de çawa li baregehên Zêrewaniyan dicivin û ewlehiyê xurt dikin? Her wiha gefa dagirkirina wê xaka tê de ne dikin.”
 
161 GUND HATIN VALAKIRIN Û 602 GUND DI XETEREYÊ DE NE 
 
Rojnameger Germiyanî da zanîn ku ji ber êrişan gelek gundên ser sînor hatine valakirin û wiha pê de çû: “Niha dewleta tirk amadekariyên operasyoneke berfirehtir dike. Yaşar Guler anî ziman ku vê jî bi alîkariya Iraq û rayedarên PDK'ê dike. Dewleta tirk dixwaze navçeyên sînorî ji welatiyan vala bike. PDK jî niha raste rast vê siyasetê dimeşîne. Dixwaze ku van deverên sînor vala bike. Heta niha di encama êrişên dewleta tirk de 161 gundên Başûr vala bûne û 602 gund jî di metirsiya valakirinê de ne. Tenê îsal sê gundên devera Amediyê vala bûne. Ew sê gund jî bi darê zorê ya PDK'ê û êrişên dewleta tirk hatin valakirin. Dixwazin herêma ser sînor vala bikin.”
 
AMADEKARIYÊN JI BO ÊRIŞA LI DIJÎ GAREYÊ
 
Germiyanî, bi lêv kir ku dewleta tirk niha ji bo êrişeke li dijî Gareyê amadekariyan dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev sal û nîv e liv û tevgera dewleta tirk a li ser herêma Berwariyê zêde bûye. 4 baregehên xwe li wir bi cih kirine. Ew çar baregeh di 23’yê nîsana 2021'an de çêkirin. Lê girêdayî hev nebûn. Yek ji wan baregan dikeve ser Zinarê Kestê, yek dikeve ser Malaridê û ya din jî Keflesor û ya din jî Newela Hirûrê ye. Lê dewleta tirk ev her çar baregehên xwe li Berwarê bi hevre girê dan. Ew jî bi rêya şebekeyeke serbazî bi hevre girêdan. Ev baregehên xwe bi Heftanînê ve girêdane. Armanca wan ew e ku îsal careke din êrişî çiyayê Gareyê bikin. Çiyayê Garê dirêjiya wî 39 kîlometre ye û 22 kîlometre ji axa Tirkiyeyê dûr e. Lê ciheke herî stratejîk e û heta niha dewleta tirk dagir nekiriye. Lê di 13'ê sibata 2021'an de êrişî Gareyê kir lê pir mezin têk çû. Û ev binketineke dîrokî bû. Ew cihê ku lê binketiye dixwaze bi ser bikeve. Garê navçeyeke ku Dihok û Hewlerê girêdayî hev dike.  Mergesor û Amediyê û Berwarî girêdayî hev dike. Anku devereke stratejîk e. Ji ber wê jî amadekarî dikin ku êriş bibin ser Garê. Li gorî çavkaniyên me yên herêmî, PDK alîkariya dewleta tirk dike û raste rast bûye beşeke van êrişan. Li dijî êrişên dewleta tirk dengekî bilind û hêrseke mezin a gel heye. Lê ne di asteke mezin de ye ku ji van êrişan re bibe bersiv. Gel van êrişan û siyaseta xiyanetê şermezar dike."

Sernavên din

31/03/2024
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e