Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, xwestin ku girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Çalakî û aktîvîteyên ku di asta gerdûnî de ji bo daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin. 
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin meha sêyemîn li pey xwe hişt. Gelek kes tev li çalakiya li avahiya Rêxistina Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dike bûn. Endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê serdana çalakiya îro kirin. 
 
Dayika Aştiyê Asya Ozlu, destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştî û demokrasiye û wiha got: “Bila ne dayikên leşkeran ne yên gerilayan ne jî yên polîsan negirîn. Yekane daxwaza me serbestberdana birêz Abdullah Ocalan e. Bila aştî û azadî were vê axê. 
 
Dayika Aştiyê Fatma Aslanê jî bi gotinên “Hûn ji bo gavavêtinê li benda çi ne. Li bendê ne ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin?” bertek nîşanî desthilatê da. 
 
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 85’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Rêveberên DEM Partiyê yên Çekmekoy û Maltepeyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin. Di Nobeta Edaletê ya bi biryardarî didome, malbatên girtiyan bi yek dengî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. 
 
Nobeta Edaletê îro rêxistinên Çekmekoy û Maltepeyê yên DEM Partiyê dewr girtin. 
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 34’emîn de berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li çalakiyên nobetê yên li Rêxistinên Konak û Menemenê yên DEM Partiyê didome bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê berdewam dike de axivî, bi bîr xist ku 34 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Gumuş a bang li malbatên girtiyan kir, wiha got: “Divê girtiyên nexweş bên berdan.”
 
Gumuş, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî ev bang li jinan kir: “Tirk, kurd, ereb, çerkes, ermen, cihû kî dibe bila bibe em bang li herkesê dikin. Bila cilên xwe yên herêmî li xwe bikin û bên 8’ê Adarê. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ez 8’ê Adarê li hemû jin û dayikên di girtîgehan de pîroz dikim.”
 
Çalakiyên nobetê bi serdanan berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 92’yan de berdewam kir. Di nobetê de pankartên “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakvanên ku pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin, stranên kurdî gotin. 
 
‘EM LI CEM ZAROKÊN XWE NE’ 
 
Yek ji malbatên girtiyan Şadiye Hayme ya diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan di nobetê de ye wiha got: “Tecrîd li ser zarokên me ye. Ev zext li ser me hemûyan e.” Hayme bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Bila Abdullah Ocalan demildest bi parêzerên xwe û malbatê re hevdîtinê bike. 3 sal in bi kesê re hevdîtin nekiriye. Dengê li derve esas nayê girtin. Zarokên me yên di zindanan de dibêjin ‘heke ev tecrîd bi dawî nebe, em ê bikevin rojiya mirinê’. Mînaka zilma li wan tê kirin li tu deran nîne. Zextê li zarokên me dikin, zulmê li wan dikin, em jî dayikên wan e. Em naxwazin cenazeyên wan ji girtîgehan derkevin. Bila Wezîrê Dadê destê xwe deyne ser wijdana xwe, em li pey doza zarokên xwe ne.”
 
‘EZ BERXWEDANA WE SILAV DIKIM’ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî serdana malbatên girtiyan ên di çalakiyê de kir. Ûçar, bi bîr xist ku di navbera 1 û 15’ê sibatê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” , “Meşa Mezin a Azadiyê” li dar xistin û got: “Di meşa me ya 15 rojan de, ku partî, sazî û dayikên me ziyaret kirin, me bi zelalî diyar kir ku pirsgirêka kurd dikare bi rêbazên demokratîk çareser bibe û divê azadiya Birêz Ocalan êdî pêk were.”
 
Ûçar, destnîşan kir ku her cihê ku çûnê bi awayekî bicoş hatine pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn xwedî daxwazeke gelekî cidî ya aştiyê ne. Di vî warî de pêşketin çêbûye û her kes dizane ku yekane kesê ku di vê mijarê de berpirsyarî girtiye ser milê xwe Birêz Ocalan e ku di destê wî de tenê projeyek heye ku pêvajoya ku xistine sarincê careke din veguherîne muzakereyekê û ji bo hawireke ku gelê kurd karibe bi hêsanî ziman, nasname û nirxên xwe bijî peyda bike. Ji ber wê yekê 25 sal in bi tecrîdeke gelek giran re rûbirû ye… Em hewl didin vê têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin û diyar bikim ku her gotin û berxwedana we ji bo me dema em vê têkoşînê dimeşînin gelekî hêja ye. Me her kesên li vî welatî li ser navê demokrasiyê xwedî gotinekê ne vexwendin ku bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Bi rastî jî ne zehmet e. Desthilat li her cihê ku dibêje ‘pirsgirêka kurd çareser nabe’ di serî de li têkoşîna dayikên me binêre dê bibîne ku deriyê aştiyê çiqasî vekiriye. Ez dîsa berxwedana we silav dikim, em li cem we ne. Di vê mijarê de çi ji destê me bê em bikin.”
 
Di nobetê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 34’an de berdewam kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforman Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. 
 
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Çalakî stran û dirûşman berdewam kir. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

26/03/2024
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere