Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku li gelek bajaran tax bi tax navçe bi navçe xebatên xwe didomînin, ji bo pirsgirêkên ku qeyd kirin soza “çareseriyê” dan. 
 
Bi nêzbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî lez da xebatên xwe. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domand. Îro li gelek bajaran çalakî û aktivîteyên cur bi cur hatin lidarxistin.  
 
SEMSÛR 
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Semsûr û navçeyên wê xebatên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bê navber didomînin. Rêxistina DEM Partiyê ya Kolikê tevî namzetê hevşeredariyê Osman Ozbek li taxa Kolika Kevin çûn serdana esnafan. Ozbek û endamên partiyê pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin û gotin ku dê hemû pirsgirêkên Kolikê çareser bikin. 
 
MELETΠ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî bi tevlibûna Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û namzetên hevşeredariyê yên Bajarê Mezin a Meletiyê Abdulvahap Ekîm û Sevîm Şîmşek Bayram li navçeya Çirmikê serdana esnafan kirin. Şandeya Dem Partiyê ji hêla esnafan ve jî bi coş hate pêşwazîkirin. Di serdanê de şandeyê li esnafan guhdarî kir û got ku dema şaredarî bi dest xistin dê hemû pirsgirêkên navçeyê bi gel re çareser bikin.
 
BEDLÎS
 
DEM Partiyê li  li taxa Yenîkent a navçeya Xîzan a Bedlîsê buroya hilbijartinê vekir. Tevî hejmareke zêde welatiyan namzetên hevşaredariyê yên Bêdlisê Nezîr Karabaş û Sumeyye Kizilkaya jî tevli vekirina bi coş bûn. Welatî beriya vekirinê demekî dirêj goveng deriyan. Namzetê Hevşaredariyê yê Xîzanê Kerem Ûgûr wiha got: “Em ê bi piştgiriya we vê şaredariyê bigirin. Em ê bi hev re xizmetê ji gelê Xîzanê re bikin.”
 
KOCAELÎ
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ê Kocaeliyê Selda Îlgoz Koçyîgît û Hasan Ozguneş tev li bernameya danasîna namzetan bûn. Namzetê hevşaredariyê Hasan Ozguneş wiha got: “Tenduristiya civakê di bin gefê de ye, li Dîlovasiyê pirsgirêka penceşêrê li welat di asta herî jor de ye. Li jêra kargehan qadeke jîngehê ava kirine. Divê ji vê yekê re çareyek were dîtin. Ji mirovên pîr re derfetên guncav nayên pêşkeşkirin, têre nake. Nexweşxane, ocaxên tenduristiyê, kabînên tenduristiyê kêm in. Dema em hatin ser rêveberiyê em ê van hemûyan hewl bidin bi gelê xwe re çareser bikin. Em dikarin kooperatîfên hilberîn û cihên lê mayînê ava bikin. Em ê ji sendîkayan, kedkaran, karkeran hêzê bigirin. Reçeteya xelasiyê li gel me ye.”
 
DÎLOVASI 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Dîlovasiya Kocaeliyê Şevîn Coşkûn û Mûstafa Avci jî li taxên Mîmar Sînan û Orhan Gazî tev li vekirina buroyan bûn. Gelek kes tev li vekirina buroyan bûn. 
 
TEKÎRDAG
 
Li Tekirdagê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyê Muselma Keskinturk û Sadî Ozdemîr buro hat vekirin. Di vekirinê de parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat axivî û wiha got: “Em dixwazin ji Kurdistanê heta herêma Trakyayê li her derê weke xwişk û birayan bijîn. Li her dera vî welatî tecrîd heye. Li girtîgehan bi sedan hevalên me hene ku niha di greva birçîbûnê de ne. Em îradeyeke siyasî ne ku bi Doza Komploya Kobanê re rû bi rû ne. Lê çi dikin bila bikin, em li vir in. Em xwediyên vê erdnîgariyê ne.” Vekirina buroyê bi gerandina govendê ya li ber stranan bi dawî bû. 
 
YALOVA
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Yalovayê Songul Hacioglû û Cengîz Topbaş jî li herêmên xwe yên hilbijartinê tev li vekirina buroyê bûn.
 
RIHA
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer li navçeya Halîliyeyê serdana bazara şîrevan û fistiqvanan kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Eyubiyeyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş û namzetê Karakopruyê Ridvan Yavûz jî tev li serdana li vir bû. Namzetên hevşaredariyê tev li civîna ku esnafên bazarê li Buroya Tescîlê ya Bazara Şîreyê lidarxistin bûn. Pişt re yek bi yek serdana esnafên bazarê kirin û pirsgirêkên ku dijîn guhdar kirin. 
 
Dikandar tevî li Rihayê piraniya fisteqan tê hilberandin jî ji diyarkirina piyaseya wê ya li Dîlokê bi gazin in. Her wiha gazinkirin ku piştgiriya ji findiq re tê dayîn ji fistiqê re nayê dayîn. Namzetên hevşaredariyê ku pirsgirêkên dikandaran guhdarkirin, pişt re dikandarên li Sîteya Senayiyê ya Evren geriyan. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran jî li gundên Bostancî, Bostanciya Jêr û Bostanciya Jor bi welatiyan re hatin gelhev. Eleqeyeke zêde nîşanî namzetên hevşaredariyê hate dayîn.  
 
Li navçeya Serêkaniyê jî hilbijartin bi du baskan berdewam kir. Parlamenterên bajêr Dîlan Kûnt Ayan jî di xebatan de cih girt. Namzetê hevşaredariyê Ûgûr Kahraman, li gel endamên partiyê serdana dikandarên li ser Cadeya Vîranşehîr kirin. Endamên partiyê her cihê ku çûnê bi îşaretên serkeftinê û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Xebatên hilbijartinê li Taxa 15’ê Tîrmehê berdewam kirin.  
 
Namzeta din a hevşaredariyê Rahşan Yazar jî serdana gundan kir. Yazar ji bo çalakiya bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê banga tevlibûnê kir. Yazar a jinan li gundên Xanê û Ebêsê eleqeyeke zêde nîşan dan, banga tevlibûnê ya aktîvîteya 8’ê Adarê nûkir.  
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle û Bedriye Yorgûnê jî serdana dikandarên li ser Cadeya Karacadag û Cadeya Rihayê ya kevin kirin. Welatiyan anîn ziman ku AKP’ê di nava 5 salan de “kevirek ne danî ser kevirekî”. Namzetan destnîşan kirin ku piştî DEM Partiyê hilbijartin qezenckirin dê bajêr jinûve ava bikin. 
 
Namzetên Hewagê Aygul Kapıkayali û Îsmaîl Yildiz li gundên Gêrdek û Egîrcê xebatên xwe domandin.  
 
Namzetên hevşaredariyê yên Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît li Taxa Mezrayê tev li civînên gel bûn. Namzetên hevşaredariyê pişt re serdana dikandarên  Taxa Meydanê kirin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Alî Dûsak û Yildiz Çetîner jî serdana dikandarên Senayiya Kevin û Bazara Duşemê kirin. Namzetên ku yek bi yek serdana dikandaran kirin û piştgiriya wan xwest, li navenda navçeyê bi serdanên dikandaran û malan xebatan xwe domandin.  
 
AMED 
 
DEM Partî li hemû navçeyên Amedê bênavber xebatên xwe didomîne. DEM Partiyê li navçeya Erxeniyê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken tev li vekirina vê derê bûn. Namzet di ketina navçeyê de bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. Pişt re li bajêr bi wesayîtan tûr hatin avêtin. Eleqeya ciwanan balkêş bû. 
 
Hatûn tayînkirinên qeyûman rexne kir û anî ziman ku kurd xwedî li axa xwe û vîna xwe derdikevin. Piştî vekirina buroyan beşdarvanan govend gerandin. 
 
 

Sernavên din

26/03/2024
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin