Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?

  • rojane
  • 11:33 25 Sibat 2024
  • |

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Kerboranê de axivî AKP’iyên bi rêya veguhestina dengan şaredarî bi dest xistin tu xizmet ji gel re nekiriye û wiha got: “Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeya pê re tev li hevdîtina bi gel re ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê bûn. Bakirhan û şandeya pê re di ketina Taxa Deywanê ji hêla partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê bi konvoyeke mezin a wesayîtan li navenda navçeyê tur avêt. Welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê silav dan. Bakirhan, li pêşiya buroya hilbijartinê ya ku dê were vekirin xîtabî gel kir. Bakirhan, li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de alayên partiyê hatin libakirin û coşa welatiyan bal dikişand. 
 
Bakirhan, got ku Kerboran bajarê berxwedan û serhildanê ye û wiha got: “Dê xelkê Kerboranê di 31’ê adarê de hesabê ji dijminên gelê kurd bipirse.” Bakirhan, serdana xwe ya 20 sal berê ya li Kerboranê bi bîr xist û wiha axivî: “Wê demê hevalên jin em pêşwazî kiribûn. Mîna îro, wê demê jî zextekî giran hebû. Zilmeke mezin hebû. Ez careke din wan hevalên jin bi dilgermî silav dikim. We hevalên jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî' Rojava azad kir. Hûn bûn stûna bingehîn a gelê kurd.” 
 
ORHAN DOGAN Û GARÎBE GEZER BI BÎR ANÎ
 
Bi domdarî Bakirhan, Orhna Dogan û Garîbe Gezer bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “30 sal berê li Kerboranê 7 zarok hatin qetilkirin. Çawişê pispor ê wijdana wî ranegirtî û agahî dayîn jî hate şewitandin û qetilkirin. Ev doza ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dihat zanîn, mîna dozên Sêwas û Mereşê bi necezakirinê biencam bûn. Ev pergala ku ziman û îradeya gelê kurd tune dihesibîne, kesên kurd û kedkar qetil kirin xelat kir. Kerboranê serî li ber cînayetên kiryarnediyar netewand û partiya xwe silav kir. Dê di 31’ê adarê de jî bersiva pêwîst bide kesên hewl didin îradeya gelê kurd bidizin. Dê bersiva van komkujiyan û tunehesibandinan li ser sindoqê bide.” Bakirhan, namzeta hevşaredariyê ya partiya xwe Asya Gezer nîşan da û wiha got: “Ji bo rêzgirtina li hemberî bîranîna Garîbeyê (Gezer) jî ma be, divê gelê me yê birûmet xwedî li hevala Asyayê derkeve.” 
 
‘MESELEYA KURD 7 RUH E’
 
Bakirhan, bertek nîşanî gotina rayedarên îktîdarê ya “Pirsgirêka kurd tune ye” da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka kurd, 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin e. Heke li tiştên xelkê me yê Kerboranê jiyanîn ku ev 40 sal in li Kerboranê li hestiyên xwişk-birayên xwe digerin binêrin, wê demê dê fêm bikin bê ka pirsgirêkeke çawa ye. Kerboran, bi rêya hilbijêrên qaçax ji me standin. Niha jî heman rêbazê bi kar tînin. Baş e lê şaredar çi kir? Navê hevalê me Orhan Dogan ji parkê rakir ku emrê xwe bi têkoşîna demokratîk a gelê kurd derbas kir. Gelo ma em dikarin bibêjin ev şaredar kurd e? Dê navê Orhan Dogan ji parkê rakî û navê kesekî li derve lê bikî û piştre jî bibêjî ‘Ez kurd im. Ka here karê xwe.” 
 
‘MA JI BILÎ XIZANIYÊ WE ÇI DA GEL?’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan gotina Erdogan a “ji kesên deng nadin re xizmet tune ye” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Xelkê Kerboranê di destê îktîdarê de ye; ne rê ne jî av heye. Ahmet Turk li vir e, baş dizane bê ka payerê û qîr tiştekî çawa ye. Emrê vê qîra ji bo hilbijartinê hatiye lêkirin gelek dirêj nîne. Dizanin ku hilbijartin winda kirine lewma ev pêşkeşî rantxwiran kirine. Xelkê Kerboranê bi AKP’ê ve tê birêvebirin. We çi xizmet kiriye? We ji bo jin û ciwanan çi derfet afirandine? Ji bilî xizaniyê we çi da xelkê Kerboranê? Tu kesên di nava pergala ku me tune dihesibîne û dibêje ‘kurd tune ne’ ji me nînin. Yên ji me vaye li vir in.” 
 
'EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE MIZGÎNIYÊ BIDIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Kerboranê û axaftina xwe wiha qedand: “Bijîşkên tên vê derê, diçin cihên din. Em ê dengên xwe bidin xwe. Em ê bidin xwişka Garîbe Gezer, bidin heval Ramazan. Em ê bidin hevalên me Ahmet û Devrîmê. Em hevalên xwe emanetî we dikin. Me hevala Devrîm weke namzet ji bo we anî ku emrê xwe, ciwantiya xwe ji bo ziman û muzîka kurdî derbas kir. Em ê dengê xwe bidin namzetên xwe yên di xizmeta gel de. Em ê mizgîniya şandina van di 31’ê adarê de li Serhedê, li Botanê û li her derê bidin.” 
 
Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
LI MIDYADÊ BUROYA HILBIJARTINÊ HAT VEKIRIN 
 
Bakirhan û şandeya pê re piştî bernameya li Kerboranê derbasî navçeya Midyadê bûn. Di ketina navçeyê de bi gelek wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Piştî tura li navenda navçeyê, girse derbasî Dortyolê bû ku dê buroya hilbijartinê lê bihata vekirin. Bi hezaran kes tev li vekirina buroyê bûn û piştî axaftinên hevserokên navçeyê, namzetan gel silav kirin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û spasiya girseyê kir. Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Li Midyadê gel û baweriyên qedîm dijîn. Tam jî mîna DEM Partiyê ne. Tekane partiya ku kurdan, tirkan, suryanan û ereban tîne ba hev, DEM Partî ye. Bi hezaran sala ye suryan, elewî û kurd bi hev re dijîn.” 
 
‘EM XWIŞK-BIRATIYÊ DIHÛNIN’
 
Bakirhan, bi bîr xist ku dema parlamenterê wan George Arslan bi suryanî, parlamenter Bêrîtan Guneş bi kurdî û Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Meclisê bi erebî diaxiviyan mîkrofana wan hate girtin û wiha domand: "Ji bo hemû ziman û baweriyên vê erdnîgariyê neyên tunekirin û asîmîlekirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yên ku ziman û baweriyan tune dikin jî em hewaleyî wijdana gel dikin.” 
 
Bakirhan, ji jin û ciwanan pirsa “Gelo hûn kar peyda dikin?” kir û girseyê bi yek dengî got: “Na.” Bakirhan, ji bo şaredarvaniya civakparêz bang li kurd, ereb û suryanên li Midyadê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li Midyadê pirsgirêka kanalîzasyon û binesaziyê nehatiye çareserkirin. Her wiha şaredarvaniya pirzimanî nekete meriyetê. Weke DEM Partî hûn dizanin em dişibin kê? Em dişibin esnafên telkariyê yên karên zîvî dikin. Em jî mÎna wan aştî û xwişk-biratiyê dihûnin. Em Tirkiyeyeke demokratîk dihûnin. Daxwaza me ew e ku hûn xwedî li namzetên me derkevin.” 
 
Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Bakirhan û şandeya pê re piştre derbasî navçeya Nisêbînê bûn. 
 

Sernavên din

20/03/2024
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar