Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were

  • rojane
  • 13:12 24 Sibat 2024
  • |

ÎDIR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku qeyûman pergala mafyayê ava kirine û heqê gel dixwin. Hatîmogûllari, wiha got: “Dema me qeyûm şandin, dê careke din demokrasî li bajarên me vegere.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di hevdîtina gel a li navçeya Kulpê ya Îdirê de axivî. Beriya hevdîtinê, Hatîmogûllari ji hêla namzetên hevşaredariyê Kader Yîgîtalp û Îsmet Îlkutlu û partiyiyan ve di ketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin. 
 
Hatîmogûllari bi stranên hilbijartinê yên partiyê keta navçeyê û welatiyên li ber rêyan û li baxçeyên malên xwe silav kir. Welatiyan jî Hatîmogûllari bi coşeke mezin silav kirin. Hatîmogûllari li cihê hevdîtinê bi stran, tililî û nîşaneyên serkeftinê hate pêşwazîkirin. Jinên tev li hevdîtinên de cilên herêmî li xwe kiribûn û fularên kesk, sor û zer li xwe kiribûn. Di hevdîtinê ji ewil namzetên hevşaedariyê axivîn û gotipn ku dê navçeyê bi hev re birêve bibin. Eleqeyeke zêde ya girseyê ji bo namzetan hebû. 
 
BILA ENQERE VÎ DENGÎ BIBIHÎSE!
 
Piştre jî Hatîmogûllari axivî û bal kişand ser zextên ser patiya wan. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Hatîmogûllari jî wiha bersiv da girseyê: “Vaye bila Enqere vî dengî baş bibihîse û bizane ku girtina partiyan nabe çareserî.” 
 
BERTEK NÎŞAN DA
 
Hatîmogûllari, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “Gel serî li ber vê zîhniyetê natewîne. Qeyûman, weke karê ewil kurdî qedexe kirin û saziyên jinan girtin. Di sedsala 21’emîn de carnan tenê rojê saetekê avê didin vê derê. Gelo ma dibe mirov vê qebûl bike? 
 
Her cara ku baran dibare jî navçe di nava heriyê de dimîne. Xelkê navçeyê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike lê AKP’ê çandiniya welêt serûbin kir. Lê heke piştgiriyê bidin xelkê navçeyê, heke kooperatîf bên avakirin, dê xelkê navçeyê gelek tiştên baş bike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêka jî dê namzetên me bi alîkariya we bên hilbijartin. 
 
Gelê kurd ji bo hemwelatiya wekhev gelek bedel dan. Xwedî li DEM Partiyê derkevin. Xwedîderketina li DEM Partiyê, xwedîderketina li xwe û nasnameya xwe ye. Banga min ji bo xelkê navçeyê ye; bi şev û roj bixebitin, mal bi mal bigerin û bixebitin. Em ê di şeva 31’ê adarê de li vê qadê serkeftinê pîroz bikin.” 
 
LI QADÊ HATE PÊŞWAZÎKIRIN
 
Hatîmogûllari piştî axaftina xwe, li gel dayikan buroya hilbijartinê vekir. Piştre jî bi welatiyan re govend gerand. Hatîmogûllari piştre ji bo bernameya li navenda Îdirê bi rê ket. Hatîmogûllari di ketina navendê de bi konvoyê hat pêşwazîkirin. Hatîmogûllari li Qada Zagrosê bi dahol û zirneyê hat pêşwazîkirin. 
 
Hatîmogûllari li vir axivî. Hatîmogûllari got ku partiyî û welatî bi şev û roj dixebitin. Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk. 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku dê texrîbatên qeyûman rê li ber vekirine yek bi yek çêbikin û wiha pê de çû: “Li her cihê qeyûm lê hene dizî, talan û dijminatiya li kurdan heye. Li Îdirê mafya ava kirine û heqê xelkê Îdirê dixwin. Tenê li Îdirê 500 milyon lîre deyn heye. Vaye qeyûm ev e, dizîker û talanker in. Lê dema me şaredarî bi dest xist, dê feraseta şaredariya pir zimanî bixin meriyetê. Dê payerêyan çêbikin, binesaziyê xurt bikin, ji bo teşwîqkirina sewalkariyê projeyan pêş bixin û karê me yê ewil xurtkirina hilberînê ye. Dê deriyên şaredariyê heta dawiyê li ber jin û ciwanan vekin. Dê xizmeteke herî baş ji jinan re were kirin. Ji ber ku me dirûşma Sakîneyan, Jîna Emînîyan a ‘jin, jiyan, azadî’ ji xwe re esas girtiye.” 
 
‘HILBIJÊRÊN XEYALÎ’
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “AKP’ê şaredariyên bi dest nexistî jî bi rêya qeyûman stand. Ji bo qeyûman serî li her rêyê didin. Leşker li vir bi cih kiriye û dixwaze Şaredariya Îdirê bi saya wan wergire. Em jî dê li dijî van bi şev û roj bixebitin. Em ê bang li xizmên xwe yên derveyî bajar bikin ku bên û dengê xwe bidin. Em ê li dijî pergala qeyûm, şaredarvaniya demokratîk bixin meriyetê. Dê demokrasî bê Îdirê. Hêza gel ji ya qesrê mezintir e. Ez ji niha ve serkeftina we pîroz dikim.”
 
Piştî axaftinê, Hatîmogûllari tevî gel ji bo vekirina buroya hilbijartinê dest bi meşê kir. Di meşê de esnaf û welatî silav kir. Welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê silav dan Hatîmogûllari. Di meşê de gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate berzkirin û piştî vekirina buroyê jî Hatîmogûllari ji bajar derket. 
 

Sernavên din

18/03/2024
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin