‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’

SÊRT – Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Dihê ya Sêrtê Evîn Ertan û Huseyîn Oktayi diyar kirin ku şaredarê heyî yê AKP’yî tenê ji bo malbata xwe dixebite û gotin: “Em ê serbikevin û em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê û Dihê bikin.”

Navçeya Dihê ya Sêrtê ku şaredariya wê ji 2015’an û vir ve bi destê qeyûm û AKP’ê tê birêvebirin, ketiye nava atmosfera hilbijartinê de. Navçeya Dihê di navbera Şirnex û Sêrtê de dimîne û girêdayî Sêrtê ye. Dihê ku di kontara Çiyayê Çiravê de hatiye avakirin, bi temamê xwe ji kurdan pêk tê û ji van kurdan jî, ji sedî 90 kurdên koçer in. Jiyana koçeran ku di Kurdistanê de cihekî gelek taybet û girîng digire li navçeyê xwe nîşan dide. Lê ji ber ku 4 salan qeyûm û ev 5 sal in jî AKP şaredariya Dihê bi rê ve dibe, çanda koçertiyê ber bi xilasbûnê ve diçe. Gelek malbatên koçer, ji ber sedemên aborî û civakî dest ji koçertiyê berdane û bûne esnaf, karker, xebatkar û gelekan jî barkirine metrepolan. Ji bilî vê yekê li navçeyê pirsgirêkên (doğal gaz), binesazî û nebûna derfetên kar hene û ev jî dibe sedema kêmbûna nufûsê. Her wiha nufûsa ciwanan ya li bajêr ji sedî 90 kêm bû ye. Ciwan ji ber sedemên kar nedîtinê, tunebûna aktivîteyên civakî û hunerî ber bi metrepolan an jî Ewropayê ve diçin. Lewma Dihê ji rihê ciwantiyê dûr ketiye. 
 
Navçeya Dihê di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de xwedî cihekî gelek taybet e. 15'ö Tebaxa 1984’an yekemîn çalakiya PKK’ê ya çekdarî li Dihê hatiye kirin û ji vê dîrokê ve li Kurdistan û Tirkiyeyê şereke dijwar diqewime. Nêzîkbûna desthilatê ya li dijî aşitiyê vî şerê dijwar her ku diçe kurtir dike. Polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê rê li ber aşitiyê digire û zirareke mezin dide Kurdistanê. Lewma navçeya Dihê jî para xwe ji vê zirarê digire û ev polîtîkayên ewlehiyê dibe sedema xelasbûna çanda koçertiyê, kêmbûna nufûsê û koça ciwanan. Ji 2007’an û vir ve nufûsa navçeyê di navbera 18 hezar û 20 hezar de tê û diçe. Di sala 2007’an de nufûsa Dihê 19 hezar 447 bû û heta sala 2010’an ev hejmar daket 18 hezar 577’an. Di 2011’an de nufûsa navçeyê dîsa derdikeve 19 hezar û 424’an û heta sala 2018’an jî guhertineke mezin di hêla nufûsê de çênabe. Di sala 2018’an de nufûsa Dihê dibe 20 hezar 513 û di sala 2022’an de dîsa dikeve 17 hezar 938’an. Nufûsa Dihê ya niha jî 20 hezar û 011 ye û 6 hezar û 821 hilbijêrên wê hene.
 
JI 2009’AN HETA 2019’AN DANEYÊN HILBIJARTINÊN HERÊMÎ
 
Navçeya Dihê di hilbijartinên 2009’an de xwedî 4 hezar û 364 hilbijêran bû û ji van hilbijêran jî 3 hezar û 646 kes çû ser sindoqan. Li gorî encamên fermî namzetê Partiya Civaka Demokrat (DTP) Mehmet Melîh Oktayi, hezar û 994 deng hilgirt û bi rêjeya ji sedî 54,6’an bibû hevşaredar. Di hilbijartinên 2014’an de jî namzetê hevşaredariyê yê Partiya Demokrasiyê û Aşitiyê (BDP) Huseyîn Kiliç û Eda Kîlîs ji 4 hezar 774 hilbijêran 2 hezar û 089 deng hilgirtibûn û bi rêjeya ji sedî 52,3’yan bibûn hevşaredar. Lê di 26’ê tebaxa 2015’an de polîsan di ser mala hevşaredar Huseyîn Kiliç de girt û bi hinceta “li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal xweserî îlan kiriye” binçav kirin. Wezareta Karên Navxweyî, Kiliçê ku cezayê hefsê yê malê lê hatibû birîn, di 8’ê îlona 2015’an de ji kar dûr xist. Piştî vê biryara wezaretê hevşaredar Eda Kîlîs ji hêla Meclîsa Şaredariyê ya Dihê ve weke şaredara nû ya fermî hat hilbijartin. Lê belê di 11 îlona 2016’an de bi hinceta “alîkarî û piştgirî daye PKK/KCK’ê” 2 sal ceza li Kîlîs jî hat birîn û ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hat durxistin. Qeymeqamê wê demê Murtaza Dayanç bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya jimara 674’an a ku di 1’ê Îlona 2016’an de ket meriyetê, weke qeyûm hat tayîn kirin. 
 
HEZAR Û 895 HILBIJÊR LI NAVÇEYÊ HATINE VEGUHESTIN
 
Herî dawî di hilbijartinên 2019’an de partiya desthilat AKP’ê 2 hezar û 210 hilbijêr veguhestin navçeya Dihê û vîna gelê Dihê bin pê kir. Namzetê şaredariyê yê AKP’ê Cevher Çîftçî ku ji 6 hezar û 434 hilbijêran 3 hezar û 304 deng hilgirtibûn, bi hilbijêrên li navçeyê hatine veguhsetin û dengên polîs û leşkeran jî bi rêjeya ji sedî 64,7’an bibû şaredar. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Celîle Babaoglu û Mahfûz Atabay jî hezar û 664 deng hilgirtibûn û bibûn partiya duyemîn. Her wiha AKP’ê di vê hilbijartinê de jî hezar û 895 hilbijêr veguhestine navçeya Dihê. 
 
‘EZ BAWERIM KU EZ Ê SERKEFTÎ BIM’
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dihê Evîn Ertan (21) diyar kir ku ew ji gundê Êrs a Dihê ye û li Dihê ji dayik bûye û mezin bûye. Ertanê anî ziman ku wê li Dihê xwendina xwe qedandiye û ji ber zehmetiyên aborî heta lîseyê tenê kariye bixwîne. Ertanê bi lêv kir ku ew keça siyasetmedar Rêber Ertan e ku bi salan li Dihê di warî sîyasetê de ked daye û wiha got: “Piştî wefata bavê xwe min xwest ku ez li ser şopa wî biçim û lewma ketim nava siyasetê. Yekem ketina min a siyasetê ye û ez hinekî bi kelecan im. Dema ku min bi çavê welatiyekî Dihê li vê derê mêze kir, min gelek kêmasî dîtin û min fêm kir ku li vir pêdivî bi gelek xebatan heye. Li gorî min divê niştecihekî Dihê li vir bi rê ve bibe. Min barekî mezin girtiye ser milê xwe, haya min jê heye. Dihê devereke xweş e û bi qasî xweşiya xwe zehmet e jî. Lê ez bawerim ez ê serkeftî bim. Lewma ez hatim ku Dihê bixemilînim.”
 
PROJEYÊN XWE YÊN JI BO BAJÊR RÊZ KIR
 
Bi domdarî Ertanê anî ziman ku jinên ji Dihê nikarin bi serbestî di nava kolanan de derbas bibin û diyar kir ku ev pirsgirêk ji berê ve didome. Ertanê da zanîn ku ew jî weke jineke ji Dihê hatiye ku dawiya vê hişmendiyê bîne û got ku dê êdî jin karibin bi awayekî azad tevbigerin. Ertanê bi lêv kir ku ji bilî memûran jin niha tenê dikarin karê malê bikin û wiha berdewam kir: “Ez dixwazim ji bo jinên me kooperatîfan ava bikim û qursên bikaribin xwe pêş ve bibin û xwe bêtir nîşan bidin vekim. Jinên me ji bo me bi qîmet in, çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin. Li Dihê pirsgirêka (doğal gaz) heye. Ger ew derfet bê dayîn, projeyek me heye ku em (doğal gaz) bînin. Her wiha em difikirin ku ji bo zarokên nûbûyî jî pakêtan amade bikin. Em ê alîkariyê bidin malbat, esnaf û ciwanan. Em ê li ser çandiniyê jî bixebitin. Ji bo welatiyên xwe yên ku şîna wan heye, em ê alîkariya xwarinê bikin. Her wiha em li ser vekirina tekstîlê û çêkirina îstîhdamê difikirin. Ji ber ku derfetên kar nînin, ciwan naxwazin li Dihê bimînin. Aktivîteyên civakî ji bo ciwanan nayên kirin û ji ber van sedeman ciwanên me zêdetir derdikevin derve. Em naxwazin ciwan ji Dihê derkevin. Em ê bi hev re navçeya xwe mezin bikin û ji bo ciwanan tiştên baş bikin.”
 
‘BILA LI DIHÊ HILBIJARTINEKE ADIL PÊK BÊ’
 
Ertanê bang li gelê Dihê û hilbijêrên hatine veguhestin kir û diyar kir ku bila li Dihê hilbijartineke adîl pêk bê. Ertanê anî ziman ku yên ku serdikevin bila bi awayekî adîlane ser bikeve, ne bi dizî û xapandinê. Ertanê diyar kir ku bila gelê Dihê biryara xwe bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek hûn jî dizanin Şaredariya Dihê niha di destê partiyeke din de ye. Ew bûdçeya ku ji bo şaredariya me tê rêkirin, tenê ji bo beşekî civakê tê xerc dikin, ji bo gelê xwe xerc nakin. Em ê hemû butçeya ku ji şaredariyê re tê ji bo gelê xwe bi kar bînin û ji ber vê yekê em li vir in. Em, ji bo ku şaredariyên xwe dîsa bi dest bixin tên. Dixwazim ji gelê Dihê re van tiştan bibêjim. Werin em bibin yek, destên xwe bidin hev û dîsa Dihê bi dest bixin.”
 
JI SALA 1994’AN Û VIR VE DI NAVA SIYASETÊ DE YE
 
Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Dihê Huseyîn Oktayi bi lêv kir ku ew ji gundê Kêverê yê girêdayî Dihê ye û zarokê wê axê, zarokê Çiravê ye. Oktayi bi bîr xist ku wî di sala 1994’an de dest bi siyasetê kiriye û di sala 1999’an de ketine di nava hewldana avakirina Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP). Oktayi da zanîn ku wan di sala 2001’ê de bi 7 kesan li Dihê DEHAP ava kirine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Me heta 2004’ê xebatên xwe domandin û ez wê salê bi “alîkarî û piştgiriya rêxistinê” hatim sucdar kirin û ketim girtîgehê. Bi qasî 6 mehan di girtîgehê de mam û piştî derketim jî cihê ku tê de mabûm min xebatên xwe domand. Di sala 2006’an de dîsa ez bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatim girtin û 10 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. 7-8 girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê geriyam û di sala 2016’an de hatim berdan. Heta mêvan xelasbûn hefteyekê, deh rojan li malê rûniştim û min dîsa dest bi xebatên xwe kir. Her wiha min vê serdema çûyî hevserokatiya HDP’ê ya navçeyê kir. Niha jî hem gelê me hem jî partiya me em layiqî vê peywirê dîtin. Çi bikeve li ser milê me ku em karibin bibin layiqê navê Dihê, berxwedan û gelê Dihê, em ê bikin.”
 
‘TENÊ JI BO MALBATA XWE XEBITIYE’
 
Di berdewamiyê de Oktayi, bal kişand hilbijêrên li navçeyê hatine veguhestin û bi bîr xist ku serdema borî jî, dîsa bi hilbijêrên li navçeyê hatine veguhestin AKP’ê şaredarî standiye. Oktayi diyar kir ku AKP bi vîna gelê Dihê ser neketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarê niha jî qeyûm e, lê qeyûmekî cuda ye û bi hilbijêrên li navçeyê hatine veguhestin bi ser ketiye. Li navçeyê ji aliyê ciwanan ve pirsgirêk hene. Kar nînin ku ciwan bikin û heta êvarê li qehweyan in. Jin hemû di mal de ne û ti proje ji bo jin û ciwanan ava nekiriye. Tenê bi malbatî û gundîtî fikirî ye û ji şexsê xwe û malbata xwe re xebitî ye. Ji gelê Dihê re tu tişt nekiriye. Ji ber vê yekê me jî got em ê vî barî bigirin ser milên xwe û ji bo Dihê, ji bo ciwanan, ji bo jinan derfetên kar biafirînin. Tabî em nizanin niha şaredarî di çi halî de ye, lewma em nikarin tiştekî şênber bibêjin. Lê em ê hem bi alîkariya partiya xwe hem jî bi alîkariya şaredariyên xwe yên bajar û navçeyên din hinek derfetan biafirînin ku ciwanên me berê xwe nedin metrepol û Ewropa. Salê bi sedan ciwanên me ji ber ku kar nîne berê xwe didin metrepol û bi taybetî jî Ewropa. Em dixwazin pêşiya vê yekê bigirin ku ciwan di mala xwe, di nava malbata xwe de bin.” 
 
‘ZIMANÊ ME YEK JI ÎLKEYÊN ME YÊN BINGEHÎN E’
 
Oktayi bal kişand ser pirsgirêkên girîng ên li navçeyê û diyar kir ku li Dihê di warê pirbûna avê de tu pirsgirêk nîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em ê bi projeya (arıtma) ava xwe hîn paqijtir bikin. Heta niha ji bo koçeran ti xizmet nehatiye kirin. Koçer bi giştî dema tên navçeyê sewalên xwe jî bi xwe re tînin. Em ê li derveyî navçeyê ji bo ku koçer sewalên xwe lê bi cih bikin qadan çêbikin. Bi vî awayî em ê pêşî li qirêjiya li navenda navçeyê jî bigirin. Helwesta înkarker a li hemberî kurdî ku hema bêje zimanê hemû welatiyên li navçeyê ye, nayê qebûlkirin. Dema em hatin em ê li her qadên şaredariyê kurdî bi kar bînin û xizmeteke pirzimanî ji welatiyan re bikin. Bi vî awayî fikara 'Ez bi tirkî nizanim, ez ê karê xwe yê li şaredariyê çawa çêbikim?' jî dê ji holê rabe. Zimanê me yê zikmakî yek ji îlkeyên me yên bingehîn e, lewma ez ji bo kurdî ti sozan nadim. Em ê li her qadê û di her karê xwe de zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin. Ji xwe tişta rast jî ev e.”
 
‘XIZMET BI PARTIYÊ HATIYE DIHÊ’
 
Oktayi da zanîn ku dê vê hilbijartinê de miletê Dihê, tevahî gelê kurd ên li Kurdistan û metrepolan jî dê xwedî li vîna xwe û zimanê xwe derbikevin. Oktayi diyar kir ku xebat bi şaredariyên wan hatine Dihê û bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dema di sala 2009’an de me şaredarî standî xebat hat Dihê. Bi salan e şaredarî di destê wan de ye, lê ti xizmet ji bo gel nekirine. Ketiye destê AKP, ANAP û Dogrû Yolê de, lê li holê tiştek nîne. Yên hatî tenê şexsî fikirîne û ji bo malbatên xwe xebitîne. Gel tev jî dibêje ku bi partiyê re xizmet hatiye Dihê. Em jî vê sozê didin gelê Dihê ku em ê li ser van xizmetên partiyê berdewam bikin. Dîsa em soz didin gelê xwe, em ê xizmeteke wisa bikin ku di hilbijartineke din de li hemberî partiyê namzet dernekevin. Heke derbikeve jî nekare bibe rakîbê me û partiyên wan bibin partiyên tabelayê.”
 
‘BILA HERKES LI DERDORÊ XWE KESEKÎ ÎKNA BIKE’
 
Oktayi bi lêv kir ku çi derfetên şaredariyê hebin ew ê ji bo gelê Dihê bi kar bînin. Oktayi, diyar kir ku gelê Dihê gelekî feqîr e û got ku li gorî derfetên şaredariyê kê bê deriyê şaredariyê dest vala venagere. Oktayi, bi bîr xist ku şaredarî şaredariya gel e, ne ya malbatekî yan jî ya axayekî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Navekê Dihê heye û em jî dixwazin bibin layiqî vî navî. Ez li vir bang li gelê Dihê û kesên ku dengê wî li Dihê dikim. Alîkariya me bikin û ji bo ku em fûl bistînin herkes di malbata xwe de, di nava hevalên xwe de kesekî îkna bike. Bila AKP-MHP yek deng jî nestîne. Em soz didin em ê hewl bidin ku bibin layiqî hemû gelê xwe yê mezlûm, gelê Dihê û Çiyayê Çiravê. Em zanin li her derî hezkiriyên Dihê û Çiravê hene, em ê serbikevin û em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê û Dihê bikin.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

18/03/2024
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin