Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin

  • rojane
  • 17:02 19 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Riha û Stenbolê bernamzetên şaredariyên yên DEM Partiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hezaran kes tev li vekirinên buroyan bû û peyama “şandina qeyûman” dan.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê adarê de, li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekir, ji bo namzetên şaredariyan, çalakiyên pêşwazîkirinê li dar xist. Hezaran kes tev li vekirina buroyên bûn. 
 
WAN
 
Li navçeya Erdîşa Wanê yekem buroya hilbijartinê hate vekirin. Sedan kesên di têketina navçeyê de kom bûne, bi dahol zirneyê govend gerandin. Girseya ku namzet jî tê de bû, konvoyeke mezin ava kir. Welatiyên li derdor bi rakirina destan û çepikan, ajokaran jî bi lêdana kornayan, konvoyê pêşwazî kirin. Piştî tura konveyê li pêşiya buroyê hezaran kes kom bûn.  
 
Namzeta Hevşaredariya Erdîşê Guler Temel anî ziman ku bi hincetên vik û vala qeyûm li şaredariyên wan hatine tayînkirin û wiha axivî: “8 sal in ku şaredariyê bi destê qeyûm kontrol dikin. Tehemûla wan ji bo dareke ku hevalên me çandine jî tune. Çi hebe hewl didin ji wê derê rakin. Gelek mirovan ji kar avêtin û wan bêaş hiştin. Karê xebitîna înşaetan li ciwanan rewa dîtin. Ev ne çarenûsa me ye.” 
 
Hevşaredar Baran Bîlîcî jî da zanîn ku ew ê di hilbijartinê de bi ferqeke mezin bi ser bikevin û got: “Em ê partiya desthilatê bikin partiya tabelayê. Ew dema ku xebata hilbijartinê dikin dibêjin ‘Em ê we ji qeyûman xelas bikin’. Heke hûn biçin, em ji her tiştî xelas bibin. Em ê ji her derê re xizmeteke wekhev bibin. 
 
Namzetê Hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî wiha got: “Em ê Şaredariya Erdîşê bistînin, qeyûm bişînin. Ev qade mizgîniya rizgariya hevalên me yên li sirgunê, dide me. Hevalên me di girtîgehan de dîlgirtî ne. Gelê me tim li partiya xwe, li îradeya xwe xwedî derdikeve. Ev qad mizgîniya azadiya Rêberê gelê kurd jî dide. Li ser Rêberê vî gelî, ev 3 sal in tecrîdeke bêhiqûqî, bêexlaqî heye. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Pêdiviya civakê aştî ye. Me vê yekê jiya û me tecrube kir. Dema ku tecrîda ser birêz Ocalan redibe, hêviya aştiyê çêdibe. Ji ber wê tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin, aştiya civakî pêk bînin.”
 
Hevseroka DEM Partiya Wanê Gulşen Kurt ev tişt anî ziman: “Em ê di hilbijartina 31’ê adarê de kilîdên deriyên zindanan bişkînin. Em ê îradeya gelê kurd nîşanî wan bidin. Em ê qeyûman bişînin li malên wan.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha got: “Bila AKP’î baş bizanibin ku ev ax, axa Kurdistanê ye. Dê gelê Erdîşê li dijî vê dijminatiyê serê xwe netewîne.” 
 
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê û namzetên hevşaredariyê, bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekirin. 
 
RIHA
 
Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê, namzetên hevşaredariyê yên bajêr û navçeyan, bi awayeke girseyî pêşwazî kir. Namzetên hevşaredariyê yên duh li Enqereyê tev li bernameya danasînê bûne, vegeriyan bajêr. Namzetên ku di têketina bajêr de bi sedan wesayîtan hatin pêşwazîkirin, bi girseya kom bûyî re di nava bajêr de tur avêtin. Berî ku tur were avêtin namzetên şaredariyê di qadeke li taxa Badîllî ya navçeya Karakopruyê gel silav kirin. Parlamenterên bajêr Omer Ocalan, Mîthat Sancar û Dîlan Ayan Kunt, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk ên civakî û gelek welatî tev li pêşwazîkirinê bûn. Bernameya pêşwazîkirinê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. 
 
Piştî hevserokên DEM Partiyê û DBP’a bajêr gel silav kirin, Parlameterê DEM Partiyê Mîthat Sancar destnîşan kir ku Meşa Azadiyê berdewam dike û wiha axivî: “Riha di hilbijartinên herêmî de ji bo çareseriya demokratîk dê bi awayeke xurt îradeya xwe dane holê. Em ê feraseta revberiyeke mînak a xwecihî bi Tirkiyeyê bidin qezenckirin. Em ji bo ku feraseteke demokratîk a şaredariyê bi Rihayê bidin qezenckirin tên. Dem dema Rihayê ye.” 
 
‘JI BO RIHAYÊ DEMA DEMÊ YE’
 
Piştre Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a DEM Partiyê Gulser Yildirim bal kişand ser girîngiya dîroka Rihayê û got: “Riha axa ku roja me jê hilatî ye. Ji roja me re hezar silav. Ji axên rojê, silav ji girtiyên ketina greva birçîbûnê re. Êdî ji bo Rihayê dema DEM’ê hatiye. Em ji bo ku feraseta tekane ji holê rakin tên. Baweriya me temem e. Em bi gelê xwe bawer in. Zana dibêje ‘Jin azad be, dê civak azad be’, em ji bo azadkirina civakê amade ne.” 
 
‘ÊM XURTTIR IN’
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê DEM Partiyê Celalettîn Erkmen jî girseyê bi sê zimanan silav kir û wiha got: “DEM dema me ye. Em êdî ji bo feraseteke takane bi dawî bikin, şûna wê feraseta rêveberiya demokratîk bidin qezenckirin tên. Em ji her dêmê bêhtir xurt in. Em ê bi hev re, li dijî feraseta derveyî demê û me tune dihesibîne, dê şaredariya demokratîk ava bikin. Em rêhevalên ku dibêje ‘An em ê azad bijîn, an jî em ê vê jiyanê wekî ku nehatiye jiyîn bihesibînin’ in. Em bibiryar ku Rihayê bigihînin aramiyê. 
 
Piştî axaftinan di nava bajêr de bi sedan wesayîtan konvoy hate avakirin û tur hatin avêtin. Li her cihê ku konvoy jê derbas bûye, welatî destên xwe rakirin û bi tililiyan piştgirî dan. Konveya bi saetan dom kiriye li pêşiya avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya li Xaçerêya Ûçaksavar a li navçeya navendî ya Xelîliyeyê bi dawî bû. 
 
STENBOL
 
Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li navçeya Sancaktepeyê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêxistinên navçeyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestdan (ESP) Ozlem Gumuştaş, rêxistinên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan û gelek welatî tev li aktîvîteya ku coşeke mezin lê hebû, bûn. 
 
Beriya pêşwazîkirinê bi sedan kes beriya çend saetan bi çepik, tilîlî û stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê re govend gerandin. Di govendên ku jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” digerandin de alên DEM Partiyê hatin hejandin.
 
BI DIRÛŞM Û KULÎLKAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN 
 
Girseya Daniş Beştaş û Çepnî bi çepik, tilîlî û kûlîlkan pêşwazî kir, her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. Welatiyan li gel stranên kurdî govend gerandin.
 
KONVOY ÇÊKIRIN 
 
Pişt re girse bi konvoyê bi çepik, tilîlî û hejandina alên DEM Partiyê derbasî navçeya Arnavûtkoyê bûn. Girseya ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya namzetên hevşaredariyê li vir bikin bi rê ket, di tevahiyê rê de bi xistina qorneyan û îşareta serkeftinê hate silavkirin. 
 
MÊRDÎN
 
DEM Partiyê li navçeya Kerborana Mêrdînê bi coşeke mezin buroya xwe ya hilbijartinê vekir.
 
Li bajêr beriya vekirinê bi wesayîtan geriya, gelek welatî li qada bajêr hatin cem hev û ji bo vekirina buroya hilbijartinê meşiyan. Di tevahiya meşê de welatiyên derdorê bi çepik û nîşaneyên serketinê piştgirî dan namzetên hevşaredaran.
 
Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, hevserokên DEM û DBP'ê yên Mêrdînê, namzetên hevşaredarên Bajarê Mezin Ahmet Turk û Devrîm Demîr, namzetên DEM'ê yên Şaredariya Kerboranê Asya Gezer û Ramazan Akin û gelek welatî beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
 
Buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aştiyê û Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk ve hat vekirin.
 
Piştî axaftinan li ber def û zurneyê govend hat gerandin. 

Sernavên din

17/03/2024
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan