Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû

NAVENDA NÛÇEYAN  - Di çalakiyên Nobeta Edaletê de “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li du baskan didome hate silavkirin. 
 
Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatine destpêkrin îro jî berdewam kirin. Di çalakiyên îro de çalakvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” hatin silavkirin. 
 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 60’an de berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
Nivîskar Heval Dilbihar di serdanê de axivî û got ku li dijî kesên bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewl didin têkoşînê têk bibin ji duh îro berxwedaneke mezin tê raberkirin û hemû cîhan jî bûye şahidê vê berxwedanê. Dilbihar, wiha domand: “Gelê kurd ev demekî dirêj e ji bo azadiya xwe têkoşîneke bêhempa raber dike. Û vê têkoşînê heta astekî destkeftî bidestxistiye. Lê îktîdar hewl dide vê têkoşînê têk bibe. Gelê kurd tevî zext û zilmê jî têkoşîna xwe ya azadiyê mezin dike. Yek ji qadên ku ev têkoşîn lê mezin dibe jî girtîgeh in.” 
 
‘GELÊ KURD DÊ BI TÊKOŞÎNÊ AZAD BIBE’ 
 
Dilbihar, anî ziman ku ji bo şikandina tecrîdê divê her kes tev li çalakî û xwepêşandanan bibe û wiha domand: “Gelê kurd dê bi têkoşînê azad bibe. Nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar, bi kurt û kurmancî divê her kes xwedî lê derkeve. Ev çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê tên kirin gelek binirx û watedar in. Em li gel xizmên girtiyan, meşvanên azadiyê û girtiyên xwe ne. Banga me ji bo her kesî ye; rabin ser pêyan û ji bo ziman, nasname, huner û çanda xwe tev li vê meşê bibin û bibin piştevanên qêrînên ji bo edaletê.” 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî kete meha duyemîn. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan mîna her roj pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê û endamên Meclisa Şaredariya Rezanê hatin serdana çalakvanan. 
 
Hevserokê Şaxa EMO ya Amedê Ufuk Bulut di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bila girtiyên nexweş bên dermankıirin û yên cezayê wan xelas bûyî jî bên berdan.” Çalakvanan jî “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de hatiye destpêkirin silav kirin û banga tevlibûnê kirin. 
 
Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û stranên kurdî hatin gotin. 
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de Nûnertiya DBP’ê ya Egeyê ya li Îzmîrê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin û nobet di roja 18’an de berdewam kir. 
 
Di çalakiyê de pankartên “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Li dijî tecrîdê berxwedan" vekirin. Rêxistinên DEM Partiyê yên Denîzlî, Bodrum û Bayrakliyê û endamên Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Îzmîrê hatin serdana çalakiyê. 
 
MEŞA AZADIYÊ HATE SILAVKIRIN
 
Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Wan û Qersê hatiye destpêkirin silav kir. Yalçin bang li hemû gelan kir ku piştgiriyê bidin meşê û wiha got: “Hêvîdarim ku meşa azadiyê bi xwe re aştî û rakirina tecrîdê bîne.” 
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê Bulent Karakaş jî bal kişand ser mafdariya Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Qêrîna dayikan a li vê derê pir girîng e. Em dixwazin civakeke di nava aştî û azadiyê de dijîn bin. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li dijî tecrîdê aştiyê, li dijî şer aştiyê û li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin.” 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 52’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Di çalakiya beşdarbûneke zêde lê hebû de rêveberên Rêxistinên DEM Partiyê yên Şîşlî û Bayrampaşayê, ANYAKAY-DER’ê û gelek welatiyan piştgirî daye. Di nobetê de peyama heta ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê çalakî berdewam bike hate dayîn. 
 
Çalakiya nobetê bi klamên ku dengbêjan gotin û çepikan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 61’emîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê nobeta îro dewr girt. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Yek ji ciwanan Delal Bûlût, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazên ciwanan e. Bûlût, bi lêv kir ku tecrîd hem li dijî gelê kurd hem jî li dijî ciwanan tê pêkanîn û wiha got: “Em ê polîtîkayên şer pûç bikin. Heta ku berxwedana me bigihe serkeftinê dê berdewam ikbe. Em weke Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji vir careke din bi lêv dikin ku; Heta ku birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê berxwedana me berdewam bike. 
 
Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Îro gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de li ser “Meşa Mezin a Azadiyê” nirxandin hatin kirin. Kesên tev li Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku dê Meşa Azadiyê mezintir bikin. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ji bo Nobeta Edaletê li avahiya DBP’ê ya Bajar hatin gel hev. Çalakî di roja duyemîn de dom kir û gelek kes hatin serdanê. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun û gelek kes hatin serdana nobetê. Serdanên welatiyan di tevahiya rojê de berdewam kir û dirûşmên “ “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Serok Apo” û Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên bajar Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk ji bo çalakiyê banga hestiyariyê û têkoşînê kirin. 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin li avahiya komeleyê dom kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû îro hate serdana nobetê. Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” ve “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Turkoglû, di çalakiyê de wiha got: “Banga ‘bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin’ tê kirin. Ji ber ku derhiqûqtiyek heye. Dema îro bang li wezaretê tê kirin, jê re tê gotin ku bi qanûnên xwe bikin. Ev bêhiqûqtî êdî veguheriye feraseta rêvebirinê. Daxwaza me aştiyeke birûmet e. Ji bo vê jî divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ji bo vê divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.” 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî got ku heta tecrîd tê rakirin û grevên birçîbûnê bidomin dê têkoşîna wan jî bidome. Eren, diyar kir ku daxwaza wan aştî ye. 
 
Nobet bi gerandina govendê û stranên dayikan berdewam kir. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/03/2024
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît