ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN

img
* Komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku yekemîn destwerdana hêzên global ya li Rojhilata Navîn bû, sala xwe ya 25’an temam kir. Di vê pêvajoyê de ku Ocalan wê wekî “Ez li çarmixê hatim xistin" bi nav kir, wê tesfiyeya ku hêzên komploger dixwestin pêk nehat. 
 
* Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê 31 sal in di girtîgehê de ye, 3 car in berdana wî tê taloqkirin. Abdullah Zenger ku bavê xwe di nava çar diwaran de nas kiriye wiha got: "Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe me." 
 
* Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk bi bîr xist ku gelê kurd demekî dirêj e li dijî tecrîdê li ber xwe dide û wiha got: “Tevgerên sosyalîst weke ku tecrîd di jiyana wan de nîne tevdigerin. Tecrîd di nava jiyana me de heye û divê sosyalîst berpirsyariyê qebûl bikin.”
 
* Sewalkarên wanî destnîşan kirin ku ji ber bihayê alif û kayê nikarin karê xwe bikin û anîn ziman ku berpirsyarê vê yekê desthilat e.  
 
* Serokê ÇEVDER’ê Alî Kaçik destnîşan kir ku ekolojiya erdnîgariya Kurdistanê ev 40 sal in bi awayekî sîstematik tê qirkirin û anî ziman ku qeyûmê Wanê li ser 8 qadên avî “Bexçeyên Milet” da çêkirin.
 
* Rojek beriya berdana Firat Ege yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî hate taloqkirin. 
 
* Dadgehê di sedema xwe ya ji bo cezayê li Selçûk Mizrakli birî de, îdiayên îtirafkar Hîcran Ayverdiyê yên bi qeydên SGK'ê hatibûn derewandin esas girt. 
 
* Di erdhejê de li Rihayê xesar gihiştibû 8 hezar û 231 avahiyan. Ji nîviya zêdetirî van avahiyan nehatin hilweşandin û 400 avahiyên dê li şûna wan bihatina avakirin jî nehatin avakirin. Sekreterê Bajar ê TMMOB’ê Fîkret Çakir got ku krîza hewînê didome. 
 
* Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku ji ber stratejiya Tirkiyeyê ya “bikevê, paqij bike, bimîne” têk çû kete nava hewldanên lêgerînên nû û wiha got: “Ji bo van planên xwe bi tena serê xwe pêk bînin PDK tê ra nake. Ji ber wê yekê dê hewl bide Îran, Iraq û Sûriyeyê bikişîne cem xwe.”
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê li dar xistin. (10.00) 
 
* Danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê 18 rojnamevanan de li Amedê hatiye vekirin, dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00) 
 
* Li Qers û Wanê dê starta “Meşa Azadiyê ya Mezin” bê dayîn. (10.00-12.00) ZINDΠ
 
* Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin û çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. (11.00) 
 
* Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê dê têkildarî Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Bûrsayê dê têkildarî “Meşa Azadiyê” li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00) 
 
* Rêxistinên hiqûqê dê ji bo Can Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin li ber Edliyeya Sihhiye ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00) 
 
* Têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dê li Îzmîrê li pêş DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn. (15.00) 
 
 

Sernavên din

01/03/2024
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît