‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’

  • rojane
  • 16:41 19 Çile 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. Di peyamên çalakiyê de hat gotin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan, jehrkuja tecrîda li welêt belav dibe ye. 
 
Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatine destpêkirin îro jî berdewam kirin.
 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Edeneyê îro serdana çalakvanan kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyan kirin. 
 
AMED 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 46’an de berdewam kir. Dayikên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û bi stranên gotin destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe bidomînin.
 
Nobet bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” û bi stranên kurdî berdewam kir. 
 
ÎZMÎR
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam kir. Di nobetê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Jinart Huner, rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Seferîhîsar û Çeşmeyê û parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin serdana çalakvanan kir. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan, bertek nîşanî gotinên gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da.
 
Dayik Yagmekan axaftina xwe wiha domand: “Mirovên me hatin windakirin, 30 sal in li ku ne em nizanin. Bi hezaran mirovên me wiha hatin qetilkirin. Li Mêrdînê leşkeran em li qadan kom dikin, gundî digirtin û dibirin. Bi mehan me nedizanî ka li ku ne, dema me dipirsî jî nedigotin. Malên me hilweşandin û sotin. Herkes neçar ma ku koç bike. Ev merdane bûn? Kuştina zarok û jinan merdane ye?”
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî bal kişand ser şer û pevçûnên berdewam dikin û wiha got: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêkeke nava Tirkiyeyê ye, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Tecrîd jî li ser vê yekê pêş dikeve. Em naxwazin komkujiyên di dîroka me ya 100 salan de pêk hatin di vê sedsalê de jî pêk bên.”
 
STENBOL 
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, di roja 38’emîn de li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Jinên ku tev li çalakiyê bûn, stranên kurdî gotin. Kesên serdana çalakiyê kirin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin. 
 
WAN
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 46’an de berdewam kir. Komîsyona Taxa Esenlerê serdana nobetê kir û tevahiya rojê serdana saziyên cuda berdewam kir. 
 
‘EM Ê BI PARADÎGMAYA OCALAN JI TECRÎDÊ RE BIBIN BERSIV’ 
 
Cemîl Arman ê di nobetê de li ser navê Komîsyona Taxa Esenlerê axivî, anî ziman ku pergala tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke jehrê welat dorpêç kiriye û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan tê pêkanîn niha bandor li her derê kiriye. Jehrbira li dijî vê jehra tecrîdê hatiye pêşxistin jî paradîgmaya Ocalan a gerdûnî bûye ye. Ev paradîgmaya gerdûnî bû, li dijî zilm, zext, kapîtalîzm û tecrîdê bûye jehrbir. Me çareserî di vê paradîgmayê de dît. Paradîgma ne tenê ji bo gelên Kurdistanê ji bo hemû glean bû xeta têkoşînê xeta çareseriyê. Divê li dora paradîgmayê bibin yek û vê xeta têkoşînê berfirehtir bikin. Li dijî tecrîdê em ê bi vê paradîgmayê bibin bersiv.”
 
Dayika girtiyê nexweş Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr jî anî ziman ku edaletê dixwazin û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Gelê kurd dixwaze êdî ji birêz Ocalan agahiyê bigire. Bi salan e nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin, ne parêzer ne jî malbata wî dikare pê re bikeve têkiliyê. Niha li çar aliyê welat dayikên aştiyê û malbatên girtiyan daxwaza edaletê dikin. Divê hemû gel di van daxwazan de bibin yek û piştgiriyê bikin. Em ê li dijî şer parastina aştî û edaletê bidomînin.”
 
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin bi serdanên welatiyan berdewam kir. Çalakvanan daxwazên xwe dîsa dubare kirin. Ji çalakvanan Dayika Aştiyê Sûltan Acibuca diyar kir ku daxwaza wan tenê rakirina tecrîdê nîne û ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. 
 
Acibuca wiha got: “Ev 25 sal in em li pey aştiyê ne. Êdî bes e. Bila Serokê me azad bibe. Dema serokê em azad bû em jî dê azad bibin. Dê tirk jî kurd jî azad bibin. Dê şer nebe. Bi sala ye em bang li dayikên tirk dikin. Bila destê me li hewa nehêlin. Zarokên me çima dimirin? Kurdan xaka tu kesî dagir nekiriye. Li Efrînê heta şaxên zeytûnan jî dibirin. Her darek ji bo caneke. Dema wan dibirin, canê me jî diêjeşe. Weke ku destê me bibirin. Ne tenê li dijî me, serokê me û gerîla, her wiha li dijî darên me jî şer dikin. Em dixwazin serokê me tavilê azad bibe. Em daxwaza girtiyan dixwazin. Zarokên me hatine girtin û dibin cihên herî dûr. Em nikarin bibînin jî. Çi tiştekî zalimane hebe tevekan dikin. Em dixwazin girtî azad bibin. Beriya her tiştekî em daxwaza azadiya Serokê xwe dikin.” 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/02/2024
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan