Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin

  • rojane
  • 16:20 15 Çile 2024
  • |
img
AMED - Lijneya Hilbijartina Navçeya Gêlê îtîraza DEM Partiyê ya ji bo “hilbijêrên” li herêma leşkerî hatibûn veguhestin, red kir. Lijne, di biryara xwe de li xwe mikûr hat ku kesên behsa xeberê leşker û polîs in. 
 
Li Taxa Nû ya Gêl a Amedê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan de 878 hilbijêr hebûn û ev hejmar di nava 8 mehan de hezar û 214 deng lê zêde bûn û derket 2 hezar û 88’an. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî “hilbijêrên” veguhestî ku temamiya wan li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê hatine qeydkirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. 
 
LIJNEYA HILBIJARTINÊ: LI QEREQOLÊ HATINE PEYWIRDARKIRIN 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî biryara “Qismek hat qebûlkirin/ qismek hate redkirin” da. Lijneyê diyar kir ku hezar û 170 kes li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê peywirdarin û 37 kes jî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê peywirdar in. Her wiha got ku 6 kes li navnîşanên xwe rûnanin û biryara “Divê li navnîşana xwe ya li MERNÎS’ê qeydkirî bên şandin...” da. Di daxwaznameya DEM Partiyê de kesekî din jî hebû lê balkêş e ku derheqê vî de tu agahî nehatin parvekirin. 
 
‘SERÊ HER METREKAREYÊ HILBIJÊR DIKEVE’
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî “hilbijêrên” ku temamiya wan li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê hatine qeydkirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Gêlê Omer Gunduz di îtîrazê de xwest ku qeydên kesên navborî bên jêbirin. 
 
Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de li Taxa Yenîşehîr a Gêlê tenê 878 hilbijêr hebûn. Lê di lîsteya nû de ev hejmar derketiye 2088’an kesan. Li gorî lêkolînên me kirine, tevahiya hilbijêrên me di zêdekê nivîsandine li avahiyên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatine qeydkirin. Şaredariya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin ev qeyde çêkirine. Serokatiya Şaredariya Gêlê ji bo avahiya xizmetê ya li qada Cendirmeya Navçeyê bi hejmara 25/d’ê hejmara deriyê derve daye û di nava vî avahiyî de 40 hejmar daye 40 avahiyên serbixwe. Li van 40 daîreyên xeyalî, 800 hilbijêr hatine qeydkirin. Her wiha ji bo avahiya ku ji bo hejmara deriyê derve navê 25/f lê hatiye kirin jî, li 22 daîreyan 400 hilbijêr bi awayeke xeyalî hatine veguhestin. Bi giştî 1214 hilbijêr bi vî awayî hatine veguhestin.
 
Herêma ku hezar û 214 hilbijêr lê hatine qeydkirin 800 metrekare ye û bi vê yekê re serê her metrekareyê hilbijêr dikevê. Avahiya ku 25/d hatiye diyarkirin herî zêde 400 metrekareye û avahiyeke 2 qet e. Anku her du qat herî zêde 800 metrekare ye. Serê her metrekareyê hilbijêrek dikeveê. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku hilbijêrên xeyalî ne. Ev kes tevek jî leşker in, zilamên ciwan in û ji navçeyên cuda yên Amedê hatine veguhestin. Tu ji van leşkeran li Gêlê naxebitin. Gelemperiya wan zewicî ne lê navnîşanên hevjînên wan nehatine veguhestin. Heke lêkolîn were kirin dê bê dîtin ku qeydên ceyran û avê yên van hilbijêrên xeyalî nînin. Ev jî nîşan dide ku hatine veguhestin.”  
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

18/01/2024
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
12:19 Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
11:48 Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
11:20 Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
11:15 Rapora îmraliyê: Sala 2024’an divê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan
11:00 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
10:56 Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
10:46 DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
10:36 Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak
10:34 Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne
10:18 Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin
10:17 85 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:11 Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e
10:09 Di rêveberiyên herêmî de temsiliyet: Tenê ji her 10 kesan yek jin e
09:58 Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin
09:20 Girtiyên siyasî 52 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:19 Li gorî dozger tedawiya bi destkelemçekirî ‘li gorî hiqûqê ye’
09:18 Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
09:10 Çîlek li nav baxçe bi 30 lîreyî, li bazarê 150 TL ye
09:09 Ava Mûglayê tehsîsî santralên termîkê hatin kirin
09:03 Martîna Anderson: Em îlhamê ji fikirên Abdullah Ocalan digirin
09:02 Ji Andirînê gelek kes wekî hilbijêr li ser Xelfetiyê hatine qeydkirin
09:01 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:17 Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn
16/01/2024
23:00 Li Geverê dê namzet di tûra duyan de diyar bibin
19:33 Polîsê ku Mîraç Mîroglû qetil kir beraet kir
17:02 Kişanak: Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne
16:44 Tura duyemîn a pêşhilbijartina li Cizîrê dest pê kir
16:42 Dê ji MÎT’ê were pirsîn bê ka ‘têkiliya derhêner Tekîn bi PKK’ê re heye yan na’
16:36 Emniyetê bersiva ‘hilbijêrên’ gerok da: Ji bo tedbîqet û operasyonan e!
15:55 Nobeta Edaletê: Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin
15:25 Li Geverê ji bo dengdayîna gel, delege li ser sindoqan e
15:10 Dê binçavkirinên li Stenbolê bên protestokirin
14:23 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hate bibîranîn
13:53 Hrant Dînk dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn
13:27 ÎSÎG: Di 2023’yan de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:59 Dewleta tirk di 72 saetan de 80 navend bombebaran kirin
12:50 Hatîmogûllari: Werin li şûna lûtkeyên şer em lûtkeyên aştiyê li dar bixin
12:09 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:46 Rejîmê 15 meh cezayê hefsê da Nergîs Muhammedî
11:20 Nivîskar Duzkan: Divê hêrsa di dilê jinan de were birêxistinkirin
10:56 Doza ‘laçikê’ li rojnamevanên li Îranê hatin berdan hate vekirin
10:16 Îranê li Hewlêrê êrişî sivîlan kir
10:03 Du hezar û 193 ‘hilbijêr’ li emniyet û herêma leşkerî hatin veguhestin
09:49 YSK’ê biryar da: Lîsteyên namzetan dê heta 20’ê sibatê bên radestkirin
09:47 Li 28 bajaran 165 kes hatin binçavkirin
09:46 Ji rojnameger Silêman Ehmed 84 roj in tu agahî nayên girtin
09:44 Girtiyên siyasî 51 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne