Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin

img
ENQERE - Piştî hevdîtina li Navenda Giştî ya CHP’ê, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di serî de hilbijartin, di gelek mijaran de axaftin hatine kirin. 
 
Hevdîtina Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel a li Navenda Giştî ya CHP’ê bi dawî bû. Piştî hevdîtinê, daxuyaniya hevpar hate lidarxistin. 
 
'DÊ HEVDÎTINÊN ME YÊN BI DEM PARTIYÊ RE BIDOMIN’ 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî û got ku ew bi serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê keyfxweş bûye. Ozel, da destnîşan kir ku serdana îro gava ewil a peywendîdanînê ya di asta navendên giştî de ye. Ozel diyar kir ku dê hevdîtinên wan ên bi DEM Partiyê ji vir û şûnde jî berdewam bikin û dê di mijarên girîng ên Tirkiyeyê de biaxivin. Bi domdarî Ozel, anî ziman ku li ser mijarên weke krîza aborî, aliyê siyasî û hilbijartinên rêveberiyên herêmî axivî ne. 
 
‘EM SIYASETA QEYÛM TEQEZ RED DIKIN’ 
 
Di berdewamê de Ozel destnîşan kir ku ew siyaseta qeyûm bi awayekî teqez red dikin û wiha domand: “Divê li her 81 bajar û zêdetirî 1000 navçeyên vî welatî her hilbijêr bi xwe biryarê bidin bê ka ji bo rêveberiyê kê hildibijêrin. Her wiha li welêt krîzake mezin a destûra bingehîn heye.” Ozel, biryara AYM’ê ya derheqê Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Serokê Meclisê jî peywira xwe pêk nayîne. Ev meseleye ne tenê meseleya Can Atalay e. Em bicihneanîna biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, weke ne tenê weke binpêkirina destûra bingehîn, feraseta darbeyê ya feraseta yekzilamî ya li dijî pergala destûra bingehîn dinirxînin.”
 
HATÎMOGÛLLARI: ME GELEK MIJAR NÎQAŞ KIRIN 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Weke ku birêz Ozel jî me li ser gelek sernavan hevdîtin kirin. Me pêvajoya siyasî ya li Tirkiye û cîhanê nirxand. Bi taybet jî me hewl da krîza aborî û darazê û sepanên dijdemokratîk binirxînin.” Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku weke DEM Partiyê ew careke din dibêjin ku sedema bingehîn a nedemokratîkbûna Tirkiyeyê, neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk e. 
 
‘AVAKIRINA KOMARA DEMOKRATÎK ERKA ME TEVAN E’ 
 
Hatîmogûllari wiha domand: “Di sedsala duyemîn de avakirina komara demokratîk erka me tevekan e. Ji bo ku kêmasiyên di nava sedsalê de çêbûn bên temamkirin û kevirên demokrasiyê li şûna xwe rûnin, ev yek firsendekî mezin e. Divê em di vê sedsalê vê têkoşînê mezin bikin. Bêguman me hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî nirxandin. Dema me polîtîkaya xwe ya ewil a têkildarî hilbijartinên herêmî de eşkere kirî, me qala lihevkirina bajar kir. Bi vê yekê em dixwazin bibêjin ku em girîngiyê didin kesên xîtabî partî û dînamîkên siyasî yên bajar, dînamîkên civakî, tevgerên jinan, tevgerên ciwanan û parastvanên ekolojî û mafên mirovan.
 
DOMKIRINA DIYALOGÊ GIRÎNG E 
 
Bêguman her çend pir kûr û dûr nebe jî, di van mijaran de em li ser mijarên weke rê û rêbazan, hevkariyê û hwd. sekinînin. Hêvîdarim hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin wesîleya demokratîkbûna welêt. Girîng e ku diyalog berdewam bikin.”
 
BAKIRHAN: TIRKIYE KRÎZÊN MEZIN DIJΠ
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha got: “Li Tirkiye û herêmê krîzên girîng hene. Qeyûm ne tenê pirsgirêka partiya me ye. Divê muxalefet di vê mijarê de binakok nebe. Weke ku hûn jî dişopînin, li Tirkiyeyê hem pirsgirêka kurd a nehatiye çareserkirin heye hem jî li herêmê hiqûqa cotstandart heye. Ev bû du serdem ku li îradeya gelê kurd qeyûm tên tayînkirin. Ev qeyûm di heman demê de pirsgirêka hemû kesên ji xwe re dibêjin hemdem, pêşverû, çep, sosyal demokrat û partiyên siyasî ye jî. Em dixwazin ev pergala qeyûman di dema pêş de bi dawî bibe. Divê muxalefet li dijî vê hiqûqa cotstandarî xwedî helwestekî hevgirtî be. 
 
DÊ GEL NAMZETÊN ME DIYAR BIKE 
 
Weke ku hûn jî dişopînin, li nêzî 90 navendan û bi tevlibûna 100 hezar delegeyan em ê hilbijartineke gel li dar bixin. Em ê biryarên gelê xwe esas bigirin. Tiştekî xwezayî ye ku partiyeke herêm û demokrasiya herêmî esas digire, girîngiyê bide namzetên li rojava tên diyarkirin. Lewma bi baldarî dişopînin. 
 
DI MIJARA RÊVEBERÊN GELPARÊZ Û CIVAKPARÊZ DE EM Ê HESAS BIN 
 
Di hilbijartinên pêş de em ê di çarçoveya lihevkirina bajar de di mijara rêveberên demokrat, şaredariya gelparêz û civakparêz esas digirin de hesas tevbigerin. Ji bo ku feraseta me ya rêveberiyên herêmî di rojên pêş de li rojavayê welêt bikare şûna piyê xwe bigire, me destnîşan kir ku ji hevkariyê heta yekkirina hêzê dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Hevalên me dê têkildarî bajarên ku dê lihevkirina bajar lê were kirin û dikare li ku derê xebat bên meşandin, amadekariyan bikin.” 
 

Sernavên din

09/02/2024
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan