Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin

RIHA - Jinên efrînî ku li Şehbayê dibin êrişên Tirkiye û ambargoya rejîma Şamê de dijîn, anîn ziman ku wê tu carî dest ji têkoşînê bernedin û gotin: "Êriş û ambargo çi qas berdewam dikin bila bikin, lê em dest ji berxwedana xwe bernadin û gavekê jî paş de navêjin."
 
Ji sala 2011'an heya niha, ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heya niha bi hezaraan mirov jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes bûn penaber. Warê ku tu carî şer lê derneketî Efrîn, ji bo hemû peneberan bû wargeheke ewlehiyê. Bajarê ku wekî cihê aramiyê dihat nasîn bi hêza xwe û paradîgmaya neteweya demokratîk her roj pêş ket. Ev jîyana aram û demokratîk di serî de Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê û bi giştî gelek kesên ku aramiyê naxwazin tirsand. Di 20'ê Çileya 2018'an de Tirkiye û hevkarê wê dest bi êrişan kirin. Piştî di êrişan de 300 kes jiyana xwe ji dest dan û 400 hezar kes koçber bûn, koçî bajarên Şehbayê kirin. Lê êrişên dewleta Tirkiyeyê û ambargoya rejîma Şamê yên li ser jiyana penaberan ên li kampan didome. Ji ber ambargoya rejîma Şamê ku her roj zêdetir dibe li herêmê gelek pêdivî bi dest nakevin. 
 
Yên ku ji êriş û ambargoyê herî zêde bandor dibin qada tenduristiyê  ye. Li herêmê bi hezaran mirov hene, lê li hemberî vê tenê nexweşxaneya Avrîn heye. Ji ber ku li herêmê ceyran tu neye û mazot bi dest nakeve gelek beşên nexweşxaneyê betal in. Li herêmê ji bo dermankirinê derman bi dest nakevin. 
 
Li hemberî hemû êriş û ambargoyê jî koçberên Efrînê û gelê Şehbayê li ber xwe didin, di nava hemû astengîyan de jiyana nû gav bi gav ava dikin. Di vê berxwedaniyê de pêşeng jin in. Jinên bi navê Fîdan Mihamed Osman û Zeynep Mihamed e ku li kampa Serdemê dijîn berxwedanîya xwe û êrişî li herêmê nirxandin. 
 
'EM GAVEKÎ JÎ PAŞVE NAVÊJIN' 
 
Fîdan Mihamed Osmanê anî ziman ku 6 sal berê ji Efrînê koçî Şehba kiriye û wiha berdewam kir: "Em hewl didin ku dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Tu kes me nabîne? Tu kes naxwaze mafê kurdan nas bike. Kurd dixwazin mîna mirovan bijîn." Fîdan Mihamed Osmanê bal kişand ku 6 sal in êrişên dewleta Tirkiye bênavber didomin û got: "Li hemberî vê rejîma Şamê ambargo danîye ser herêmê. Ceyrana me tuneye. Rêyên ku tên Şehbayê hemû hatine kurtkirin. Di hêla tenduristiyê de jî derfet kêm in. Hemû kes nexweş e. Dibin van şert û mercên giran de ev 7 sal im em dijîn. Lê çi qas berdewam bike bila bike em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em ê bi têkoşînê bigihên mafên xwe. Em destûr nadin Lozana nû. Em kurd in û em vê yekê tu carî înkar nakin. Em dibin êrişan de ketin salak nû de. Herroj êrîş berdewam dikin."
 
'BILA HEMÛ KES RABE SER PÊYAN' 
 
Fîdan Mihamed Osmanê got ku di kampê de di konan de dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Zivistanê zehmetî zêde dibin. Niha pir serma ye. Dema havînî jî pir germ dibe. Em di konan de jî bimînin tu hêz nikare îradeya me bişkîne." Fîdan Mihamed Osmanê bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 25 sala dibin tecrîdeke giran da ye û got: "Ev 3 sal in em agahî nagirin. Birêz Ocalan mafê hemû mirovan diparêze, çima îro tu kes mafê wî naparêze? Divê hemû kes li hemberî vê yekê rabin pêyan. Ku şert û mercên me çi dibin bila bibin em ê her dem azadiya birêz Ocalan bixwazin. Çi ji me bê xwestin em ê bikin. Tu kes nikare gavekî jî bi me paş de bide avêtin. Em her roj di vê oxirê de şehîdan didin. Dewletê ku me nabînim û nabihîzin bila baş bizanibin ku em tu carî teslîm nabin. Em ê bigihêjin mafê xwe. Hêviyê me ji her demê zêdetir e." 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Fîdan Mihamed Osmanê anî ziman ku mifteya çareseriyê di destê Abdullah Ocalan de ya û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesê ku dixwazin dawî li şer bînin bila herin Îmraliyê. Ku birêz Ocalan azad nebe Kurdistan azad nabe. Dema li Ukrayna şer derket hemû cîhanê berê xwe da wir û bertekên xwe nîşan dan. Lê li Efrînê 6 salan şer heye nabînim, nabihîzin. Mafê gelên Efrînê ê jiyane tune ye qey? Bila hemû kes zanibe em 6 sal in li berxwe didin û em ê li ber xwe bidin. An serkeftin an serkeftin. "
 
'EM PAŞV DE GAV NAVÊJIN' 
 
Zeynep Mihamed a ku li heman kampê dimîne jî anî ziman ku gelek zehmetiya dikişînin û wiha got: "Gelek zehmetiyên kampê hene. Em heroj bi êrişan re rû bi rû dimînin. Tirkî bênavber êrişên xwe berdewam dike. Li kampê demsala zivistanê şert û merc zehmettir dibin." Zeynep Mihamedê bal kişand ser tunebûna dermanan û got: "Zarokê me nexweş dikevin derman tune ne. Ji ber derman nîn in zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Gelek zehmetî hene lê li hemberî vê jî berxwedanak heye. Kesên li kampê dijîn îradeyeke wan xurt heye. Em vê hêzê jî ji felsefeya Serok Apo digirin. Em tu carî li hemberî êrişan gavekî ji paşve navêjin. Em ê heroj rêxistina xwe mezin bikin. Em ji êrîşên dijmin natirsin."
 
'EM DIXWAZIN VEGERIN EFRÎNÊ' 
 
Zeynep Mihamedê di dawiyê de wiha got: "Xwestekên me xwestekên mirovahiyê ne. Em dixwazin vegerin Efrînê. Em nizanin wê çi qas berdewam bike lê em ê vegerin. Kurd neteweyek in û wê bigihêjin mafên xwe."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

04/02/2024
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye