Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran hatine destpêkirin didomin. Welatiyên tev li nobetê bûn diyar kirin ku ji bo aştî bê vî welatî hewcehî bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî jê nayên girtin. Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî bi serdanan berdewam kirin.
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 5’an de berdewam dike. Kesên tev li Nobeta Edaletê ya li avahiyê Nûnertiya Herêmê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome bûn, pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin denge zindanan”  û “Li dijî tecridê berxwedan” hatin vekirin. 
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) yên navçeyên Bayrakli, Çîglî, Karşiyaka û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê îro hatin serdana çalakvanan. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Cemîle Aydin di serdanê de axivî û got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê rakirin. Aydin, wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiya me ev 3 sal in nehatiye rakirin û nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin êdî Rêberê me azad bibe. Rêber Ocalan nûnerê 40 milyon kurda ye. Her roj cenaze tên. Em naxwazin cenazeyên tu kesî bên. Ew jî malbatên xizanan e. Heke şer bi dawî bikin dê rewşa aboriyê baş bibe.” 
 
WAN
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî mehek li pey xwe hişt û di roja 31’an de didome. Gelek kes îro tev li çalakiya nobetê bûn. Endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Elbakê û kesên hatine hilbijartin û endamên Komîsyonên Taxên Beyyuzumu û Seyrantepeyê, gelek kesan piştgirî dan çalakvanan. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR
 
Ji ziyaretvanan Bîlal Soylu diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Nobeta Edaletê re hatine û banga piştgirîdayîna berxwedanê li her kesî kir. 
 
AMED
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 32’yan de berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
Endamên MEBYA-DER’ê û gelek welatî tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û çalakvanan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. 
 
STENBOL
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 23’yemîn de berdewam kir. Nobeta, îro ji hêla rêveberên DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê ve hate dewrgirtin. 
 
Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Di çalakiyê de beşdaran bênavber dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sûltangaziyê Farûk Kaya di nobetê de axivî û got ku ji bo piştgiriya bi nobetê re dê ji bo rojekê nobetê bigirin. Kaya, da zanîn ku tenê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd ev 25 sal in di tecrîdê de tê ragirtin. Ev yek ji bo kurdan pirsgirêkeke neteweyî ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, dê kurd jî azad nebin. Divê bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, pirsgirêka kurd tenê bi vî awayî dikare bê çareserkirin.” 
   
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 32’yemîn de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.
 
Hakîme Bayav di çalakiyê de got ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan dest bi Nobeta Edaletê kirine. Bayav, anî ziman ku dixwaze weke kurdekê bi azad bijî, bi azad ziman û çanda xwe bijî. Di berdewamê de Bayav bi lêv kir ku ji bo aştî were welêt, divê Abdullah Ocalan azad bibe û tecrîd rabe. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 32’yan de bi tevlibûneke xurt berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û hatin berzkirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mezîtliyê Zeynep Kavak di nobetê de axivî û got ku ji bo piştevaniya bi dayikan re tev li çalakiyê bûne. Kavak, diyar kir ku têkoşîna dayikan têkoşîna wan e û dê bi hev re zilmê têk bibin. 
 
Nobeta Edaletê bi strîna stranan dom kir. 
 

Sernavên din

04/02/2024
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye