DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger

AMED  - DFG'ê 4'emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir û diyar kir ku di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger û hevseroka wan Dîcle Mûftûoglû jî di nav de 57 rojnameger di girtîgehê de ne.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 4’emîn, li avahiya xwe ya Semta Ofîsê ya girêdayî naveçeya Bajarê Nû ya Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a 2023’yan” parve kir. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, endam û rêveberên komeleyê û gelek rojnameger tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Ropara bi zimanê kurdî ji hêla rojnameger Hakki Boltan û ya bi tirkî jî ji hêla Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ve hate xwendin. 
 
Boltan, rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2023’yan wiha eşkere kir:  
 
“Îro em bi mabesta aşkerakirina rapora binpêkirinên li ser rojnamegeran ya 2023’an hatin gel hev. Ev roj salvegera damezrandina Komaleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê ye jî. Ji roja destpêka damezrandina xwe ve komaleyê ji bo êriş û binpêkirinên li dijî rojnamegeran pêk tên bişopîne zend û bendan bada. Di nava van 4 salên xwe de Komaleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê îmzeya xwe danî bine gelek xebatên giranbuha. Komale bi van xebatên xwe bû saziya refarans ya ji bo şopandina mafên rojnamegeran. Bi vê wesîleyê rêveber û endamên kameleyê yên keda wan di van xebatan de derbas bûye û dostên me yên ku piştgiriya xwe kêm nekirin re cereke din sipas dikin. Di hizûra we kedkarên çapameniyê de salvegera 4’emîn damezrandina DFG’ê careke din pîroz dikin.  
 
120 ROJNAMEGER HATIN KUŞTIN
 
Kedkarên hêja yên çapameniyê, li ser rûyê erdê pêwîstî pê heye ku herî zêde rojnameger bên parastin. Mixabin binpêkirinên sala 2023’an jî ji vê nirx û rûmetê bê par e û derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de wek tabloyeke reş disekine. Li gorî daxuyaniya Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ya 31’ê Kanuna 2023’an, 11 jê jin 120 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Federasyonê desnîşan kir ku isal di giştiyê cîhanê de ji sedî 68’ê rojnamegeran li Gazzeyê hatine kuştin. Di şerê li Gazze'yê de 75 rojnamegerên Filistinî, 4’ê Îsraîlî û 3 jî Lubnanî hatin kuştin. Li Suriyeyê kuştina 3 rojnamegeran pêk hat. Edîtorê Ajansa Rojnewsê Rojnameger Silêman Ehmed 72 roj e ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye ravandin. 
 
BI TABLOYEKE BEROVAJÎ HÊVIYAN DERÎ LI XWE GIRT
 
Di 2023’yan de li walatê me jî pêkhatina azadiya çapameniyê û azadiya raman bi tabloyeke berovajiyê hêviyan derî li xwe girt. Tirkiyeyê wek her salên borî di sala 2023’an de jî dev ji siyaseta xwe ya zext û binpêkirinên li ser rojnamegeran berneda. Serdema krîza erdhejê dihat jiyîn jî hevpîşeyên me yên ku li qadê karesata erdhejê dişopandin bi polis û cendirmeyan hatin astengkirin. Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên li ser karesata erdhejê lêpirsînê re rû bir û man. Di dema karesata erdhejê de rojnamegeriya ku li gor feyde û berjewendiyên civakê pêk dihat ji aliyê desthilatdariyê ve hat astengkirin. Desthilatdariya heyî mafê wergirtina agahiyan ya gel bi van kiryarên xwe tune dihesiband. Di çarçoveya mijarê karesata erdhejê de ji bo ku tedbir nehatin girtin û di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê jiyana xwe ji dest dan em wan bi rêzdarî bibîr tînin. 
 
HEVSEROKA ME DÎCLE MUFTUOGLÛ HÊJ JÎ DI GIRTIGEHÊ DE YE
 
Dema em binpêkirinên mafên rojnamegeran ên di nava salê de pêk hatine û di binê 5 sernavan de hatin qeydkirin mêzekin emê bibinin ku li dehan rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, hatine binçavkirin û bi rengeke keyfî û bê hiquq hatine girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda xwe Amed bûn û di 8 Hazîran 2022’an de dest pêkir 16 rojnamegerên kurd hatin girtin piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan. Di lêpirsîna 25’ê Cotmeha 2022’an ku ji navenda Enqereyê dest pêkir û 9 rojnamegerên kurd bi zilmeke heman rengî hatin maxdurkirin. Di 25 û 29’ê Nisana 2023’an de jî bi du lêpirsînên din rojnamegerên hatin binçavkirin bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Hevseroka me Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan. 
 
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel van hemû mînakan di 2023’an de imza xwe avêtin binê vê kiryara nû ya qaşo “rojnameger bi nûçeyên xwe peywirdarên li dijî terorê hedef didin nişandan”. Rojnameger bi van angaştan hatin tewambarkirin. Bi vê munasebetê rojnameger hatin binçavkirin. Fırat Can Arslanê ku di nava 5 rojnamegerên hati binçavkirin de cih digirtin bi xala TMK 6/1 a 1991’an hate girtin. Dîsa Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay Bi boneya "peywirdarê li dijî terorê hedef nişan daye” û “tomet li wan kiriye” hat tewambarkirin û di rojên dawiya salê de hat girtin. 
 
JI BER ZAGONA SANSURÊ LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN
 
Bi van minakan aşkera bû ku zagona 7418 ku bi navê “zagona dezeformasyonê” desthilatdariyê di 2022’ de derxist çawa berovajiyê armanca navê zagonê, weke zagona sansurê bikar tîne.  Ji ber zagona sansurê derbarê rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin û wan kirin bin çavan. Rojnamegerê destpêkê de bi vê zagonê hat girtin Sînan Aygul e. Rojnameger Tolga Şardan, Edîtor Dinçer Gokçe û Nûçegihan Cengiz Erdinç hatin binçavkirin. Ji wan Tolga Şardan hat girtin. Di sala destpêka ku ev zagon ket meriyete de bi kêmanî 26 rojnameger hatin binçavkirin, hatin darizandin û hatin girtin. Ên ku tên zanîn bi giştî 29 bûyer hatin qeydkirin. 
 
280 ROJNAMEGER 821 CARAN DERKETIN DADGEHAN
 
Dema em li van bûyeran mêze dikin rojnamegeran di sala 2023’an de pirtirê mesaîya xwe li ber deriyê dadgehan û eywanên edliyeyan derbas kirine. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van lêbirsînên ku derbarê rojnamegeran de dane destpêkirin, dozên ku li wan vekiriye ji rojnamegeran re dibêje “em destur nadin we ku hun rojnamegeriyê bikin.” Wek nimûne di nava salê de 280 rojnameger herî kêm 821 car derketine pêşberî dadgehan. 
 
SÎNAN AYGUL RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT
 
Di 2023’an de bi dehan car rê li rojnamegeran hat birîn û şopandina nûçeyan hat astengkirin. Li gel astengkirina şopondina nûçeyan rojnameger rastî êrişan hatin û hatin derbkirin. Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Sînan Aygunê ku rojnamegeriyê dike û angaştên gendeliyên şaredariyê aşekera kir rastî êrişa polîsê parazvanê Şaredarê Tatwanê Emîn Geylanî û xebatkarê şaredariyê tê. 
 
RTUK CEZA LI SER CEZAYAN DIBIRE
 
Wek ku em di daneyan de jî aşkera dikin hêjamereke zêde malperên sîteyê hatine girtin. Xwe gîhandina bi hezaran nûçeyan û naverokên medyayên dijital hatin astengkirin. Dîsa Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonan (RTUK) ceza li ser cezayan li dehan kanalên televizyonan birî. Di rojên dawî ya salê de hê bêtir lez da van kiryarên xwe yên bê yom. Wisa ku her roj imza xwe datîne binê rekora cezayên nû. 
 
HÊVIYA ME AZADBÛNA HEMÛ ROJNAMEGERAN E
 
Di 2023’an de ji sansurê heta asteng kirina nûçeyan, ji tewqîfkirinê bigirin heta zextên liser sazî û dezgeyên medyayê rojnameger hatin eciqandin. Lê paşve gav neavêtin û karê rojnamegeriyê hê bêtir bi israr û bi îstîkrar pêk anîn. Em bi dileke rehet karin bêjin Vê berxwedana rojnamegeran ya li dijî êrişan mohra xwe li bin geşedanên salê dan. Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên xwedî nirx û rûmeta rojnamegeriyê li dij van êrişan awirê pênûsên xwe, wênekêşên xwe ji ser heqîqetê nedan alî û destur nedan kesek ser rastiyê binixumîne. Di van rojên ku em ketin sala nû ya 2024’an de hêviya me ev e ku di serî de Hevseroka komaleya me Dicle Muftuoglu û hemu rojnameger azad bin û bi hêsanî kar û xebata xwe ya rojnamegeriyê pêk bînin. 
 
821 ROJNAMEGER TÊN DARIZANDIN
 
Daneyên di raporê de wiha ne: Di binpêkirinên li dijî mafên jiyan û ewlekariya rojnamegeran de, rojnamegerên rastî êrîşê hatin 36, rojnamegerên ku bi ser malên wan de hatine girtin 43, rojnamegerên hatin binçavkirin 119, rojnamegerên hatin girtin 36, rojnamegerên ku rastî muameleya xerab hatin 64, rojnamegerên kıı rastî gefan û teklîfa sîxurtiyê hatin 38, rojnamgerên ku şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin 110, binpêkirinên li dijî rojnamegerên di girtîgehê de 37. Dîsa binpêkirina azadiya raman û îfadeyê ya li dijî rojnamegeran pêk hatî; 75 rojnameger di bin lêpirsînê de ne, der barê 66 rojnamegeran de doz hatiye vekirin, 44 rojnameger hatine cezakirin, 48 sal 9 meh û 14 roj cezayê girtîgehê, 147 hezar û 486 TL cezayê pere, 280 rojnamegerên ku darizandina wan a îdarî berdewam dike, hejmara rojnamegerên tên darizandin 821, hejmara rojnamegerên girtî 57, 58 rojnameger ji kar hatin avêtin, RTUK’ê 84 caran ceza li 68 weşanan birî û li 112 nûçeyan jî qedexeya weşanê hat birin. 83 malperên medyaya dîjîtal hatin girtin, gihandina 7 hezar û 106 nûçeyan û 3 hezar û 761 naverokên medyaya civakî hatin astengkirin.
 

Sernavên din

04/02/2024
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye