Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin

  • rojane
  • 15:21 23 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan û ÎHD’a ku li Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê hatin hatin bahev, faîlên gelek kesên hatin qetilkirin pirsîn. 

 
Komeleya Mafên Mirovan û Malbatên Winda kiriyan çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed, Şirnex, Colemêrg û Êlihê domandin. 
 
AMED 
 
Malbatên Windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 776’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Çalakgeran wêneyên windayan û pankarta ku “Bila winda bên dîtîn û kujer bên darizandin” li ser hebû, hildan. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Mustafa Erdalê ku di 29’ê Kanuna 1984’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Gelek sazî û dezgehên sîvil tevli daxûyaniyê bûn. Endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî çîroka serpêhatiya Erdal xwend.
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û got, “Di ser Komkujiya Mereşê re ku di 7 rojan de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 45 sal derbas bûn. Bi hezaran welatî birîndar bûn. Em dizanin ku ev komkujî çiqasî hatiye plankirin, di qeydên dadgehê de jî hatiye dîtin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê hê jî nehatiye ronîkirin. Kesên di dosyayê de tên sûcdarkirin di Meclisê de parlamenterî kirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin.”
 
Endama Komîsyonê Berfîn Elçî çîroka winda Erdal xwend û wiha got: “Mustafa Erdal di sala 1965’an de li gundê Narli yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Zewicî bû û sê zarokên wî hebûn. Di 29'ê Kanûna 1984'an de li Gundê Narliyê di encama serdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin. 25 roj piştî binçavkirina Erdal ji agahî dan malbatê gotin ku Mustafa Erdal miriye werin cenazeyê wî bigirin. Hat îdiakirin ku wî xwe ji zinaran avêtiye. Lê belê cenazê Mustafa Erdal ne wek cenazeyê kesekî ku ji cihekî xwe avêtibe, bû.”
 
LEŞKERAN EW BI BEN KAŞ KIRIN
 
Kekê winda Erdal, Kemal Erdal der barê bûyerê de ev agahî dan: “Di 29'ê Kanûna 1984'an de leşkerên Tabûra Komando ya Çelê û Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Çelê bi ser mala Mistefa ya li gundê Narliyê de girtin. Di serdegirtinê de Mistefa bi xwe re birin. Me wek malbata wî gelek caran aqûbeta birayê xwe dipirsî lê her tim ji me re digotin ku ew ê di demek nêzîk de bê berdan. 25 roj piştî binçavkirinê ji me re gotin werin cenazê xwe bibin. Rayedaran ji me re gotin ku Mistefa xwe ji zinarên bilindahiya 85 metreyan avêtiye. Me cenaze wî girt. Gelek kesên li gund dîtibûn ku leşkeran ew bi benî girêdayî ne û ji çiyê kaş kirine. Li ser serê wî gelek şopên çekan hebûn. Di serê wî de şopên çêkan hebûn. Şopên têl û benan  ku didestê wî de bûn, dihat zanîn ku destê wî hatibû girêdan. Ew ne laşê ku ji 85 metre bilindahiya xwe avêtibe. Li ser laşê wî şopên îşkenceyê hebûn.
 
Tu encam bi dest nedihatxistin
 
Li gel birayê min gundiyê bi navê Vahît Karabaş jî hat binçavkirin. Bi rastî jî ev kes şahidê bûyerê ye. Lê belê ji ber tirsa îfade neda. Ji mirina birayê min Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Korgeneral Ramîs, Çawişê Pispor Fahrettîn û Fermandarê Yekîneya Leşkerî ya Dibistana Şevînî ya Herêmê Tumer Kiliç berpirsyar in. Weke malbata wî me wê demê ji ber tirsê doz venekir. Vekirina doza li dijî leşkeran rîskeke mezin bû ji bo yên mayî û ti encam jî bi dest nedihatxistin. Serlêdana ku me pişt re jî kir ji ber şert û mercên qedexeyê hat redkirin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê di hefteya 612’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdar bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Kaya yê di 23’yê kanûna 1980 li Qersê hate binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn. 
 
Piştî ku çîroka Kaya hate xwendin çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
ŞIRNEX  
 
Şaxa ÎHD’a Şirnexê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li avahiya xwe ya li navçeya Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên MEBYA-DER, DEM Partî, DÎSK û Egîtîm Sen’ê piştgirî da civîna çapemeniyê. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Tûgûrlû yê di civînê de axivî, aqûbeta Mûstafa Erdal ê piştî li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate binçavkirin hate qetilkirin pirsî.  
 
Komê pişt re deqîqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anî.  
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên ÎHD’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, Şaxa OHD’a Colemêrgê û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser û “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin. 
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de faîlên Karsaz Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên di 3’yê Hezîrana 1994’an de li Otela Çinar a Yeşîlkoy a Stenbolê hatin revandin û pişt re hatin qetilkirin hate pirsîn. 
 
Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ji bo windayan dest ji daxwaza edaletê bernadin û wiha got: “Em ê dest ji vê yekê bernedin ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

24/01/2024
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê