Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn

  • rojane
  • 16:45 25 Mijdar 2023
  • |

AMED – Jinên ku bi pêşengiya DAKAP'ê hatin cem hev, bi govendê û dirûşmeyan bersiva qedexeyên polîsan dan. Jinan di nava dorpêça polîsan de got: "Ji teslîmiyetê re na, ji berxwedanê re erê." 
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Xaçerêya Dinyayê ya li semta Dîclekentê gelek jin kom bûn. Jinan li vir têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25'ê mijdarê ve" û "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" hatin vekirin. Her wiha di dema daxuyaniyêde dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", “Jin jiyan azadî, serokatî re azadî”, “Bijî berxwadana zindanan” û "Bîji berxwedana jinan" û gelek dirûşmeyên din hatin berzkirin. 
 
‘DÊ DEWLETA KUJER HESAB BIDE'
 
Aygul Dokû, xwişka Gulistan Dokû ya ji sala 2020'î ve winda ye, got: "Heya waliyê ku got Gulistan xwe kuştiye hesab nede ez ê nemirim." Gava Dokûyê wiha got, girseyê bi yekdengî dirûşmeya "Dê dewleta kujer hesab bide" berz kir. 
 
LI BER STRANAN GOVEND GERANDIN
 
Jinan bi kurdî stran û kilam gotin û li ber stranan govend gerandin. Gava polîsan mudaxileyî wan kirû wan ji bi tilîliyan bersiv da. Jin, paşê navê jinên hatine qetilkirin yeko yeko gotin û bi yekdengî gotin "li vir e". 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA JINAN BIDOME'
 
Paşê endama DAKAP'ê Guneş Ozelê metna daxuyaniyê xwend. Ozelê diyar kir ku desthilat bi şeran êrişên xwe yên li ser nasnameya jinê û keda jinê didomînin û got ku ji her wextî bêtir dixwazin têkoşîna jinê bi tundiyê bitepisînin. Ozelê destnîşan kir ku daneyên têkildarî tundiya mêran ji aliyê desthilatê ve nayên eşkerekirin û bi vî awayî ser têkoşîna jinê tê nixumandin. Ozelê bilêv kir ku dê têkoşîna wan bidome. 
 
'EM GUH NADIN QEDEXEYAN'
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglûyê jî bertek nîşanî biryara der barê qedexekirina meşê de da û got: "Em guh nadin van qedexeyan. Çavê we lê ye hûn di 25'ê Mijdarê de jinan bitepisînin, lê hûn xwe dixapînin. Em têkoşîna jinê didomînin." 
 
‘JIN JIYAN AZADÎ'
 
Turkoglûyê destnîşan kir ku ew ê kuştina jinan û tundiya li ser jinê li her derî eşkere bikin û got: "Em ê her tim bibêjin azadî, wekhevî, aştî û jin, jiyan, azadî." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan xwest bimeşin, lê polîsan ew dorpêç kirin. Ji ber vê di navbera polîs û jinan de rageşî rû da. Polîsan tahd eli gelek jinan kir û gef li wan xwarin. Lê jinan jî bi tilîliyan û bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" û gelek dirûşmeyên din bersiva dorpêçê dan. Jinan ji aliyekî li çepikan xistin û stranên kurdî gotin û li aliyê din jî di nava dorpêçê de govend gerandin. 
 
Di nava dorpêçê de jinek rûnişt û diyar kir ku heya dorpêç ranebe ew ê li vir be û got: "Ka Dayika Taybet?" Heman jinê wiha got: "Em ji bo eciqandina qedexeyan hatine vir. Ji teslîmiyetê re na, ji berxwedanê re erê." 
 
Paşê piştî guftûgoyê jin ji nava dorpêçê derketin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

27/12/2023
12:38 Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin
12:33 ‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’
12:06 Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e
11:30 Li Meletiyê erdhej çêbû
11:29 Girtî Kavak: Ji bo xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome
11:10 Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ
11:03 Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin
10:36 Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
10:01 Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 64 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan mehek li pey xwe hişt
09:05 CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?
09:04 Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye
09:03 Celalettîn Can: Ez bi saya piştevaniyê ji girtîgehê derketim
09:02 Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin
09:01 Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere
09:00 Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
26/12/2023
19:59 Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:56 Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin
17:10 Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke
16:21 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin
16:18 Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye
16:12 Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin
15:24 Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
15:24 Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
15:21 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî