Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir

  • rojane
  • 09:45 22 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dadgeha Îstînafê dosyeya zaroka ku bi salan li bajaroka Dêrahînê ji aliyê jinbava xwe ve bi darê zorê daxilî nava fihûşê hatibû kirin, xera kir. Di dosyeyê de hat îdiakirin ku cezayê li cerdevanan hatiye birîn nehiqûqî ye. 
 
Li bajaroka Dêrahînê ya girêdayî navçeya Qilêban a Şirnexê zaroka bi navê S.A. ya 15 salî, bi salan ji aliyê jinbava xwe ve bi awayekî sîstematîk daxilî nava fihûşê hate kirin. Yek ji wan kesên ku dest dirêjî li S.A.'yê kiribû jî cerdevan û parêzvanê Şaredarê AKP'î yê Dêrahînê Cengîz Aydemîr bû. S.A. ya ku rastî destdirêjiyê hat, di cotmeha 2021’ê de ducanî ma. S.A. ku ji aliyê jinbava xwe Berîvan Aydemîr ve bi zorê daxilî nava fuhûşê hate kirin, ji ber ku ev ferzkirin qebûl nedikir gelek caran rastî îşkenceyê hat û gava got ku dê bûyerê ji bavê xwe re bibêje, jinbava wê bi tiştekî hişk serê wê birîndar kir. 
 
S.A., di 14’ê adara 2022’yan de li qereqolê îfade da diyar kir ku ew 8 salan bi awayekî sîstematîk bi darê zorê rastî destdirêjiyê hatiye û giliyê kiryaran kir. Li ser îfadeya zarokê, di 14’ê adara 2022’yan de lêpirsîn hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de parastvanê Şaredarê Dêrahînê yê AKP’ê û cerdevan Cengîz Aydemîr, cerdevanê teqawid Samî Yildiz û jinbava Bêrîvan Aydemîr ji ber sûcên “Fihûş pê dane kirin” û “Îstîsmara zayendî ya biwesf” di adara 2022’yan de hatin girtin. Di dosyayê de Metehan Bayram û Zahîde Yildirim jî negirtî hatin darizandin û weke bersûc îfadeyên wan hatin girtin. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi tawanbariyên “Îstîsmara zayendî”, “Gef”, “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin”, “Fihûş” û “Tacîzê” îdianame amade kir. 
 
DADGEHA HERÊMÎ CEZA DA
 
Şandeya dadgehê di danişîna biryarê ya di 13’ê nîsana 2022’yan de ji ber sûcê “Destdirêjiyê” 13 sal û 4 meh cezayê hefsê û ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî 5 sal cezayê hefsê da cerdevanê girtî Cengîz Aydemîr. Ji ber sûcê “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” 25 sal û ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hişt û bi darê zorê fihûş pê da kirin” jî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê da Bêrîvan Aydemîr a girtî. Ji ber sûcê “Îstîsmara zayendî ya biwesf” 25 sal û ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî 9 sal û 4 meh cezayê hefsê da bersûc Samî Aydemîr ê girtî. 
 
Dadgehê li Metehan Bayram 2 sal û 6 meh, li Zahîde Yildirim jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê birî. 
 
ÎSTÎNAFÊ BIRYAR XERA KIR
 
Piştî biryara dadgehê, parêzerên bersûcan li Dadgeha Îstînafê îtîraz kirin. Dadgeha Îstînafê bi hinceta ku "biryara dadgeha herêmî ya derheqê bersûcan de nehiqûqî ye", biryar xera kir. Dê bersûc di mehên pêş de dîsa bên darizandin lê dîroka danişînê nehat diyarkirin. 
 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

24/12/2023
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir