Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn

  • rojane
  • 18:08 16 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran jin daketin qadan û Jîna Emîniyê bi bîr anîn, silav li salvegera berxwedanê kirin.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emîniyê û serîhildana "Jin Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakî hatin lidarxistin.
 
HESEKÊ
 
Li Hesekê bi dehan jin li ber navenda Kongra Star a taxa Nasira kom bûn. Jinan pankartên bi nivîsên "Bi îradeya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin" alên Kongra Star û wêneyên Jîna Emînî hil dan.
 
Endama Kongra Star a Hesekê Helebce Hisên wiha axivî: "Pergalên serdest dikevin hewila şikandina vîna jinan. Şehîd Jîna Emînî bû mînaka jina azad. Her wiha dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû dirûşmeya têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadiya xwe û şikandina zihniyeta baviksalar."
 
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
 
TIL TEMIR
 
Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê jî Kongra Star çalakiyek li parka Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist. Endama kongreyê Zehra Emîn daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan têne kirin, hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku dawî li van sûcan bînin û ji bo qurbaniyan edaletê pêk bînin.
 
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Til Temirê jî li heman cihî çalakiyek li dar xist û endama meclisê Nûra Ebdulqadir daxuyanî xwend.
 
Nûra Ebdulqadir diyar kir ku şoreşa jinan ne tenê ji ber doza hîcabê ye, lê ji ber doz û mafên mirovan ên gelekî ye ku rejîmeke faşîst bi olê binpê dike.
 
Meclisa Kongra Star a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê çalakiyek li ber navenda xwe li dar xist û endama Kongra Star Umeya Hecûb daxuyanî xwend.
 
Umeya sûcên girtin û qetilkirinê ku li dijî jinan tên kirin şermezar kirin û got: "Jinan dikin armanc da ku îradeya wan bişikînin û wan bêdeng bikin. Girtina rojnamevana ku meresima birêkirina Jîna Emînî dişopand mînaka vê yekê ye. Tevî kiryarên hovane yên li dijî jinan, bi taybetî gelê Îranê, jin hêj jî li dijî rejîma serdest têdikoşin.
 
Di dawiyê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Serhildana Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
 
HELEB
 
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Kongra Star bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" meşek li dar xist. Di nav de endam û rêveberên saziyên sivîl, bi sedan jin tev li meşê bûn.
 
Meş ji pêşiya hola civînan a  taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Meş li qada Şehîdan qediya.  Li vir endama beşê têkiliyan a Navenda Lêkolînên Jineolojiya Rojiyan Hisên axivî. Rojiyan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û got: "Em hêz û wêrekiya Jîna Emînî silav dikin ku qeydên li ser jinan red kirin."
 
Rojiyan piştgiriya xwe bi serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re anî ziman û diyar kir ku ev dirûşme li tevahî cîhanê, niha li Efxanistan û Siwêdê jî tên berzkirin.
 
REQA
 
Li Reqayê jî bi sedan jin bi meşekê Jîna Emînî bi bîr anî û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.
 
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Dîwana Edaleta Civakî dest pê kir û li qada Jina Azad sekinî. Di meşê de dirûşmên ′Bijî berxwedana jina azad", "Hilweşe rejîma Tirk a faşîst" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" hatin berzkirin.
 
Rêvebera Meclisa Reqa ya Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Îdrîs daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê îşaret bi zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandêran kir û hate gotin, jin wê têkoşîna li hemberî pergala desthilatdar a baviksalar xurt bike.
 
TEBQA
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li ber Parka Şehîd Hevrîn Xelef heta ber bi avahiya meclisê meşek li dar xist.
 
Li ber avahiya meclisê, endama rêveber a meclisê Semîre Hebeş axivî û wiha got: "Bi saya israra jin hîna ev şoreş li dar e û heta bi parçeyên mezin ên Îranê çû. Ew hewil didin bi i ser bikevin da ku bikevin nava rûpelên dîroka mirovahiyê.’’
 
Meş bi dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.
 
KOBANÊ
 
Di heman çarçoveyê de, bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo piştgiriya serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser û kesayetên ji partiyên siyasî beşdar bûn.
 
Meş ji pêş Qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê bû. Beşdaran wêneyên Jîna Emînî û pankartên ′’Em hemû Jîna Emînî ne′’, ′’Na ji qanûnên li dijî jinan re′’ û ′’Em jiyanekê li dijî qirkirinê diafirînin′’ hatin hildan.
 
Li Qada Jina Azad meş veguherî mîtîngê. Li wir serokê Desteya Jinan a Herêma Firatê Jiyan Derwêş axivî û got ku her jinekê hewil da li hember rejîmên desthilat li ber xwe bide hat tunekirin, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker.
 
Jiyan wiha domand: "Erka li ser mila hemû jinan azadî ye û divê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bide şoreşa azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê.”
 
Meş bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.
 
MINBIC
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan xelkê bajêr, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, komîteyên girêdayê wê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.
 
Meş ji stasyona sotemeniyê ya Hemdonî ber bi Çerxerêya Cizîrê ya li aliyê rojhilatê bajêr ve dest pê bû. Beşdaran wêneyên Jîna Emînî û pankartên ′’Jin, Jiyan, Azadî′’ hildan.
 
Li çerxerêyê berdevka kombûnê Ruweyda Hinêzil axivî û wiha got: "Em dengê xwe tev li dengê berxwedana jinan li tevahî cîhanê û berxwedana mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ji ber ku jinan destanên lehengane û fedakariyê pêk anîn ."
 
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Mariya Dada jî wiha got: "Em îro Jîna Emînî ku dewleta Îranê di bin navê urf, eded û kevneşopiyan de li pêşberî cîhanê, qetil kir, bi bîr tînin."
 
Mariya soza bilindkirina têkoşînê û berxwedanê da ku azadiya jinê bi dirûşmeya ‘′Jin, Jiyan, Azadî′’ pêk bînin, dubare kir.
 
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Sernavên din

19/09/2023
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin