Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin

  • rojane
  • 10:09 13 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Berdana girtiyê nexweşê epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz 4 caran 3 mehan hate taloqkirin. Parêzer Bulent Dûran, anî ziman ku Oz carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe û xetereya wî ya jiyanî heye û xwest bêhiqûqî bi dawî bibe.
 
Bangên li ser berdana girtiyên nexweş tên kirin bê bersiv dimînin. Girtiyên ku mafê wan ê berdana bi şert hene jî bi pêkanînên keyfî li girtîgehê tên ragirtin. Herî dawî tevî banga hiqûqnasan û malbata wî, girtiyê nexweş Şakîr Tûran di 30’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji girtiyên nexweş ên neyê berdan jî Mehmet Huseyîn Oz ê 34 salî ye. 
 
Oz ê di 17’ê adara 2018’an de li Taxa Beydîllî ya navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê hate binçavkirin, di 26’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Oz ê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê wî de doz hate vekirin, di 17’ê çileya 2019’an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Nexweşiya epîlepsiyê ku Oz di girtîgehê de pê ket pêş ve diçe û bi nexweşiya gurçikan jî ket û di serê wî de kîst çêbûn. Berdana Oz ê cezayê lê hate birîn temam kir û di mijdara 2022’yan de “mafê berdana bişert” bi dest xist, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve bi hinceta “poşmantî qebûl nekiriye” 4 caran 3 mehan hate taloqkirin. 
 
CARA ÇARAN HATE TALOQKIRIN 
 
Oz, bi rêya parêzerê xwe îtîrazî biryara taloqkirina berdana wî ya 3 mehan ku ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ve hate dayîn kir. 2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Dîlokê îtîraza hatiye kirin bi hincetên lijneyê qebûl nekir. Herî dawî berdana Oz di 25’ê tebaxê de ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve 3 mehan hate taloqkirin. 
 
‘BERDANA WÎ TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Birayê Mehmet Huseyîn Oz, Serhat Oz diyar kir ku kekê wî nikare di girtîgehê de bimîne û xwest bê berdan. Oz ê got ku “Kekê min niha ne di rewşeke ku bikare di girtîgehê de bimîne” wiha axivî: “Ji ber qanûna poşmantiyê ya lê tê ferzkirin qebûl nekir nayê berdan. Me daxwazname dan. Me serî li ÎHD’ê da lê encamek bi dest nexist. Li gorî qanûnan divê kekê min bê berdan. Li niha di girtîgehê de ye û berdana wî tê taloqkirin.”
 
‘EM DIXWAZIN BÊ BERDAN’ 
 
Oz, bal kişand ku girtiyên nexweş li girtîgehê tedawiyeke baş nabînin û wiha got: “Kekê min di girtîgehê de bi nexweşiya epilepsiyê û gurçikan ket. Niha di serê wî de kîst heye, tedawiya wî rast û dirûst nayê kirin. Ez dixwazim kekê min û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
 
‘XESPA RAYEYÊ TÊ KIRIN’ 
 
Parêzerê Bulent Dûran Oz, anî ziman ku berdana Mehmet Huseyîn Oz çar caran hatiye taloqkirin û wiha got: “Berdana Oz, di mehên mijdar, adar, gulan û tebaxê de 4 caran 3 mehan hate dirêjkirin. Sedem ewil ê taloqkirina berdanê qanûna poşmantiyê ye. Sedemê duyemîn ê esas jî ew e ku biryarên lijneyê veguheriyê meqamên darazê û xespa rayeyê dikin. Lijne esas şandeyeke têkildarî çavdêriyê ye. Lê di demên dawî de biryarên lijneyan û biryarên dadgehên înfazê bûne yek. Bi xespa rayeyê dikevin şûna dadgehan û hewl didin biryarên nû bidin. Biryarên lijneyê mayîna wî ya bi mirovên ji heman sûcî tên darizandin re weke hincet tê nîşandan.”
 
‘TIŞTÊN TÊN KIRIN SÎSTEMATÎK IN’ 
 
Dûran, bi lêv kir ku tiştên tên kirin sîstematîk in û wiha berdewam kir: “Ne tenê têkildarî Mehmet Huseyîn Oz di demên dawî de li her derê tê jiyîn. Li hemû girtîgehan îşkence û mûameleya nebaş heye û bi şertên kontrola edlî û sererastkirina qanûnan hin girtiyên din tên berdan lê bi taybetî berdana girtiyên siyasî bi biryarên lijneyan tê taloqkirin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin nefretê û dijberiya hiqûqê ye.”
 
‘DI ROJEKÊ DE 7 CARAN JI SER HIŞÊ XWE DIÇE’ 
 
Dûran, bal kişand ku îhtîmala Oz di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide zêde ye û ev tişt got: “Mehmet nexweşê epîlepsiyê ye û carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe. Li cihekî du qatî dimîne. Ez duh çûm pê re hevdîtin kir, ji min re got rojên derbasbûyî ji ser hişê xwe çûye û ketiye. Hevalekî wî yê li pişt tê wî digire, heke wî negirtibûya da patika wî bi derenceya bikeve û dikarî ji çûyîna xwînê ya li ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest bide. Carna li lavaboyê jî ji ser hişê xwe diçe û dikeve. Heke mudaxile neyê kirin dê jiyana xwe ji dest bide. Xetereyeke jiyanî ya wî ya giran heye. Min ev rewş ji îdareya girtîgehê re jî ragihand. Min ji wan re got heke sibê tiştek bi serê muwekîlê min were berpirsyar hûn in, divê bi demildest bê emeliyat kirin. Û divê bê tedawî kirin lê bi israr ev rewş tê paşguhkirin.”
 
 

Sernavên din

16/09/2023
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin