Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê

  • rojane
  • 13:33 12 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di Doza Kobanê de parastin kir û wiha bal kişand ser “Pêvajoya Çareseriyê”: “Bi agahdariya dewletê em çûn Kobanê û Qendîlê. Hûn me didarizînin wê demê kesên em şandin jî bidarizînin.” 
 
Rûniştina yekemîn a danişîna 32’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn.  
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak û parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz û Alî Bozan danişîn şopandin.  Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di danişînê de amade bûn û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
HINCETA JI BO ASTENGKIRINA MAFÊ PARASTINÊ: XERAB BI KAR TÎNIN 
 
Di danişînê de ji ewil Kirkazak axivî û diyar kir ku mudafiyê Ahmet Turk e. Kirkazak got ku ji ber rewşa tenduristiyê dixwaze li cem miwekîlê xwe parastinê bike. Serokê dadgehê jî pirsa “Ma ev di her danişînê de diguhere? (rewşa miwekîlbûnê). 
 
Parêzer Erdal Kuzu jî got ku tevî daxwazeke qanûnî û rewa jî danişîn nexweş dest pê kiriye. Kuzu, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Turk û ev tişt anî ziman: “Hûn şandeya cezayên giran in. Me fêm nekir bê ka hûn çima vê mijarê çima dikişînin devereke formel. Ji bo alîkariya hiqûqî bênavber bidome em dixwazin daxwazên me bên qebûlkirin.” Serokê dadgehê jî li dijî vê bal kişand ser şopandina serokên baroyan a danişînan û wiha got; “Parêzerên we ji vir de ji wir de anîn, parêzerê wî, parêzerê filan kes, we serokên baroyan anîne” û îdia kir ku ev maf bi awayekî xerab tê bikaranîn. 
 
Şandeyê ji bo daxwazê biryara navberê da û daxwaza Kirkazak red kir. 
 
Piştre Kazak dîsa mafê axaftinê girt û got ku bersûc kirde û parastvanên gel in û wiha domand: “We mafê parastina wekhev a miwekîlê me asteng kir. Ev, binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn in.” 
 
‘ÎDIANAME ÇÎROKÊN JI ANDERSENÊ YE’
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî axivî û parastina xwe wiha kir: “Ev doz, dozeke siyasî ye û li ser fermanê hatiye vekirin. Îdianame, ‘Çîrokên ji Andersen’ e. Di 12’ê Îlonê de em di Zindanên Amedê de man. Hewldana ew bû ku civak bên gel hev. Lê feraseteke wisa heye ku fikr û çalakiyên me weke îllegal nîşan dide. Ma ev demokrasiyeke çawa ye? Em di pêvajoyeke wisa de ne ku daraz êdî siyasî bûye. Ji ber vê yekê xemgîn in. Me li Kobanê alîkariya mirovên xwe kirin. Feraseteke ku alîkariyê weke sûd dibîne! Me konvoyên vê alîkariyê li gel Waliyê Mêrdînê dan rê. Min axaftinek kiriye û gotiye ku divê li dijî tiştên li Kobanê tên kirin her kes dengê xwe bike û ev axaftin di îdianameyê de cih girtiye. Baş e lê ma em ê çeteyên DAIŞ’ê biparêzin? 
 
YÊN KU EM ŞANDIN QENDÎL Û KOBANÊ BIDARIZÎNIN 
 
Ev 50 sal in ez siyasetê dikim. Di îdianameyê de qedrê gel ji bo min digire weke ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nirxandin. Dê hewldanên me yên ji bo aştiyê ji vir û şûnde jî bidomin. Li dijî mantiqa înkarger tevahiya berpirsyartiyê dikeve ser milê me. Em ê peywira xwe ya wijdanî pêk bînin. Her wiha di pêvajoya çareseriyê de hevdîtina ewilî me kir. Baş e lê me çawa kir? Heta midûrê girtîgehê jî bi ferîbotê em ji Stenbolê birin. Bi talîmata kê ev yek kir? Me bi fermana serokwezîr û serokkomar ev peywir pêk anîn û me di pêvajoya çareseriyê de li xwe rol girt. Heke em çûbin Kobanê û Qendîlê, ev yek bi agahiya dewletê hatiye kirin. Heke hûn me bidarizînin, wê demê kesên em şandin û yên ev pêvajo dayîn destpêkirin jî bidarizînin.
 
FERASETEKE KU BI DIJMINATÎ LI PÊŞEROJÊ DINIHÊRE 
 
Têkoşîna ji bo pêşerojeke demokratîk tê dayîn weke sûc tê dîtin. Me tevahiya paşeroj û pêşeroja xwe ji bo demokrasiyê xerc kir. Em bi mantiqa min wiha kiriye yan jî wiha nekiriye li vê darizandinê nanihêrin. Em bi çavê ‘gelo dê ji bo pêşeroja demokratîk û aştiya civakî hewl bên dayîn an dê pêşî li vê were girtin’ li vê dozê dinihêrin. Sûcên fikr û raman ên min jê beraet kiriye jî weke keşfeke pir mezin be di îdianameyê de cih girtine. Çi eleqeya van bi darizandinê heye? Ev tevek jî di salên 90’î, 80’an de li dadgehan bêencam mane. Bicihkirina van a dîsa di îdianameyê de, nêzikatiyeke dijminane ya li dijî me û pêşeroja me ye. Em vê ferasetê red dikin.” 
 
‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ TÊ DARIZANDIN’ 
 
Parêzer Erdal Kuzu jî wiha got: “Heke hûn ji dozger bipirsin, bêhnstandina kurdan jî sûc e. Êdî tiştên ne mijara dozê jî li dosyayê zêde kirine. Em dibînin ku dozger hebûna gelê kurd qebûl nake. Tevahiya rêgezên hiqûqa ceza ya dijminane di vê dosyayê de cih digirin. Dema hûn peyva gelê kurd jî bi kar tînin dozger dibêje ‘hûn endamên rêxistinê ne.’ Ev metn, metneke îdeolojîk e ku di bin navê mutalaayê de anîne pêşiya me.” 
 
‘AKP’Î JI DARAZÊ MUEF TÊN GIRTIN
 
Kuzu, gotinên parlamenter û wezîrên AKP’î yên derheqê Rêberê PKK’ê de bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Gelo ev endamên rêxistinê ne yan rêveber in? Çima ev nayên nirxandin. Ew endamên îktîdarê yên wê demê ev axaftin dikirin niha ji hiqûqê muef hatine girtin. Di vê rewşê de îktîdar tenê serî li cezakirina siyasetmedarên kurd dide. Ev mutalaa, siyaseta darizandinê ye. Miwekîlê min 50 sal in siyasetê dike. Gelê kurd parastiye û ji bo mafên xwe yên makeqanûnî bi dest bixin jî têkoşiyaye. Lewma ev darizandin darizandineke siyasî ye. Dê tu kes ji bo helwesta dadgehê çepikan lê nexe. Hûn kesekê 80 salî bi rêvebirina rêxistinê didarizînin. Yên ku tên darizandin gelê kurd e, daxwazên wan ên siyasî ne û kesên parastina kurdan dikin in. Em dixwazin hûn biryara beraetê bidin.” 
 
Ji bo danişîn sibe saet di 10.00’an de were lidarxistin navber hate dayîn. 

Sernavên din

16/09/2023
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin