Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi beşdariya de hezar kesan bi coş pêk hat. Di festîvalê de bal kişandin ser daxwaza statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
 
31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome ye, îsal bi dirûşmeya “Di salvegera 100’emîn a Lozanê de çareseriya pirsgirêka Kurd, statu ji Kurdistanê re” li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hat lidarxistin. Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran Kurdistanî yên ji welatên cuda yên weke Elmanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê, herikîn Rebstockparkê ku festîval lê bû.
 
PANKARTA 'JI KURDAN RE STATU Û AZADÎ' HATE HILGIRTIN
 
Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi alên xwe ve balê kişandin. Li qada festîvalê ku coşeke mezin lê serwer bû, pankarta 'Ji Kurdan re statu û azadî' li dikê hat daliqandin û bi sedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin.
 
Li qadê bi hezaran kesan wêneyên şehîdên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di demên cuda de şehîd bûne vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin. Li qada festîvalê ya bi rengên neteweyî yên Kurd hatibû xemilandin, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên Kurd ên cuda ji bo pêşxistina çanda Kurdî stand vekirin. Her wiha nivîskar di pêşangehên pirtûkan de bi xwendevanên xwe re hatin ba hev.
 
Festîvala ku bi dirûşmeya “Di salvegera 100’emîn a Lozanê de çareseriya pirsgirêka Kurd, statu ji Kurdistanê re” hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.
 
Festîval piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zubeyde Zumrut, hevserokên KON-MED’ê Emîne Ruken Akça, Kerem Gok, Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan û nûnerên konfederasyona girêdayî KON-MED’ê derketin ser dikê û gel silav kirin.
 
ZUBEYDE ZUMRUT: EM BI BIRYAR IN KU RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN
 
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut mafê axaftinê girt. Zumrut diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst li çar parçeyan gelê Kurd qetil dike û got: “Zîhniyeta ku 100 sal in gelê me qetil dike, li benda komkujiyên nû ye. Lê gelê Kurd bi biryar e ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de azadî û mafê xwe yê statuyê bi dest bixe. Tecrîda Îmraliyê ya li Rêber Apo ji aliyê gelê me ve neyê qebûlkirin. Gelê me ji bo azadiya Rêberê xwe bi biryar e. Ger em tecrîda li ser Rêbertî neşkînin, dewleta Tirk wê li her çar aliyê Kurdistanê bi taybet li Rojava komkujiya li ser me bidomîne.”
 
SEVER: EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO STATUTA KURDISTANÊ Û AZADIYA OCALAN LI QADAN BIN
 
 Engîn Sever jî diyar kir ku di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de daxwaza gelê Kurd a ji bo statuyê zêdetir derket pêş û destnîşan kir ku siyaseta Kurd ji bo statuya Kurdistanê wê bi gel re  hemû derfetên xwe seferber bike. Sever anî ziman ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê sûcekî giran ê mirovahiyê ye û got ku di bin kûrkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ku 25 sal in didome de, li dijî gelê Kurd polîtîkayên nû yên komkujiyê tên plankirin. Sever anî ziman ku Kurd wê li her qadê bi rojeva ji Abdullah Ocalan re azadî û Kurdistanê re statu bin û ji saziyên navneteweyî û welatên têkîldar xwest ku dev ji polîtîkayên durtûtiyê berdin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
 
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan jî axaftina xwe bi Elmanî kir. Ayten Kaplan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştre Parlementerê Federal ê SPD’ê Armand Zorn mafê axaftinê girt.
 
Di festîvalê de peyamên Nûnerên Festîvala Çanda Kurd, Muzîkjenê Elman Konstantîn Wecker û xwediyê Xelata Nobelê ya Edebiyatê ji Avusturyayê Elfrîede Jelînek hatin xwedin.
 
Festîval bi guhdarkirina koma muzîkê ya Kevana Zêrîn berdewam kir û sînevîzyona li ser dîroka 30 salî ya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî hat nîşandan. Piştî guhdarkirina Koma Muzîkê ya Ereb Goksel û Koma Muzîkê ya Ensebleyê, peyama nivîskî ya KCK’ê hate xwendin. Hunermenda Rojhilatî Jale Sineyî jî derket ser dikê.
 
BEDRAN OZTURK: GELÊ KURD TEVÎ QIRKIRINÊ JÎ BI DAXWAZA STATUYÊ LI BER XWE DIDE
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Amedê Bedran Ozturk ku beşdarî festîvalê bû, gel silav kir û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer bi bîr anî.
 
Ozturk diyar kir ku festîvala ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de tê lidarxistin xwedî wateyeke dîrokî ye û got: “Bi ser peymana Lozanê 100 sal derbas bûn. 100 sal berê hêzên navneteweyî Kurdistanê parçe kirin. Paşeroja gelê Kurd hiştin însafa dewleta Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Wan dewletan ji bo asîmîlekirin û tinekirina gelê Kurd polîtîkayên qirêj û qirkirinê pêk anîn. 100 sal bi ser de çû; Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi nasname û çanda xwe heye. Tevî hemû komkujiyan îro li ber xwe dide û daxwaza statuyê dike.”
 
Ozturk, anî ziman ku Lozan ku Kurdistan parçe kir îro jî berdewam dike û got: “Dewletên ku hêz ji peymana Lozanê girtin, tecrîda giran li ser Birêz Abdullah Ocalan dimeşînin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi şirîkatiya dewletên Ewropayê û Emerîkayê didome. Bi tecrîdê re tê xwestin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û di sedsala nû de Kurd bê statu bihêlin. Birêz Abdullah Ocalan ne şexsekî ye, vîna bi mîlyonan temsîl dike. Bi vê tecrîdê re dixwazin hêviya azadiyê ya gelan tune bikin.”
 
Ozturk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe û anî ziman ku sedema vê qeyranê polîtîkayên şer in û mûxalefeta ku li dijî van polîtîkayan dernakevin jî şirîkê vê ne.
 
‘DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ BÊDENGIYA SAZIYÊN RAYEDAR RABE’
 
Ozturk got ku bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya erêkirina tecrîdê û bang li gel kir ku li dijî vê bêdengiyê têkoşînê mezin bikin.
 
‘JIYAN BI KURDÎ XWEŞ E’
 
Ozturk bal kişand ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya di jiyana rojane de û got: “Divê em li dijî asîmîlasyonê çand û zimanê xwe biparêzin. Em zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane de bikarbînin. Jiyan bi Kurdî xweş e. Ger zimanê me tune bibe, wê dîrok, çand û hemû tiştê me tune bibe. Bila her kes pêşî zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bike.”
 
Di festîvalê de parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş û Mahmût Şakar derketin ser dikê û derbarê pêvajoya hiqûqî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî dan girseyê. Omer Guneş bi Kurdî û Mahmût Şakar jî bi Tirkî agahî dan. Parêzeran bang li gelê Kurd kirin ku di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwedî li Rêberê xwe derbikevin, têkoşînê mezin bikin û di platformên navneteweyî de têkoşîna siyasî û hiqûqî bi piralî mezin bikin.
 
Piştî axaftinan, ciwanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Rêwîtiya Azadiyê” li bajarê Dortmund ê Elmanyayê dest bi meşê kirin û di nava 5 rojan de heta Kolnê meşiyan, derketin ser dikê û silav dan girseyê.
 
Di dawiya festîvalê de hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê û kêliyên bi coş pêşkeşî girseyê kirin. Festîvala ku bi guhdarkirina muzîkê û pêşandana govendê berdewam kir, piştî pêşandana bernameyên cuda yên hunerî bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

13/09/2023
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne
09:09 Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin
09:04 Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir
09:03 Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin
09:03 Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin