‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’

STENBOL - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan ê di hevdîtina bi malbatan re ku MATUHAY-DER, ANYAKAY-DER û TJA’yê li dar xist de axivî, anî ziman ku ji bo pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. 

 Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) bi dirûşmeya “Em bi malbatên xwe re jiyana azad û rêxistinkirî mezin dikin” li oteleke li navçeya Avcilar a Stenbolê bi malbatan re hatin bahev. 
 
Li eywana ku aktîvîte lê tê lidarxistin pankartên “Em bi malbatên xwe re jiyana azad û rêxistinkirî mezin dikin” , “Soza me ji wan re heye ku em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin” , “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, em ê tecrîdê teqez bi dawî bikin” hatin daliqandin. 
 
Ji bilî gelek malbat û xizmên girtiyan kurê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de di dema qedexeyên derketina derve de bi şewitandinê hate qetilkirin, Adem Tûnç, Dayikên Aştiyê, malbata Yilmaz Uzun ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû û piştî 3 salan hestiyên wî di qûtiyekê de hatin teslîmkirin, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan û Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Mûrat Kalmaz, endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Marmarayê û gelek kes tev li aktîvîteyê bûn.
 
Aktîvîte ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Ayhan Yildiz ê axaftineke kurt kir, anî ziman ku nayê qebûlkirin ku cenazeyên kesên di salên dawî de di şer de jiyana xwe ji dest didin di qûtiyan de radestî malbatên wan bên kirin û bal kişand ku dewletê bi taybetî li dijî malbatên kesên jiyana xwe ji dest didin polîtîkayên qirêj xistine meriyetê. 
 
‘EZ XWE AZAD HÎS NAKIM’ 
 
Mûsa Şanak ê di girtîgehê de demekî dirêj hate ragirtin, diyar kir ku girtina 30 salan ne demekî kurt e û wiha got: “Li Îmraliyê û girtigehên din tecrîdeke dijwar tê pêkanîn. Derketina ji girtîgehê weke azadî were penasekirin jî aliyekî min di girtîgehê de ye. Ji ber ku gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Heta ku pirsgirêkên li girtîgehan çareser nebin û hevalên me neyên berdan ez ê xwe azad hîs nekim.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Aktîvîsta TJA’yÊ Felek Erdem jî destnîşan kir ku tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê her ku diçe mezin dibe. Erdem, diyar kir ku dewlet dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet ciwanan ji civakê dûr bixe û wiha got: “Bi polîtîkayên şerê taybet jinên ciwan bi tiryak û fihûşê ji nasnameya wan dûr dixin. Lê em dizanin ku malbat van êrişan vala derdixînin. Îro di kesayeta Abdûllah Ocalan de tecrîd li hemû gelan û zindanan tê pêkanîn. Divê em li dijî vê di nava berxwedaneke civakî de bin. Hevalên di zindanê de bi polîtîkayên cuda yên dewletê re rû bi rû dimînin lê berxwedaneke mezin dimeşînin. Divê her kes ji xwe bipirse ku ‘ev têkoşîn tê re dike an na’. Divê têkoşîn tên li ser zindanan nemine. Divê em weke gel li ber tecrîdê bisekinin. Li 4 parçeyên Kurdistanê şer heye. Li dijî ziman, xweza û çanda me êriş hene. Êriş û komkujiyên li dijî jinan zêde dibin. Ji bo pirsgirêka jinan ji bo zarok neyên îstîsmarkirin divê em têbikoşin. Ev pirsgirêk pirsgirêka me hemûyan e. Divê em refleksên xwe mezin bikin. Malbat çiqad xurt bin ciwan jî dê ewqas xurt bin.”
 
‘RÊYA ZAROKÊN ME RÊYA ME YE’ 
 
Salîha Çelîk a dayika Eyup Çelîk ku hestiyên lawê xwe di kîsekî de wergirtibû jî wiha got: “Ez tenê ne dayika Eyub im. Ez dayika hemû şehîdan im. Bila serê hemû gelê me sax be. Em ê heta mirina xwe li pey doza zarokên xwe bin. Dewlet êdî cenaze û hestiyên zarokên me di qitûyan de dide me. Dixwazin wisa me bitepisînin lê bila ew baş bizanibin em ê serî netewînin. Em dayika wan şêr û qehreman in.” 
 
DI BIN SIYA ÇEKAN DE MERASÎMA CENAZE 
 
Îbrahîm Ûzûn ê bavê Yilmaz Ûzûn ê ku beriya bi çend rojan cenazeyê lawê xwe di qitûyê de wergirtibû jî wiha axivî: “Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be. Cenazeyê lawê min di qitûyekî de dan min. Ev ne bes e nehiştin ku mele were nimêj û terqîna cenaze bike. Deriyê mizgeftê li me girtin. Nehiştin em nimêja cenaze bikin. Me di dorpêça leşkeran de hestiyê lawê min veşart. Di bin siya çekan de me cenaze da axê. Ew çiqas zilmkar bin em jî ewqas palewan in. Xeyala şehîdên me xeyala me ye, rêya wan rêya me ye. Şehîd namirin.” 
 
PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Rêberî vî gelî Abdullah Ocalan e. Divê em di siyasetê de tifaqa xwe xurt bikin. Li çar aliyên Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet a dewletê li ser kar e. Bi tecrîdkirinê şerê taybet didome. Polîtîkayên tasfiyekirina siyaseta kurd di dewrê de ne. Heke em yekitî û tifaqa xwe xurt bikin wê siberoj ên me bin. Siyaseta me ji bo azadiya gelê me û welatê me ye. Paradîgmaya Abdullah Ocalan div î warî de ji me re rêberiyê dike. Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîn û mîrateya malbat û şehîdên xwe derkevin.” 
 

Sernavên din

13/09/2023
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne
09:09 Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin
09:04 Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir
09:03 Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin
09:03 Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin