'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'

img
AMED – Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya OHD'ê ya Amedê Cemal Ozkoç diyar kir ku bi polîtîkayên wêrankirina ekolojîk dixwazin xwezaya Kurdistanê bêmirov bikin.
 
Di van demên dawî de hejmara kanên maden, petrol û qûmê yên li Kurdistanê zêde dibin, xwezayê wêran dikin. Gundên navçeyên Licê, Pasûr, Pîran ku di salên 1990'î de hatin valakirin, îro şîrketên madenê çav berdane van gundan.
 
NEMAZE JÎ KURDISTANÊ TALAN DIKIN
 
Ozkoç, anî ziman ku piştî pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de bi dawî bû, bi çêkirina qereqol û qereqolan wêrankirina ekolojiyê zêde bû û nemaze jî dar û xweza hatin talankirin. Ozkoç, diyar kir ku li gorî qanûna hawirdorê ger li cihekî darek were birîn divê li şûna wê darek nû were çandin, lê ev li bajarên Kurdistanê pêk nayê. Ozkoç, diyar kir ku bi taybetî li herêmên ku di salên 1990'î de hatin valakirin û ji aliyê JÎTEM'ê ve qetlîamên aktîf pêk dihat, xebatên lêgerîna mayînan tên kirin û got ku ne tesaduf e û cerdevan û şîrket bi hev re tevdigerin.
 
PÊLA KOÇBERIYÊ YA DUYEMÎN
 
Ozkoç, destnîşan kir ku herêmên hatine valakirin piştre vegerek van deran çêbû lê îro dîsa bi destê dewlet û sermayedaran ev der tên valakirin. Ozkoç, got ku erdnîgariya ku kurd lê dijîn bi mantiqeke kolonyal nêzîk dibin û ev jî êrîşa li ser nasnameya kurdî ye.
 
Ozkoç destnîşan kir ku şirketên lêgerîna petrolê bêyî ku "Rapora ÇED'ê" bi dest bixin bi awayekî derqanûnî ketine herêmê an jî bi hêsanî dikarin raporên "ÇED ne hewce ye" wergirin û dema diçin cihekî ewilî rastî qereqol û qalekolan tên û her wiha hewldanên hiqûqî yên li dijî şîrketa bêencam tên hiştin.
 
Ozkoç, da zanîn ku divê ekolojî bi giştî bi şer bê nirxandin û wiha got: “Gelê kurd dizane ku li Kurdistanê qirkirina çandî û polîtîkayên bêmirovkirinê tên meşandin, mêtingerî û lêgerîna petrolê weke polîtîkaya şer dinirxîne. Me bi taybetî di nava gundiyan de ev nirxandina li ser şîrketan dît û gundî dibêjin; gelo em ê giliyê dewletê ji dewletê bikin?” 
 
Ozkoç, da zanîn ku ew ê li her qadê li dijî ekolojîk têbikoşin û bang li kesên ku li her bajar, navçe û taxên ku wêrankirina ekolojîk lê tê kirin têbokişin û li dijî talana ekolojiyê serî li wan bidin.