Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên hewayî yên li herêma Darfourê ya li rojavayê Sûdanê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. 
 
Klînîka Yashfeenê ya di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) ku şirîkên artêşê yên berê bûn a li paytexta Darfour a Başûr Nyalayê, ji hêla balafirên biçek û bêmirov ên artêşê ve hate bombebarankirin. Di êrişê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Heman rojê di saetên şevê de paytexta Darfour a Bakur El-Faşerê jî hate bombebarankirin. Di bombebaranê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 71 kes jî birîndar bûn.