AMED-Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga, diyar kir ku jinan êdî kirasê xwe yê mirinê ku jê re hatî dirûtin qetandiye û got: "Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan.”
Li çar aliyên Cîhanê tundiya li dijî jinê her ku diçe zêdetir dibe. Li dijî vê tundiyê li çar aliyan ve jin dengê xwe bilind dikin û li ber xwe didin. Çalakiyên li dijî windakirina Gulîstan Doku ya li Dersîmê ji aliyekî ve li Kurdistanê ji aliyê din ve jî li Tirkiyeyê berdewam dikin. Li Meksîkayê jinan ji bo jina bi navê Ingrîd Escamîlla Vargas a ku bi destê mêrekî hatibû qetilkirin, Dadgeha Makeqanûnê şewitandin. Daxuyaniyên dewlet û diyanetê her ku diçe rê li ber qirkirin û tunekirina jinan vedike. Li aliyê din jî desthilatdarî ji bo pêşiya zewaca ku di temenê biçûk de û îstismara zarokan veke jî qanûnan li ser qanûnan derdixe. Ev mijar hê jî tên niqaşkirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Boga, ji ber nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, rojevên sereke yên ku jinan eleqedar dikin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin û bal kişand ser girîngî û wateya 8'ê Adarê. Boga, destpêkê berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên cîhanê bi bîr xist û wiha axivî: "Em têkoşîna jinên kurd û ya jinên cihanê nikarin ji hevdu cuda bikin. Hişmendiya mêrê serdest bi hezaran salan e li ser rûyê cîhanê û li Rojhilata Navîn xwe bi qirkirin û tunehesibandina jinan daye jiyîn. Li dijî wan qirkirin û şerê mêr ê qirêj jinan her tim di dîrokê de li ber xwe dane. Îro jî jin ji bo jiyanek wekhev, ziman û cîhaneke azad vê bingehê ava dikin. Ji bo vê jî em nikarin berxwedana jinên cihanê û tevgera jinên kurd û jinên rojhilatî di sedsala 21'emîn de ji hev cuda bigirin dest. Çima em nikarin; em dikarin bêjin ku tevgera jinên kurd, weke TJA û jinên Rojhilata Navîn, em hêza xwe ji qurmê diroka jinê digirin."
‘JINÊN KURD HÊZA XWE JI ROSAYAN Û SAKÎNEYAN DIGIRIN’
Boga, derbarê şerê ku ev çar sal in di takekesiya şerê Rojhilata Navîn de şerê ku li Rojava li dijî jinan hatî meşandin de bal kişand ser hêza jinên cîhanê û kurd û wiha axivî: “Jinên li rojava hêza xwe ji xeta şoreşa 40 salî distine. Ev berxwadan jî hêza xwe ji Leyla Qasim, Besê û Sakineyan digire ji Clara Zetkin û Rosa Luxemburgan û ji Behîce Boranan digire. Dema em bi vê çerçoveyê li berxwedanan meyzênin, îro şoreşa rojeva bûye mînak. Dema em li ser rûyê cihanê jî meyze dikin; îsal li Şîlîyê berxwedanê, wekî dansekî dest pê kir. Jin li dijî pergala zilam a ku êdî nayê pejirandin van nerazîbûnên xwe bi dansa Las Tesîsê li çar aliye Cîhanê li ber xwe dan. Jin êdî li her deverî hêza xwe ji jinên kurd ên berxwedêr digirin ji Şîliyê heta Fransayê ji wir jî heta Almanyayê, û li her welat û bajarî nerazîbûnên xwe bilind dikin. Îro jinên Avrûpa û jinên Rojhilat hêza xwe ji tekoşîna jinên kurd digirin. Vê yekê car carinan em di konferansan de carinan jî di xebatên gelemperî de ji wan jinên ku tên, dibihîsin.dema em van digirin dest tekoşîna jinên rojhilata navîn û pêşengtiya jinê kurd ji dirokê em nikarin qut bikin. Ev her du jî hevudu mezin dikin."
‘SEDSALA 21’EMÎN SEDSALA JINÊ YE’
Boga, diyar kir ku ew weke jinên kurd di sedsala 21'emîn de, êdî qirkirin, şer, pişavtin, qirkirina çandê, ziman û jinan qebûl nakin. Boga, da zanîn ku ev sedsal wê bibe sedsala jinan û wiha got: "Em jinên kurd dibêjin ku dê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan. Dema ku em li van tevan meyze dikin jî azadî pir zahmet e û ewqas jî pîroz e. Her çiqas ku bedelê vê azadiyê tadeyên wê yên girtinê, kuştinê û binçavkirinê hebin jî tama azadiyê tiştekî cuda ye û jixwe bêtead bê bedel azadî ne pêkan e. Îro di Rojhilata Navîn de jinên kurd pêşeng in û bi pîvan in. Ji bo azadiya jinên Cîhanê tevî li ber xwe didin. Jinên kurd li hemberî tu êrişan paş de gav neavêtine, serî netewandine; qada berxwedanê fireh kirin, rêxistina xwe berfireh kirin. Ev jî qerekterê sedsala 21’emîne ê berxwedanê ye.”
‘HEVSEROKATÎ JI BO ME NEBE NABE YE’
Boga, anî ziman ku di mijara êrîşên qeyûm ên li ser hevserokatiyê de, pergal û desthilatdariyê mirov nikare ji hev cuda bike û wiha domand. “Qeyûm hat nehat dest avêt ser destkeftî, sazî û vîna jinan. Hêzên desthilatdar bi taybetî jî pergala AKP-MHP’ê xwestin pêşiya tekoşîna jinên kurd, pêşiya azadiyê bigirin û di Kurdîstanê de bifetisînin. Helbet manîdare ku roja yekemîn qeyûm dest danî ser qezencên jinan. Ev jî tê wateya ku ev hişmendî fikra wê çibe zikrê wê jî ew e. Desthilatdarî dixwaze hem xeta me ya sor hem jî ya mor bişikîne. Îtîraz û nerazîbûnê me li dijî vê pergala desthilatdaran a ku jinê tune dihesibîne, hene. mêr pêşengtiya biryarên şer, xerakirin,tunekirin û qirkirinê dike. Lê jin êdî li dijî vê xeta modernîteya kapîtalîst dê xeta netewek demokratîk ava bike. Di serî de jî em ê ji xwe dest bi vê yeke bikin. Hewce ye ji bo Jiyaneke hevpar, rêxistineke hevpar em ji xwe destpê bikin."
‘HEVSEROKATÎ XETA SOR Û MOR E’
Boga, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xeta me ya sor xeta hevserokatiyê tenê ne di nava partî û saziyan de di her qadê jiyanê de gere em derînin pêş. Hevserokatî ji bo me nebe nabe ye. Bedelên wê her çiqas ku wekî girtin binçavkirin û tunehesibandin derkeve pêşiya me jî ev yek ne astengiyeke li pêşiya berxwedan me. Xem û derdê me ew e ku em çawa tekoşîna xwe mezintir bikin. Dewlet xeta me ya hevserokatiyê wekî hincet dît û gelek astengî derxistin pêşiya me. Gelek endamên şaredariyên me, hevserokên me avêtin zindanan lê bi tirsandinê, bi darizandinê nikarin pêşiya me bigirin û tekoşîna jinê sekna jinê û vîna jinê bin pê bikin. Me jê bawer kiriye û tu hêz nikare bişikîne. Deshilatdarî her çiqas ku di makezagonê de astengiya derxinê jî di rihê me û hişê me de hevserokatî runiştî ye. Gelo ka wê çawa ji dilê me, hişê me, mejîyê me, rihê me vê yekê derîninin."
‘PERGAL DIXWAZE DI ŞEXSÊ JINÊ DE CIVAKÊ BIFETISÎNE’
Boga, derbarê zewaca di temenê biçûk de jî nêrînên xwe parve kirin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Pergala serdestiyê dixwaze li ser zayendiyê xwe mezin bike, bi gotinên diyanete jî xwe meşrû dike. Dewlet dixwaze mafên ku jinan bi kedê bi dest xistiye tune bike, qedexe û terorize bike. Jin van talûkeyan ferq dike û ji bo vê jî bi bedelên giran li ber xwe dide. Lê belê hişmendiya serdest di vê xalê de jî bi qanûnên xwe dixwaze pêşîyê li jinan bigire. Dewlet çi dike; bi qanûnên xwe ên nû yekemîn; jinan bi tecavûzkarên wan re dide zewacindin ( zarok be jî ev yek ferq nake), duyemîn; bi qanûnan pêşiya zewaca temanê biçûk vedike. Dixwazin di şexsê jinê de civakê bitepisînin, bi xesrînin û bi vî awayî qanûnên nû derxînin. Van qanûnan jî bi destê Diyanetê bi gotinên saziyên cuda dixwazin têxin rojevê û serdestiya xwe li ser jinê ava bikin. Em mecbûr in nerazîbûnên xwe li dijî vê pergalê bînin ziman û em nepejirînin. Em ne zarokên biçûk yên ku tên zewicandin ne jî kesên ku bi tecavûzkar re tên zewacindin qebûl nakin û hewceye em dengê xwe bilind bikin û tekoşîna xwe berdewam bikin. Hewce ye jinên li Kurdîstanê yên li Tirkiyeyê li dijî van qanûnên dijmirovahî li ber xwe bidin û serî netewînin, xeta xwe ya berxwedanê xurt bikin."
‘HUNDAKIRINA GULISTANÊ HUNDAKIRINA MIROVAHIYÊ YE’
Boga, di şexsê Gulistan Doku de jî bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha pêde çû: "Ez weke jinekî dipirsim; dewlet çawe nikare jineke ku di bajarekî biçûk de hundabûyî, bibîne. Mirî an jî zindî çawa bibe nikarbie bîne! Bi mehane ku jineke hundabûyî dewlet nikare bibîne, ev derew e. Tiştekî qirêj di nav bûyerê de heye, dewletê bixwesta dê Gulistan Doku dîtibane. Dersim ciyê berxwedanê ye welatê zarîfe û Besêya ne. Ji ber vê jî dewlet naxwaze li wir tovê azadiyê şîn bibe. Di şexsê Gulistan de dixwazin hişmendiya mêr û pergala serdest li wir ava bikin û vîna jinê li wir bişkînin. Em vê tundiyê tenê li ser Gulistanê nabînin; ev tundî û hundakirin tê wateya hundakirina mirovahiyê û ya civakê jî. Pergal an jî zilam feq tune ye gelek jin hundakirin û dê hunda bikin lê belê nikarin jinan ji azadiyê û berxwedanê qut bikin. Ev pirsgirêk tenê ne hundakirina Gulistanê ye. Faîlên wê kî ne, hevalên wê yê lawê polîs çima nayê niqaşkirin. Ev nakokî hene. Lê belê heta ku Gulistanê neyê dîtin em pêşiya vê mijarê bernadin. Em Gulistanê dixwazin. Cenazê wê an jî zindî! Tundiya li ser jinê ya ji bav, bira, xal, dergistî bi kurtasî ya ji mêr tê, hinceta jinê ya berxwedanê û tekoşînê ye. Hewceye em xeta berxwedanê mezintir bikin.”
‘EM Ê BI MITÎNGÊN GIRSEYÎ 8’Ê ADARÊ PÎROZ BIKIN’
Boga, bal kişand ser plansaziyên TJA'yê yên 8’ê Adarê û wiha got: “ Em jinên kurd 8’ê Adarê tenê wekî rojekî nagirin dest, em dibejin hewceye her roj bibe 8’ê Adarê. Rojek têra me nake. Tekoşîn her gav her kêlî mezin dibe. Ji ber wê jî rast e em ser 8’ê Adarê ji xwe re pîvanekî deynin û jê hêz digirin lê belê mirasa jinên cihanê û deskeftiyên wan ji xwe re têxin destpêk. Em tekoşîna vê yekê didin. Gelek plansaziyên me hene. Wekî hun jî dizanin me 1-2'yên sibatê Konferanseke girîng li dar xist. Di vê konferansê de biryarên xurt hatin dayîn. Yekemîn; di sala 2020'an de xeta berxwedanê em ê mezintir bikin, rêxistinbûyînê berfireh bikin, bû. Ya din jî biryara ku em ê li dijî tundiyê xwe çawa xurttir bikin, çawa bisekinin. Ji bo mezinkirina rêxistinbûyînê di aliyê çand, dîrok, aborî, perwerdeyê de 18 biryar standin. Plansaziyên me; em ê li Edene, Amed, Êlihê, Silopiya û Wanê mitîngên girseyî li dar bixin. Ji bajaran û heta taxan, ji kolanan heta navçeyan ji bajarê Kurditanê heta yên Tirkiyeyê şahî û meşên me hene. Bi reng û dengekî berxwedanê em dixwazin 8’ê Adarê pêşwazî bikin û pîroz bikin.”
'XETA ME YA HERÎ GIRÎNG TECRÎTA LI SER BRÊZ OCALAN E’
Boga, tecrîtkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha pê de çû: "Xeta me ya herî girîng jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Em wekî jinên kurd û jinên li Rojhilata Navîn vê yekê dibêjin ku ev tecrîd ne li ser takekesiyê ye, li ser nirxên mirovahiyê ye, li ser me jina ye, li ser civak û li ser me kurda ye. Derhal divê ku berpirsiyar gavekî biavêjin û malbat û parêzerên birêz Ocalan bişînin Greva Îmraliyê ka li wir çi diqewime. Em bi guman in, li Îmraliyê çi diqewime? Ji bo me birêz Ocalan xeta sor e. Di Kongreya HDP’ê de jî bi deh hezaran kes, bi yek gotinê bi dirûşmeyên xwe zelal bûn. Hewce ye dewlet goh bide dirûşme, bangewaziya ku di kongreyê de hatî kirin. Birêz Ocalan mirovekî ji rêzê nîne. Pergal nikare seknekî ji rêzê li hember Ocalan bigire dest. Wek Tevgera Jinên Kurd bangewaziya me ew ku bi lezgînî çi diqewime agahî bidin û malbat û parêzerên Birêz Ocalan bişînin Greva Îmraliyê."
‘AZADÎ ENCEX BI TêKOŞÎNA JINAN PÊKAN E'
Boga, di dawiya axaftina xwe de qala çalakiyên jinên li Meksîkayê ya ku piştî qetilkirina jina bi navê Ingrîd Escamîlla Vargasê, Dadgeha Maqeqanûnê dan ber agir û wiha got: "Îro li cîhanê jî zilmê daye heta ber qirika jinan. Jinên Cîhanê jî serî radikin û dengê xwe êdî qût nakin.Ji bo vê jî cîhan mecbûr e goh bide dengê jinan ku çi dixwazin. A din jinên kurd çi dixwazin? Bila ev yek baş were fêmkirin ku sedsala 21’emîn sedsala jinê ye. Azadî encex bi tekoşîna jinan dê were. Em êdî ji bindestiyê re dibejin na ji komkujiyan re dibêjin na. Ji bo me ferqa bav, zilam, dewletê tune ye qirkirin ji kîjanî were jî em vê yekê qabûl nakin.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel