AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku divê girêdana “fizîkî û zîhnî” ya darazê ya bi îqtîdarê were birîn û got: “Polîtîkaya bêceza hiştinê nahêle ku hêzên tarî yên di nava dewletê derkeve holê.”
Di sala 2019’an de jî “bêalîbûn û serbixwebûna darazê” ku bi salane li Tirkiyê tê nîqaşkirin di rojevê de xwe parast. Yek ji mijara nîqaşa sereke ew bû ku vekirina sala edlî li Qesra Serokkomar pêk hat. Binpêkirina mafan ya têkildarî azadiya derbirînê û ramanê de, lêpirsînên derbarê kurd û aliyên muxalîf de hatin destpêkirin, biryarên derbarê cînayetên jinan de hatin dayîn û bi gelek aliyan li ser darazê nîqaş hat kirin.
Bi sedena siyasetmedarên kurd ji ber axaftin, civîn û daxuyaniyan hatin binçavkirin û girtin. Bi dehan sal cezayê hefsê li siyasetmedaran hat birîn. Ev rewş wek “daraz ji bo kurdan dixebite” hat şîrovekirin û rexnekirin.
Her çiqas îqtîdarê Reforma Stratejiya Darazê wek pakêtan derxist jî lê ji bendewariyan re nebû bersiv. Mafnasan bi israr gotin bi anîna pakêtan pergala darazê nayê guhertin.
Bi bandora “pêvajoya çareseriyê” ya li Tirkiyê di 2013’an dest pê kir û her çiqas hin tiştên erênî di darazê de pêk hatin jî lê bi dawîkirina pêvajoyê re daraz bi temamî ket bin kontrola hikumetê û ev yek gelek hat rexnekirin. Daraz her çiqas binpêkirina mafan ji nedîtî ve hat jî lê li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar hatin dayîn û li ber çavan nehat girtin. Her wiha dîsa biryarên darazê bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ketin nava nakokiyan.
Hin dozên hatin dîtin û biryarên hatin dayîn wiha ne:
DOZA SEREKE YA KCK’Ê
Ji Doza Sereke ya KCK’ê ku bi dehan siyasetmedarê kurd dihatin darizandin bi dehan sal cezayê girtîgehê li wan hatin birîn. Her çiqas îtîrazî cezayên hatin birîn hat kirin jî lê Dadgeha Bilind bi giştî 475 sal cezayê girtîgehê yê 59 siyasetmedaran erê kir.
DOZÊN WEKÎLÊN BERÊ DEWAM KIR
Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek parlamenterên HDP’ê di 4’ê mijdara 2016’an de hatin girtin û di sala 2019’an de jî darizandina wan dewam kir û hêj doza wan didome. Her çiqas DMME û dadgeha Tirkiyê derbarê Demîrtaş de biryara berdanê da jî lê nehat berdan û girtina wî didome.
QEYÛM HATIN TAYÎNKIRIN Û HEVŞAREDAR HATIN GIRTIN
Îqtîdarê piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê carek din serî li rêbaza tayînkirina qeyûman da û operasyona li dijî hevşaredarên HDP’ê di rojevê de cihê xwe girt. Di 19’ê Tebaxê de Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kir. Hevşaredar Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe ji wezîfeyê hatin girtin.
Li dijî hevşaredarên HDP’yî pêla binçavkirin û girtinê hat destpêkirin. Heta niha 24 hevşaredarên HDP’yî hatine girtin û gelek ji wan jî hatin binçavkirin û berdan. Heta niha qeyûm tayînî ser 32 şaredariyên HDP’ê hatine kirin.
Dozên komkujiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatin jî di 2019’an de dewam kirin. Doza teqîna Mitînga HDP’ê ya Amedê, doza teqîna Pirsûsê, doza teqîna Gara Enqereyê hatin dîtin û ceza her çiqas li bersûc ango kujeran hat birîn jî lê vê yekê mexdûran kêfxweş nekir.
ENQERE KUJERAN BÊCEZA DIHÊLE
Dozên cînayetên di salên 1990’an de pêk hatin û ku bi hezaran kesên bi awayên faîlê nediyar hatin kuştin jî di 2019’an de bi bêcezakirinê bi encam bûn. Hemû bersûcên ji dozên komkujiyên salên 1990’an ên JÎTEM’ê tên darizandin yek bi yek tên beratkirin û ceza li wan nayê birîn.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hat kuştin. Lêpirsîna derbarê kuştina Elçî de hatiye destpêkirin bi qasî serê derziyê bi pêş ve neçûye û Baroya Amedê ji bo kujer werin dîtin çalakiya xwe ya heftane didomîne.
Daraz dozên JÎTEM’ê yên Enqere û Qoserê ji nedîtî ve hat û bersûcan berat kir.
KUJERÊN ZAROKAN TÊN XELATKIRIN
Di nava 5 salên dawî de li bajar û navçeyên herêmê ji zarokan bigire heta kal û pîran di bin maşîneyên zirxî yên polîs û eskeran de man an jî maşîne li wan hatin qelibandin. Derbarê van kuştinên bi maşîneyên zirxî de li gelek deveran doz hatin vekirin. Bi piraniya van dozan jî têkildarî kuştina zarokan e. Hemû esker û polîsên bûyer pêk anîn ya bi cezayek bêqîmet an jî bi beratê hatin darizandin û cezayê wek xelatdayînê li wan birîn.
DOZA MIZRAK Û ATA
Di bûyerên adara 2006’an de li Amedê Enes Ata (8) û Mahsûm Mizrak (14) bi fişekên polîsan hatin kuştin, dozên wan îsal jî dewam kirin. Di dozên van her du zarokan de jî polîs hatin beratkirin.
HEMA BÊJE HER ROJ DOZÊN KUŞTINA JINAN HATIN DÎTIN Û KUJER HATIN XELATKIRIN
Di sala 2019’an de kuştin û tundiya li dijî jinan qet ji rojevê derneket. Hema bêje her hefteyê mijara rojeva sereke ya Tirkiyê bû. Dozên derbarê kuştina jinan û tecawîzkirin û îstîsmarkirina zarokan de hatin vekirin jî di sala 2019’an de dewam kir û cezayên wek xelatdayînê li kujeran û tecawizkaran hat birîn. Cezayê kêm li van kujeran hatin birîn.
CEZAYÊN NÛÇE ÇÊKIRINÊ LI ROJNAMEGERAN BIRÎN
Dîsa di sala 2019’an de bi dehan rojnameger hatin binçavkirin, girtin û darizandin û dozên rojnamegeran didomin. Niha li gorî daneyan 139 rojnameger di girtîgehan de ne. Herî dawî rojnameger Rûken Demîr û Melîke Aydin di 16’ê mijdarê de li Îzmîrê hatin girtin û rojnameger Sadik Topaloglû, Sadiye Eser jî li Stenbolê hatin girtin û rojnameger Haci Yusuf Topaloglû jî li Semsûrê hat girtin. Gelek rojnameger ji ber nûçe û xebatên xwe yên rojnamegeriyê ceza li wan hat birîn. Gelek rojnameger ji ber dozên li wan hatine vekirin neçar man ku derkevin derveyî welat. Bi hezaran lîre cezayê pere li rojnamegeran hat birîn.
14 SAL CEZA LI ROJNAMEGER ATAMAN BIRÎN
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya bi KHK’ê ku hat girtin Ziya Ataman ji nîsana 2016’an ve li Wanê girtî tê ragirtin. Danişîna biryara doza Ataman di 24’ê îlonê de hat dîtin û 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ HAT BINPÊKIRIN
Li Tirkiyê di sala 2019’an de binpêkirina mafan a azadya derbirîn û ramanê derket asta herî jor. Ji ber parvekirinên medya civakî bi hezaran welatî, rojnameger û siyasetmedar hatin binçavkirin û li gelekan ceza hat birîn.
Bi dehan Dayikên Aştiyê, Dayikên Laçik Spî, parêzvanên mafên mirovan hatin darizandin û ceza li wan hatin birîn. Li girtîgehan cezayên dîsîplînê li sedan girtî hatin birîn û bi hezaran binpêkirinên mafan li dijî girtiyan pêk hatin.
AYDIN: PIRSGIRÊKA BINGEÎN A 2019’AN SERXWEBÛNA DARAZÊ BÛ
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, daraza sala 2019'an a Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Aydin, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a sala 2019'an serxwebûna darazayê bûye û wiha got: "Di darazê de bi taybetî jî li dijî muxalîf û kurdan biryarên bi nîqaş hatin dayîn. Tayînkirina dadger û dozgeran a nêzî salekê ya bê azmûn, tayînkirina endamên Lîjneya Dadger û Dozgeran (HSK) a ji aliyê partiya desthilatê û koalîsyona serokkomar ve û tayînkirina 12 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn a ji aliyê serokkomar ve di darazê de dibin sedema pirsgirêkan. Heta ku kontrola desthilatê ya li ser darazê bi dawî nebe ne bawerim ku ev kar bi paketan bê çareserkirin. Heta ku pirsgirêkên rêxistinî yên darazê neyên çareserkirin paketên darazê çareseriyên demkî ne. Lewre li Tirkiyeyê dadgehên ku li dijî biryarên Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) radiwestin hene. Ji ber vê yekê heta em zihniyetê neguherînin em nikarin ji bin vê pirsgirêkê çareser bikin."
‘REFORM BI GUHERTINA TMK’Ê DIBE’
Aydin, pirsa dê kîngê reforma darazê çêbibe kir û ev tişt got: "Reforma bi rakirin ango sererastkirina xalên 299, 301, 214, 215, 216 ên TCK'ê û sererastkirina xala 7'an a TMK'ê ya 'propagandaya rêxistinê' pêkane. Wê demê wê navê yekê bibe reform. Lê niha tişta ku tê kirin ne reform e. Li Tirkiyeyê hin baro û rêxistinên hiqûqê di mijara serxwebûna darazê de paşverû ne. Nêrînên wan jî weke yên desthilatê ne. Em ne tê ji kurdan re ji hemû gelên Tirkiyeyê re azadiya ramanê dixwazin. Darazê di navenda vîn tiştî de ye. Lewre sedema bingehîn a hemû tiştên em qal dikin daraz û pêkanînê darazê ne. Nûnerên desthilatê û Serokkomar di hin dozan daxuyaniyên alîgir didin. Bi vê yekê sûc dikin. Lê li ser van van daxuniyan dadgeh biryar didin. Di reweşeke wiha ne pêkan e em ji serxwebûna darazê bawer bikin. Divê birêvebirin destê xwe ji ser darazê vekişîne."
ASTENGIYA LI PÊŞIYA RÛBERIYA RABORIYÊ
Di berdewamê de, Aydin, bal kişand ser dozên ku derbarê hêzên ewlehiyê de tên vekirin û wiha domand: "Ji salên 1990'î ve di dozên ku hêzên ewlehiyê tên darizandin de polîtîkayeke bêcezahiştinê tê meşandin. Doza JÎTEM'ê, li ser agahî û belgeyên ku di dosya Sûsûrlûkê de derketin holê vebû. Têkildarî rêxistibûna dewletê ya salên 1990'î de agahiyên girîng dida. Heke darazê di vê dosyayê de lêppirsîneke baş bikira dê gelek rastiyan derxista holê û salên 1990'î yên Tirkiyeyê ronî bikira. Lê ji salên 1990'î ve di polîtîkaya bêcezahiştinê de tu guhertin tuneye. Polîtîkaya bêcezahiştina doza JÎTEM'ê ya Enqereyê, weke astengiya l pêşiya rûberiya raboriyê radiwesta."
'LI ALIYÊ FIRATÊ TIŞTEK NAGUHERE'
Aydin, destnîşan kir ku 'Doza Sereke ya KCK'ê' protîpa demekê ye û wiha pêde çû: "Hun ê di vê dozê de daraz, pêkanîn, pêkanînên emniyetê, bêhiqûqî, bêadaletî neheqiyên demekê bi awayekî zelal bibînin. We demê endamên FETO'yê ji bilî vê dosyaya ku bêhiqûqî amade kirin dosyayên din amade nekirin. Dosyayên Ergenekon û Casûsiyê bi tevahî bi beraetê bi dawî bûn. Lê aliyê Firatê tu tişt neguherî. Em qala lêpirsîneke ku bi tevahî ji aliyê endamên FETO'yê yên dadger, dozger û emniyetê ve dihat birêvebirin, dikin. Van dozger û dadgeran 13'ê jê dozger û 12 jê jî dadger niha li ser peywira xwe ne. Biryareke ku di encama darizandineke wiha de hatibe dayîn gelo çiqad adîl e?"
HÊVIYA JI SALA 2020'AN
Aydin, hêviyên xwe yên ji sala 2020'an jî wiha rêz kir: "Pêkanîna bêalî û serxwebûna darazê, guhertina rêxistibûna HSK'ê, demokratîkbûna Dadgeha Destûra Bingehîn, perwerdekirina dozger û dadgeran a di mijara maf û azadiyan de, sererastkirina 'propagandaya rêxistinê' ya xala azadiya ramanê ya TMK'ê, guhertina pênasekirina endamtiya rêxistinê û terorê û bidawîbûna pêkanînên nebaş ên li girtîgehan pêk werin. Dive êrîş, tacîz û tacîzên darazê yên li dijî parêzeran bi dawî bibin û civîna bê tundî û mafê rêxistibûnê pêk werin."
MA / Aydin Atay