DUHOK – Hewldanên TSK û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya li qada Bradostê, bi bertekên jin, ciwan û pêşmergeyên kedkar, vala derket. Piştî Rêveberiya Barzanî, di bazirganiya petrolê ya bi Tirkiyeyê re bi 26 milyar dolaran ket bin deynan, herêm ji TSK û MÎT'ê re vekir û bedel da Tirkiye û destkeftiyên Kurdan pêşkêşî Tirkiye kir.
Hêza Çekdar a Tirk (TSK) di 27'ê Gulanê de bi balalafirên şer û helîkopteran li axa Xakurkê ya Herêma Kurdistana Federe operasyona eskerî li dar xist. Operasyona ku ji 27'ê Gulanê de dest pê kir û navê "Pençe" lê kirin, hêj bi êrîşên hewayî didome. Piştî balafirên şer ên TSK'ê herêma Barzan a Tepê Xwedê û qada Lêlikan û Çiyayê Delê yê navçeya Sîdekan û sînorê Navçeya Çelê bombe kir, bi helîkopteran yekîneyên tîmên taybet li herêmê danîn. Piştî vê herêmê xwestin tîmên taybet li Çiyayê Şekifê bi cih bikin. Lê ji ber rastî êrîşên tund hat, TSK'ê nekarîbûn eskeran li wê herêmê bi cih bikin. Hat diyar kirin ku dema xwest tîmên taybet û eskeran bi cih bikin gelek tîmên taybet û eskeran jiyana xwe ji dest dan. Dema operasyonê dest pê kir Wezareta Tenduristiyê destûra hemû xebatkar û kedkarên tenduristiyê yên li wê herêmê betal kir. Dîsa xwest li ser xeta sînor konên seyar ên tenduristiyê bên avakirin. Zozan li welatiyan qedexe kir. Xwestin welatiyên herêmê pezê xwe neçêrînin û çandiniyê nekin.
GEL BERTEK NÎŞAN DA
Piştî gelê herêmê bertek nîşanî operasyona eskerî da û ciwan bûn mertalên zindî û hatin herêma Qendîl a pevçûnê, dîsa piştî pêşmergeyên Dêrin hatin herêmê û bertek nîşanî operasyonê dan, TSK'ê nekarîbû hêza xwe li vir bi cih bike. Bertekên gel, ciwan, jin û pêşmergê Dêrîn hewldana Tirkiye, Iraq û herêma Kurdistana Federe pûç kir. Piştî TSK'ê xwest cilên pêşmergeyên Roj li xwe bike û Sûbayên Tirk ên Barageha Başika û pêşmergeyên Roj sewqî herêmê bikin, fikara gel a “Birakujî" yê zêde bû û gel bertek nîşanî vê yekê dan.
Tirkiye berê li herêma Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediye li 23 herêman baragehên eskerî ava kiribûn. niha jî kampên Başika, Soran, Kala Çolan û Zûmarê û herêma Harir wekî kampê li herêmê zêde kirin. Tirkiye bi vê hewldanê dixwaze xeyala xwe ya sînorê Misaki Millî li ser axa Kurdistana Federe têxe meriyetê. Ji bo van baragehan fireh bike armanc dike ku li ser herêma Girê Lêlikan û Çiyayê Şekifê baragehên nû ava bike. Dixwaze bicihbûna li Herêma Kurdistanê Iraqê kontrol bike û pozisyona xwe ya li hemberî Îranê jî xurt bike. Bi vê yekê dixwaze petrola Kerkûkê jî bi hêsani kontrol bike. PKK'î jî diyar kirin ku armanca stratejîk a dewleta Tirk ewe ku Heta Kerkûkê têkeve nava axa Kurdistana Federe û serweriya xwe ava bike.
XEBATÊN MÎT'Ê
KDP jî ji bo ku Tirkiye bi temamî PKK'ê tasfiye bike rêya dagirkirinê li pêş wê vedike û xebatên îstihbaratê pêş dixe. Li gorî vê yekê MÎT'ê li bajarên Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediye şaxên xwe vekir û endamên wê li Suleymaniye, Halepçe, Germiyan û cihên din jî belav bûne. Dîsa şîrketên taybet ava kirine û di bin van şîrketan de xabatên îstîxbarî dikin. Tê gotin ku li herêmê zêdeyî Hezar û 350 şîrketên Tirk li vir xebatê dikin. Hin ji şîrketan jî tenê navê wan hene û raste rast endamên MİT'ê li vir didin xebitandin.
JI BO DEYNÊ XWE BIDE...
Tê diyar kirin ku Neçîrvan Barzanî piştî bû serokê Herêma Kurdistana Federe, ji bo pirsgirêka petrola ku ji xeta petrolê Kerkuk-Ceyhan ku bişîne Tirkiye çareser bike û deynê xwe tevî bide, polîtîkayên KDP'ê diyar dike. Tê diyar kirin ku Barzanî ji bo 26 milyar dolar deynê petrolê bide Tirkiye ketiye nava hewldanên cuda. Heta niha li ser vî deynî di navbera hikûmeta Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistan a Federe de gelek hevditin hatin kirin. KDP û malbata Barzanî ji bo ser vî deynî bigirin, nirx û destkeftiyên Kurdan pêşkêşî Tirkiye dikin. Dîsa operasyona li dijî Şengalê jî di rojeva Tirkiye de ye. Li aliyê din tê diar kirin ku DYA jî van geşedanan dişopîne û ji bo vê yekê DYA'yê bi malbata Talabanî û reveberiya YNK'ê re civîn pêk anîn. Hat diyar kirin ku Rayedarên Bilind li Sefaretxaneya DYA ya li Bextê bi zarokên Celal Talabanî Pawel û Qubat Talabanî re civîn kiriye.
Hin kom hem bi MÎT'ê re û hem ji bi YNK'ê re dixebitin. Bi taybetî piştî operasyona li Xakûrkê, hêzên herêmî nayên tercîhkirin. Li şûna wê li ser komek li dijî malbata YNK'ê têkiliyên xwe yên bi Îran û Tirkiye re xurt dikin. Ji bo di nava YNK'ê de bandora malbata Talabanî kêm bikin, bi MİT'ê re dikevin nava îtîfaqê. Tê diyar kirin ku di operasyonên hewayî yên li dijî Qandîlê de ev kesana çalak dixebitin. Ev kesên ku di nava MÎT'ê de cih digirin li hemberî pereyan bi MÎT'ê re kar dikin û hem der barê YNK'ê de û hem jî der barê Qandîlê de agahî kom dikin û didin MÎT'ê.
MA / Erdogan Altan