NAVENDA NÛÇEYAN – Di bûyerên 6-9’ê Cotmeha 2014’an de yên ji bo Kobanê 54 kesên HDP’yî jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesên jiyana xwe ji dest dane hin kes di raporên hatine amadekirin de cih nagirin. Derket holê ku di van raporên hatine amadekirin de dihat gotin hin kesên mirine, lê nemirine. Her wiha kuştî û kiryar jî berevojî yên dihatin zanîn ji rêxistinên cuda derketin holê.
Di îlona 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir. Gelek tax û gundên Kobanê ketibûn bin kontrola DAIŞ’ê. Xelkê Bakurê Kurdistanê li bajarên bakur û Tirkiyê rabûn ser pêya û di 6-9’ê Cotmehê de xwepêşandan li dar xistin. Ber bi salvegera 6’emîn a çalakiyên Kobanê de, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya van bûyeran de lêpirsîn da destpêkirin û di 25’ê îlonê de 20 siyasetmedarên HDP’yî yên di sala 2014’an de di Destey Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê de cih digirtin hatin binçavkirin.
Ji siyasetmedaran Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya hatin berdan. Siyasetmedarên ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “banga çalakiyên Kobanê li xelkê kirine” hatin girtin jî wiha ne: "Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê yên HDP'ê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur, Endamê MYK'a HDP'ê Alp Altinors, endamên berê yên MYK'a HDP'ê; Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgirê Giştî yê berê yê HDP'ê Zekî Çelîk, endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Kurkut û parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun."
LI ÇAR HAWÎRDORÊ DINYAYÊ PIŞTEVANÎ
Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê kantonan ava kirin. Yek ji van kantonan jî Kobanê bû. DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de dest bi êrişa li dijî Kobanê kir. Piştî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê di 6,7, 8 û 9’ê Cotmeha 2014’an de di serî de li bajarên bakurê Kurdistanê, bajarên Tirkiyê û li çar hawîrdorên dinyayê bi milyonan însan daketin meydanan û piştevaniya Kobanê kirin. Xelkê li çar hawîrdorê dinyayê bi xwepêşandanan nehişt Kobanê bikeve kontrola DAIŞ’ê.
GEL DAKET KUÇE Û MEYDANAN
Dema xwepêşandanên Kobanê pêk dihatin, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê “pêvajoya çareseriyê” ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê di sala 2013’an de hatibû destpêkirin jî didomiya. Tirkiye li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bêdeng mabû û DAIŞ’iyan her roj sînorê Dîlokê, Kîlîs û Hatayê wek rêya kaniyê ji xwe re bikar dianîn. Vê yekê rê li ber hêrsa gelê kurd vekir û her roja ku çû ev hêrs mezin bû û xwe di roja 6’ê Cotmehê de da der. Li Kobanê û derdora Kobanê hêzên YPG’ê û YPJ’3e li dijî DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa didan nîşandan. Di 2’yê Cotmeha 2014’an de di serî li Amedê û gelek bajarên bakurê Kurdistanê xelkê derabeyên xwe girtin, erebeyên xwe nexebitandin, dibistan boykot kirin û bi van çalakiyan xwestin îqtîdara AKP’ê ji bo Kobanê bikeve tevgerê. Her wiha HDP’ê û Şandeya Îmraliyê ji bo vê yekê îqtîdarê hişyar dikirin. Lê tevî van çalakî û hişyariyan jî AKP’ê gav neavêt. DAIŞ’ê hindik mabû Kobanê bixista kontrola xwe. Gelê kurd û dostên wan ji nêz ve, vê yekê dişopandin û her kêlî hêrsa wan bilind dibû. Ev hêrs wek xwepêşandanên dîrokî li gel bajarên bakurêKurdistanê xwe li bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Enqere, Dîlok, Mêrsîn, Edene û gelek bajarên din ên Tirkiyê daket meydanan.
GOTINÊN ERDOGAN HÊRSÊ DERXIST ASTA HERÎ JOR
Li şûna ku îqtîdara AKP’ê guh bide daxwaz û hêrsa bi sed hezaran kes, lê fermana da polîs û leşkeran ku êrişî çalakiyan bikin. Di wepêşandanan de kuştî û birîndarî qewimî. Li hin bajaran kesên sivîl ên çekdar jî êrişî xwepêşandanan kir û welatî kuştin û birîndar kirin. Kuştin û birîndarkirinan hêrsê mezintir kir û li hin deveran di navbera xwepêşandanan û endamên Partiya HUDA-PAR’ê de şer derket û xwepêşandan dijwartir bûn. Tam di kêliya xwepêşandanan de Serokkomar Tayyîp Erdogan di 7’ê Cotmehê de çû Dîlokê û li wir got “Wa Kobanê ket û dikeve.” Piştî van gotinên Erdogan tansiyona li meydanan derket asta herî jor û şerê dijwar qewimîn. Roja 8’ê Cotmehê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyamek şand û banga rawestandina xwepêşandanan kir. Lê kuştinan heta 22’ê Cotmehê dewam kir.
BÊYÎ WERE LÊKOLÎNKIRIN LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN
Di qewimandinan de bîlançoyek giran li pey xwe hişt. Tevî ku 6 sal bi ser bûyeran de derbas bûne jî derbarê kuştî û birîndaran de reqamên zelal derneketine holê. HDP’ê derbarê xwepêşandanan de ji bo bê zelalkirin 3 caran pêşniyaznameyên lêkolînê da Meclîsê. Lê her sê caran jî ev pêşniyazname hatin betalkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku derbarê HDP’iyan de lêpirsîn da destpêkirin vê daxuyaniyê dabû: “Di bûyran de 37 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hewldana kuştina 29 kesan jî qewimîye. Di bûyeran de 326 polîs û esker birîndar bûne û her wiha 435 kes jî birîndar bûne.”
Li gorî daneyên têkildarî bûyeran ên Miduriyeta Giştî ya Emniyetê; li 36 bajaran 2 hezar û 389 bûyer qewimîne, di van bûyeran de 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li gorî daneyên Emniyetê tê gotin 438 sivîl birîndar bûne û her wiha 331 polîs jî birîndar bûne û 4 hezar û 291 kes jî hatine binçavkirin û ji van 105 kes hatine girtin.
Di rapora 2-12’ê Cotmeha 2014’an a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de jî dihat gotin ku di bûyeran de 46 kesan jiyana xwe ji dest daye.
BI GIŞTÎ 54 KESAN JI DEST DA
Li gorî agahiyên ku me di encama lêkolînan de xwe gihandê, di bûyeran de 54 kesan jiyana xwe ji dest da.
LI AMEDÊ 13 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Di bûyerên ku li Amedê derketin de Mahsûm Çoban (21), Mesût Menekşe (47), Mûrat Dağ (24), Ûgûr Ozbay (19), Baver Şeyhanogûllari (18), Suleyman Kale (19) reHasan Gokgoz, Cûmalî Guneş (30), Yasîn Boru (16), Tûran Yavaş (40), Riyat Guneş (28), Huseyîn Ahmet Dakak (19) û Mahfûz Enez (55) jiyana xwe ji dest dan.
LI MÊRDÎNÊ 8 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Li navçeyên Kerboran, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê jî Beşîr Remezan Arif ê 8 salî yê rojavayî, Eshan Akdogan, Sînan Toprak (16), Abdûlkerîm Seyhan (27), Bîlal Gezer (29), Kerem Karaaslan (32) û Abdûllah Mûhammed (43-Sûriyeyî ye) û Fehad Îbrahîm Eldûvarîc (45- Ji Erebistana Siûdî ye) jiyana xwe ji dest dan.
BAV Û KUR HATIN KUŞTIN
Di bûyerên ku li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê derketin de jî bi Mehdî Erdogan re Davût Nas (19), Kamil Taş (28), Mehmet Zakîr Çal (39), Necmettîn Çelîk (45) û Yûsûf Çelîk (17) (bav-kur) jiyana xwe ji dest dan.
Ji bilî van navan li Dîlokê jî Mûsa Bayram (26), Suleyman Balci (15), Sevgî Alici (22), Omer Ûçûker (27), Şahîn Daghan (27);
Li Stenbolê Mert Degîrmencî (18), Serdar Aslan (36) û Serhat Savaş (17 – piştî tedawiya 7 mehan li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da);
Li Edeneyê Ahmet Albay (65), Yûsûf Guldîren (47) û Kadrî Bagdû(44);
Li Wanê Hamdî Caner (55), Yûnûs Aktaş (18) û Mehmet Latîf Şener (70);
Li Rihayê Aynûr Kûdîn (28); li Êlihê Emrah Demir (22); li Mûşê Hakan Baksûr (25); li Îzmîrê jî Ekrem Kaçaroglû (38) jiyana xwe ji des dan.
LI ÇEWLIKÊ PROVAKASYON
Li Çewlikê jî piştî bûyera sûîqastê ya di 9’ê cotmehê de ku li dijî Alîkarê Midurê Emniyetê Atif şahîn û polis Huseyîn Hatîpoglû pêk hatibû, li navçeya Dara Hênê wesayîteke hatibû sekinandin Alî Bozan (46), Emre Ekîncî (15), Omer Topal (16) û Ramazan Ozmaskan (22-Bahoz Amed) ê HPG’î yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di daxuyaniyên ku derbarê vê bûyerê de ji aliyê rayedaran ve hatin dayîn de hat ragihandin ku wesayîtê de Şehabettîn Naşa yê HPG’î di heman wesayîtê de jiyana xwe ji dest daye. Lê piştre tespîta nasnameyan hat kirin û derket holê ku cenaze yê Omer Topal e.
Di bûyerên Çewlikê de ji bilî van navan di 9’ê cotmehê de Cengîz Tîryakî (40) û di 22’ê cotmehê de jî Fethî Yalçin (35) jiyana xwe ji dest dan.
Dema ku li miriyan bê nêrin tê fêmkirin ku Cengîz Tîryakî û Fethî Yalçin ên li Çewlikê û Hasan Gokgûz, Cûmalî Guneş, Yasîn Boru, Tûran Yavaş, Riyat Guneş û Huseyîn Ahmet Dakak ku li Amedê jiyana xwe ji dest dabûn endam ango dildarê Huda-Parê bûne.
Dîsa agahî hene ku Mahfûz Enez ê li Amedê jiyana xwe ji dest dabû jî girêdayî Koma Menzîlê ye.
Derbarê Eshan Akdogan ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest daye de agahiyên zêde tunene. Abdûllah Mûhammed û Fehad Îbrahîm Eldûvarîc jî tê zenkirin ku endamê DAIŞ’ê ne. Mûsa Bayram (26), Suleyman Balci û Omer Ûçûker ku li Dîlokê jiyana xwe ji dest dan ji komeke ulkucî bûn. Sevgî Alici li mala xwe gulê lêket û jiyana xwe ji dest da. Serdar Aslan ku li Stenbolê jiyana xwe ji dest da eleqeya wî bi bûyeran re tunebû, ji ber kevir li serê wî ket jiyana xwe ji dest dabû. Tê zanîn ku Aslan esnaf bûye.
Derbarê Yûsûf Guldîren ku li Edenê jiyana xwe ji dest da de jî agahiyên ku ji ber li kuçeyê ew û hevjîna xwe bi hev ketine û çêrê Xwedê kiriye, ji aliyê alîgirên DAIŞ’ê ve hatiye kuştin hene. Dîsa derbarê Ahmet Albay ku li bajar hatibû kuştin de jî agahiyên ku li ber derê mala xwe bi kurê xwe re rûniştibûye ji aliyê çalakgeran ve bi çiftê êrîş li wan hatiye kirin hatibûn parvekirin, lê piştre hat tespîtkirin ku ji aliyê Mesût E. yê xwediyê nasnameya îslamîst û selefî ve hatiye kuştin.
PIRANIYA MIRIYAN HDP’Î NE
Bûyera Çewlikê ku ji gelek aliyan ve bi guman e jî di nav de di bûyerên di navbera 6-9’ê cotmehê û berdewama wan de 54 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji bilî 24 kesên ku li jorê qala wan hat kirin, ên din hemû endamên HDP-DBP’ê û kesên çepgir û sosyalîst ên ku ji bo bertek nîşandinê derketibû kuçeyê bûn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku qebûl dike di bûyeran de tenê 37 kesan jiyana xwe ji dest daye, derbarê HDP’iyan de lêpirsîn da destpêkirin. Heta niha bi lêpirsîna ku HDP’î têde hatin girtin re derbarê mirina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgûz ku li Amedê jiyana xwe ji dest dan û Mehmet Latîf Şener ku li Wanê jiyana xwe ji dest da û Ekrem Kaçaroglû ku li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da de doz hatine vekirin. Ji bilî van dozan derbarê mirina yên din de doz nehatine vekirin. Van kesan jî endam û dildarê Huda-Parê ne.
Mirina piraniya kesên ku faîlên wan polis, leşker, cerdevan û hêzên paramîlîter bûn, 6 sal in di tariyê de hatine hiştin.
Sibê: Bêcezahiştina ku mirinan giran dike
MA / Omer Çelîk