Têkoşîna 223 karkeran didome

img
WAN - Çalakiya 223 karkerên ku ji aliyê qayûm ve ji kar hatine derxistin, di roja 97’an de berdewam kir.
 
223 karkerên ku ji aliyê qayûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin ve ji kar hatibûn derxistin, bi pêşengiya DÎSK û DÎSK Genel-Îşê bi dirûşma “Em ê vegerin ser karê xwe” çalakiya xwe di roja 97’an de domandin. Karkerên li Kolana Hunerê civiyan, dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet” û “Em ê bi têkoşînê ve bi serkevin” berz kirin.
 
Hîvzullah Aktî li ser navê girseyê daxuyanî da û xwest ku qayûm paşve vekişin û kesên hatine hilbijartin vegerin ser wezîfeyên xwe. Aktî destnîşan kir ku bêhiqûqî ne tenê pirsgirêka Wanê ye, lê pirsgirêka hemû çîna karker a Tirkiyeyê ye û got: “Heta ku em vegerin ser kar, em ê her roj li qadan bin. Wan ya me ye, ked ya me ye, em ê rê nedin qayûm.”
 
Çalakî bi rûniştin û bi dirûşman ve bi dawî bû.