STENBOL - Lêçûnên çapxaneyê yên Serokatiya Karên Diyanetê di sala 2024’an de 70 milyon TL derbas kir. 
	Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîzeke aborî ya giran heye û xizanî û hejarî her ku diçe zêdetir dibe. Di demeke wiha de pereyê Serokatiya Karên Diyanetê xerc dike balê dikişîne. Lêçûnên çapxaneyê yên Serokatiya Karên Diyanetê yên di navbera çile-cotmeha 2024’an de 70 milyon TL derbas kir. 
	Li gorî nûçeya BîrGunê; Diyanetê di çarçoveya îhaleyên çapkirina 4 pirtûkên cuda de 70 milyon û 417 hezar û 300 TL xerc kir. 




