Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne

  • rojane
  • 09:03 17 Sibat 2024
  • |
img

RIHA - Birayê Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç, Mahmût Kiliç bi bîr xist ku çendi birayê wî bi delîlan hatibû tespîtkirin ku ji aliyê "Hîzbûllahê" ve hatiye qetilkirin ji, lö kujer nehatine cezakirin û got ku yên ku birayê wi qetilkirin bi navê "Hudaparê" bi destê AKP'ê di meclıse de ne. 

Di salên 90'î de li Kurdistanê bi navê "kiryar nediyar" gelek welatî hatin qetilkirin. Kujer nehatin cezakirin û doz ji ber demboriyê hatin girtin. Yek ji wan Nûnerê Riha yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç bû ku ji aliyê Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel ve bi gotina "Ne rojnamevan e, milîtan e" bû hedefa êrışan. Kiliç di 18'ê Sibata 1993'an de dema ku li ser rêya Riha-Akçakkaleyê diçû Taxa Qûlinç a navçeya Eyubiyeyê ku lê dima, ji aliyê kesên ku ji wesayîta Torosê ya spî dadiketin hat qetilkirin. 
 
Kiliç beriya ku were qetilkirin, ji ber tehdîtkirin û şopandinê serî li Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Polîsan a Rihayê da û daxwaza parastinê kir. Lê belê Ziyaeddîn Akbulutê ku wê demê Waliyê Rihayê bû û piştre ji AKP'ê 3 serdeman weke Parlamenterê Tekîrdagê hat hilbijartin, bersiv neda vê daxwazê. Her wiha Piştî qetilkirina Kiliç lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê dosyeya lêpirsînê bêyî ku tiştek bê kirin di 18'ê Sibata 2013'an de ketibû ber demboriyê û hatibû girtin. Mahmut Kiliç ku tekildarî di 31'emin salvegera qetilkirina birayê xwe de axivî diyar kir ku birayê wî berî her tiştî ji gel û welatê xwe hezkiriyê. 
 
Mahmût Kiliç
 
'JI BO ME MÎNAKEK BÛ'
 
Kiliç anî ziman ku birayê wî yê mezin Kemal Kiliç ji aliyê gel ve dihat hezkirin û ji ber zanebûna wî di nav malbatê de jî wan her tim bi wî dişêwirîn. Kiliç wiha qala birayê xwe kir: “Ji biçûkatiya xwe de ji kovar û kasetên kurdî hez dikir. Dema ku apê min dihat cem wî, ji wî dixwest ku dengbejî bistirê. Dema apê min dengbêjî distira, qeyda deng vedikir û tomar dikir. Beriya ku li rojnameyê bixebite, li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo mafên mirovan xebitî. Ev ji bo me mînakek bû û em li pey şopa wî mezin bûn." 
 
'WÎ HER TIM DINIVISÎ'
 
Kiliç bi lêv kir ku dema birayê wî dest bi rojnamegeriyê kiriye, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê nûçe çêkiriye û ev tişt gotin: “Kemal di sala 1990’î de li Rojnameya Ozgur Ulkeyê dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî girtina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, xebatên xwe yên rojnamegeriyê di rojnameya Ozgur Gundemê de domand. Ji ber ku gundê me ji navendê dûr bû, her sibe zû radibû û bi mînîbusên Akçakaleyê diçû navenda Rihayê û êvarê saet di 6'an de vedigeriya gund. Dema ew li rojnameyê dixebitî ez 15 salî bûm. Ez dem bi dem diçûm cem wî. Daktîloyek wî hebû. Dema ku êvarê bi makîneya xwe ya daktîloyê dihat malê, heta sibê dinivîsand. Rojekê ez çûm oda wî û li çi nivîsî mêze kir. Wê rojê li ser sînorê Rojava û Bakur nûçeyek çêdikir. Di nûçeyê de bi nivîsa 'Mirov yek lingin sewal jî 3 lingin' balkişandibû ser mayinên ku li ser sînoran diteqin."
 
'DIHAT TEHDÎT KIRIN Û ŞOPANDIN'
 
Kiliç diyar kir ku beriya ku Kemal bê qetilkirin rastî tehdîtkirin û şopandinê hatiyê û wiha got: “Deriyê oda ku Kemal lê dima, şevê saet di 3’an de lêdixist. Me bihîst ku kesek li derî dixe. Lê dema me ji Kemal pirsî, ji bo ku em xemgîn nebin tiştek ji me re negot. Heval û derdorê em hişyar dikirin digotin Kemal wê be kuştin. Kemal beriya bûyerê bi çend rojan hatibû binçavkirin. Rojekê hat binçavkirin. Niha em fêhm dikin ku sedema ku Kemal rojekê hat binçavkirin ew bû ku kujer wî nas bikin. Rojek beriya Kemal were qetilkirin, ez, Kemal û kurê apê xwe bi hev re dihatin malê, wesayîteke marka Toros li pey me diçû. Dema Kemal wesayit dît ji me dûr ket. Roja ku Kemal hat qetilkirin me li malê xwarin dixwar û benda hatina Kemal bûn. Ji nişka ve dengek li deriyê me hat û em hemû ber bi derî bezîn. Xizmekî me got ku Kemal di rê de hatiye kuştin. Em hemû beziyan cihê ku Kemal lê hat qetilkirin. Dema çavê me li Kemal ket me dît ku devê wî girtinê û destê wî giredanê û 2 gule li serê wî xistinê û ev avetinê keleka rê. Li gorî şahidekî bûyerê wesayîteke marka Torosê li benda Kemal bû ye. Ji 4 kesên di wesayîtê de 2 kes di bin qenalê de bûn û yên din jî li benda Kemal bûn. Dema Kemal hat, di navbera wan her du kesan û Kemal de şer derket û piştre jî her du kesên ku xwe di kenalê de veşartibûn, derketin û xwestin Kemal birevînin. Dema Kemal li ber xwe da, li wir qetil kirin."
 
KUJER NEHATIN CEZAKIRIN
 
Kiliç destnîşan kir ku piştî birayê wî hatiye qetilkirin tu lêpirsîneke bi bandor nehatiyê destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: "Berevajî vê, der barê me de lêpirsîn hat kirin. Du roj piştî kuştina Kemal, me hemûyan gazî qereqolê kirin. Wan îfadeyên me girtin. Bi ser mala me de girtin û eşyayên Kemal birin. Pirtûkên wî, daktîlo, kaset û pênûsa wî. Bi pirsên  "Kemal çi kir, meseleya keçan hebû, dijminên we hene, meseleya eşîrtiyê heye?" xwestin kuştina kemal bi awayekî din nîşan bidin. Piştî bûyerê bi çend salan ji qereqolê telefonî me kirin û gotin ku kujerê Kemal hatiyê girtin. Çeka ku Kemal pê hat qetilkirin li Elihê li mala endamê Hîzbûllahê yê bi navê Huseyîn Guney hat dîtin. Li ser çekê jî şopa tiliyên heman kesî hebû. Lê belê sûcdar nehatin cezakirin. Paşê me ev rewş bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye sûcdar dît û 30 hezar sterlîn tazmînat lê birî. Piştrê jî bi hinceta demboriyê doz hat girtin. Wê demê gelek rojnamevan û nivîskarên kurd bi “kuştinên nediyar” hatin qetilkirin. Ji roja ku Kemal hat qetilkirin heta niha li Tirkiyeyê tiştek neguherî. Hîzbullah niha di meclîsê de wek Huda Par bi AKP’ê re di nava tifaqê de ye û bi destê AKP'ê ketin meclîse.”
 
NAVÊ ZAROKAN BÛ KEMAL
 
Kiliç anî ziman ku piştî birayê wî hat qetilkirin ji bo bîranîna wî navê gelek zarokên li taxa wî hatin dinê kirinê Kemal û axaftina xwe wiha qedand: “Kemal piştî qetilkirina wî gelekî bandor li her kesê ku wî nas kir kir. Kemal kesekî ku ji gelê xwe hez dikir bû. Ji ber vê sedemê piştî ku Kemal hat qetilkirin navê gelek zarokên li gund çêbûn jî kirin Kemal. Kurekî min jî hebû û min navê wî kir Kemal. Niha hinek ji wan zarokan 15 salî û hinek jî 30 salî ne. Kemal ji bo me pir cuda bû. Ne mimkûn e ku em Kemal ji bîr bikin. Em weke malbat hewl didin mîrasa welatparêziya ku Kemal ji me re hiştiye biparêzin. Em hemû li ser şopa wî ne. Kemal ji gelê xwe û welatê xwe pir hez dikir."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

17/02/2024
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir