Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in

  • rojane
  • 11:15 23 Îlon 2024
  • |
img
WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê serdana herêmên lêhîyê kiriye destnîşan kir ku bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in û xwest herêm wek herêma karesatê were îlankirin. 
 
Li Wanê piştî barana zêde li navçeyên Riya Armûşê, Serav û Elbakê lêhî çêbû. Ji ber Karûbarên Avê  yên Dewletê (DSI),paqijiya bendên avê nekir, ava zêde, bi ser ve çû û bû sedema zirara madî. Şandeya di nav de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî hebû, serdana taxa Qerehîsar a navçeye Seravê û Taxa Gûlîk a navçeya Elbakê kir.  
 
BANGA ‘HERÊMA KARESATÊ’
 
Şandeya serdana taxa Qerehîsara ku di nava hefteyekê de 3 caran lêhî lê rabûye kirin. Zeydan di serdanê de axivî û wiha got: “Em tim dibêjin ku em nikarin pêşî li karesatan bigirin lê belê em dikarin tevbîran bigirin da ku zirarê daxînin asta herî jêr. Peywira me ev e. îsal 3 caran lêhî li Qerehîsarê rabû û ev 3 car e ku em tên serdanê. Helbet cihê ku gund lê ava bûye ne cihekî guncav e. Hin avahî bi ser xeta lêhiyê hatine avakirin. Divê dewlet demildest herêmê wek herêma karesatê bide îlankirin û ji welatiyan re xaniyên nû çêbike. Em ê wek şaredarî derbarê mijarê de girtek û raporên xwe ji saziyên têkildar re bişînin. Mixabin em dibînin ku qadên Karûbarên Avê yên Dewletê (DSI) jê berpirsyar in derdorê çem nehatine sererastkirin.” 
 
‘NE LI GORÎ STANDARTAN E’
 
Zeydan banga pêkanîn berpirsyariyê ji DSI’yê kir û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin careke din bêjin ku dîwarên ku avê bigirin kêm in û lewaz in. Taybetî jî me dît ku pêşî û paşiya van bendên avê nehatiye paqijkirin û bend ne li gorî standartan in. Lewma heke paqijiya wan li gorî standartan bihatana kirin, heke ax û kevirên ji nav bendê de bihatana girtin, dê welatiyên me ewqas zirarê nedîbûna. Ewlehiya canê welatiyên li vê derê nîn e. Lewma ji bo dema pêşiya me parastina canê welatiyan, divê demildest herêm wek herêma karesatê were îlankirin û divê DSI jî tevbîrên xwe bigire, berpirsyariya xwe pêk bîne. Em li vê derê li gel gelê xwe ne. Ji bo pirsgirêkên madî û manevî çareser bikin em ê wek Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tişta dikeve her tişta ku dikeve ser me pêk bînin.” 
 
‘MEXDÛRIYEKÎ MEZIN ÇÊBÛYE’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî rewşa welatiyan pirsî û silametî ji wan re xwest û ev tişt gotin: “Li vê derê mexdûriyekî mezin çêbûye. Em bi şaredariya xwe ya bajarê mezin ve ji bo tevahî pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin li vê derê ne. Bûyerên xwezayê tim çêdibin lê belê divê ji bo ev bûyer nebin kareset, hewldan hebin.” 
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ MIJARÊ BIN’
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Mahmût Dîndar jî silametiya welatiyên ji lêhiyê bandor bûne xwest. Dîndar da zanîn ku ew ê mijarê di her alî de bişopînin û wiha axivî: “Mixabin cihê gund lê ye ne cihekî guncav e. Her sê aliyê wê çem in. Em îsal li vê derê çi bikin mixabin dê di salên pêşiya me de dîsa baran lêhiyê rake û her tiştekî bibe. Divê demildest herêm wek herêma karesatê were îlankirin û divê em gund bibin cihekî ewletir. Em di vê hêlê de bang li rayedaran dikin ku berpirsyariyê xwe bînin cih.”
 
Lêkolînên şandeyên ên li herêmê berdewam dikin. 
 

Sernavên din

13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Têkildarî ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan daxuyanî tê dayîn
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da