Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne 2024-02-17 09:03:18 RIHA - Birayê Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç, Mahmût Kiliç bi bîr xist ku çendi birayê wî bi delîlan hatibû tespîtkirin ku ji aliyê "Hîzbûllahê" ve hatiye qetilkirin ji, lö kujer nehatine cezakirin û got ku yên ku birayê wi qetilkirin bi navê "Hudaparê" bi destê AKP'ê di meclıse de ne.  Di salên 90'î de li Kurdistanê bi navê "kiryar nediyar" gelek welatî hatin qetilkirin. Kujer nehatin cezakirin û doz ji ber demboriyê hatin girtin. Yek ji wan Nûnerê Riha yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç bû ku ji aliyê Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel ve bi gotina "Ne rojnamevan e, milîtan e" bû hedefa êrışan. Kiliç di 18'ê Sibata 1993'an de dema ku li ser rêya Riha-Akçakkaleyê diçû Taxa Qûlinç a navçeya Eyubiyeyê ku lê dima, ji aliyê kesên ku ji wesayîta Torosê ya spî dadiketin hat qetilkirin.    Kiliç beriya ku were qetilkirin, ji ber tehdîtkirin û şopandinê serî li Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Polîsan a Rihayê da û daxwaza parastinê kir. Lê belê Ziyaeddîn Akbulutê ku wê demê Waliyê Rihayê bû û piştre ji AKP'ê 3 serdeman weke Parlamenterê Tekîrdagê hat hilbijartin, bersiv neda vê daxwazê. Her wiha Piştî qetilkirina Kiliç lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê dosyeya lêpirsînê bêyî ku tiştek bê kirin di 18'ê Sibata 2013'an de ketibû ber demboriyê û hatibû girtin. Mahmut Kiliç ku tekildarî di 31'emin salvegera qetilkirina birayê xwe de axivî diyar kir ku birayê wî berî her tiştî ji gel û welatê xwe hezkiriyê.    Mahmût Kiliç   'JI BO ME MÎNAKEK BÛ'   Kiliç anî ziman ku birayê wî yê mezin Kemal Kiliç ji aliyê gel ve dihat hezkirin û ji ber zanebûna wî di nav malbatê de jî wan her tim bi wî dişêwirîn. Kiliç wiha qala birayê xwe kir: “Ji biçûkatiya xwe de ji kovar û kasetên kurdî hez dikir. Dema ku apê min dihat cem wî, ji wî dixwest ku dengbejî bistirê. Dema apê min dengbêjî distira, qeyda deng vedikir û tomar dikir. Beriya ku li rojnameyê bixebite, li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo mafên mirovan xebitî. Ev ji bo me mînakek bû û em li pey şopa wî mezin bûn."    'WÎ HER TIM DINIVISÎ'   Kiliç bi lêv kir ku dema birayê wî dest bi rojnamegeriyê kiriye, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê nûçe çêkiriye û ev tişt gotin: “Kemal di sala 1990’î de li Rojnameya Ozgur Ulkeyê dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî girtina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, xebatên xwe yên rojnamegeriyê di rojnameya Ozgur Gundemê de domand. Ji ber ku gundê me ji navendê dûr bû, her sibe zû radibû û bi mînîbusên Akçakaleyê diçû navenda Rihayê û êvarê saet di 6'an de vedigeriya gund. Dema ew li rojnameyê dixebitî ez 15 salî bûm. Ez dem bi dem diçûm cem wî. Daktîloyek wî hebû. Dema ku êvarê bi makîneya xwe ya daktîloyê dihat malê, heta sibê dinivîsand. Rojekê ez çûm oda wî û li çi nivîsî mêze kir. Wê rojê li ser sînorê Rojava û Bakur nûçeyek çêdikir. Di nûçeyê de bi nivîsa 'Mirov yek lingin sewal jî 3 lingin' balkişandibû ser mayinên ku li ser sînoran diteqin."   'DIHAT TEHDÎT KIRIN Û ŞOPANDIN'   Kiliç diyar kir ku beriya ku Kemal bê qetilkirin rastî tehdîtkirin û şopandinê hatiyê û wiha got: “Deriyê oda ku Kemal lê dima, şevê saet di 3’an de lêdixist. Me bihîst ku kesek li derî dixe. Lê dema me ji Kemal pirsî, ji bo ku em xemgîn nebin tiştek ji me re negot. Heval û derdorê em hişyar dikirin digotin Kemal wê be kuştin. Kemal beriya bûyerê bi çend rojan hatibû binçavkirin. Rojekê hat binçavkirin. Niha em fêhm dikin ku sedema ku Kemal rojekê hat binçavkirin ew bû ku kujer wî nas bikin. Rojek beriya Kemal were qetilkirin, ez, Kemal û kurê apê xwe bi hev re dihatin malê, wesayîteke marka Toros li pey me diçû. Dema Kemal wesayit dît ji me dûr ket. Roja ku Kemal hat qetilkirin me li malê xwarin dixwar û benda hatina Kemal bûn. Ji nişka ve dengek li deriyê me hat û em hemû ber bi derî bezîn. Xizmekî me got ku Kemal di rê de hatiye kuştin. Em hemû beziyan cihê ku Kemal lê hat qetilkirin. Dema çavê me li Kemal ket me dît ku devê wî girtinê û destê wî giredanê û 2 gule li serê wî xistinê û ev avetinê keleka rê. Li gorî şahidekî bûyerê wesayîteke marka Torosê li benda Kemal bû ye. Ji 4 kesên di wesayîtê de 2 kes di bin qenalê de bûn û yên din jî li benda Kemal bûn. Dema Kemal hat, di navbera wan her du kesan û Kemal de şer derket û piştre jî her du kesên ku xwe di kenalê de veşartibûn, derketin û xwestin Kemal birevînin. Dema Kemal li ber xwe da, li wir qetil kirin."   KUJER NEHATIN CEZAKIRIN   Kiliç destnîşan kir ku piştî birayê wî hatiye qetilkirin tu lêpirsîneke bi bandor nehatiyê destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: "Berevajî vê, der barê me de lêpirsîn hat kirin. Du roj piştî kuştina Kemal, me hemûyan gazî qereqolê kirin. Wan îfadeyên me girtin. Bi ser mala me de girtin û eşyayên Kemal birin. Pirtûkên wî, daktîlo, kaset û pênûsa wî. Bi pirsên  "Kemal çi kir, meseleya keçan hebû, dijminên we hene, meseleya eşîrtiyê heye?" xwestin kuştina kemal bi awayekî din nîşan bidin. Piştî bûyerê bi çend salan ji qereqolê telefonî me kirin û gotin ku kujerê Kemal hatiyê girtin. Çeka ku Kemal pê hat qetilkirin li Elihê li mala endamê Hîzbûllahê yê bi navê Huseyîn Guney hat dîtin. Li ser çekê jî şopa tiliyên heman kesî hebû. Lê belê sûcdar nehatin cezakirin. Paşê me ev rewş bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye sûcdar dît û 30 hezar sterlîn tazmînat lê birî. Piştrê jî bi hinceta demboriyê doz hat girtin. Wê demê gelek rojnamevan û nivîskarên kurd bi “kuştinên nediyar” hatin qetilkirin. Ji roja ku Kemal hat qetilkirin heta niha li Tirkiyeyê tiştek neguherî. Hîzbullah niha di meclîsê de wek Huda Par bi AKP’ê re di nava tifaqê de ye û bi destê AKP'ê ketin meclîse.”   NAVÊ ZAROKAN BÛ KEMAL   Kiliç anî ziman ku piştî birayê wî hat qetilkirin ji bo bîranîna wî navê gelek zarokên li taxa wî hatin dinê kirinê Kemal û axaftina xwe wiha qedand: “Kemal piştî qetilkirina wî gelekî bandor li her kesê ku wî nas kir kir. Kemal kesekî ku ji gelê xwe hez dikir bû. Ji ber vê sedemê piştî ku Kemal hat qetilkirin navê gelek zarokên li gund çêbûn jî kirin Kemal. Kurekî min jî hebû û min navê wî kir Kemal. Niha hinek ji wan zarokan 15 salî û hinek jî 30 salî ne. Kemal ji bo me pir cuda bû. Ne mimkûn e ku em Kemal ji bîr bikin. Em weke malbat hewl didin mîrasa welatparêziya ku Kemal ji me re hiştiye biparêzin. Em hemû li ser şopa wî ne. Kemal ji gelê xwe û welatê xwe pir hez dikir."   MA / Mahmût Altintaş