Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e

  • jin
  • 09:02 23 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû destnîşan kir ku wan di konferansa li Enqereyê li dar xistine de ji bo 12 herêman biryara rêxistinbûnê dane û wiha got: “Em rêxistinbûnê weke xweparastinê dibînin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev bingehîn rêxistinbûn e.” 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê tîrmehê de kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, rêxistin dibin” dan destpêkirin. Meclisa Jinan a di 12 û 13’ê îlonê de bi dirûşma “Em ê jiyana azad û wekhev bi hev re ava bikin” 1’emîn Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî li dar xist û peyama xurtkirina têkoşîna Rêya 3’yemîn da. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglû a di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajaran bi jinan re tê cem hev, têkildarî xebatên kampanyayê axivî. 
 
‘NE GILÎ LÊ ÇARESERÎ PÊWÎST IN’
 
Turkoglû destnîşan kir ku destilat bi tundiya ku li gelek aliyan de ava kiriye êrişî jinan dike, anî ziman ku ew ê li dijî siyaseta desthilatê ya “dijminê jinan” û “jina baş” jiyana azad û wekhev bi piştevaniyê ava bikin. Turkoglû diyar kir ku ew ê ne tenê itiraza pirsgirêkan bikin û da zanîn ku ew ê bersiva “gelo dê çawa were jiyîn” dest bi avakirina polîtîkayan bikin û ew ê pirsgirêkên derdikevin pêşberî jinan çareser bikin. Turkoglû di vê hêlê de diyar kir ku ew ê ji bo çareseriyan ava bikin bêhtir werin cem hev û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê. 
 
ŞER, TECRÎD Û JIN
 
Turkoglû da zanîn ku ew beriya dest bi kongeransê bikin hin pirsgirêk tespit kirine û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Li gel polîtîkayên destilatê, di civakê de zayendperestî zêde bûye. Qada ku em jê re dibêjin “desthilata zilam”  her ku diçe mezin dibe. Li dijî vê yekê rojevên me yên bi sernavê rêxistin û rêxistinbûnê hene. Em ê pêvajoyên ji îro şûn de bi ser van xalan çareseriyan bi pêş bixin.” Turkoglû bilêv kir ku ew nîqaşên beriya konferansê bi jinan re kiribûne, ser bandora krîzên Cîhanê û Tirkiyeyê yên ser jinan sekinîne û diyar kir ku polîtîkayên şer tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bêhtir kûr kiriye. 
 
Turkoglû axafina xwe wiha domand: “Bi qasî ku muxatabê aştiyê birêz Ocalan were tecrîdkirin dê pêvajoya şer girantir bibe. Em di heman deme de dibêjin ku şer tenê şerekî ku bi herêma xwe ve sînordar dimîne nîn e. Em tenê qala siyaseta şer a bi Tirkiyeyê re sînordar dimîne nakin. Em dizanin ku pergala mêtinger Rojhilata Navîn kirine qada şer û em dibinin ku her hikûmetekî vî şerî dide domandin, êrişî destkeftiyên jinan dikin, polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan dikin kurtir dikin. Bi vî aliyê xwe ve komferansa me bû nîqaşên avakirina eniya li dijî vê xeta şer. Ji ber polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya jinan dikin bi polîtîkayên şer xurt dibin.” 
 
CÎNAYETA NARÎN GURANÊ Û CIVAK
 
Turkoglû da zanîn ku ji ber polîtîkayên desthilatê yên tundiyê belavî tevahiya civakê bûne, feraseta tundiyê bûye pergalî û bal kişand ser zaroka 8 salî Narîn Guran a li taxa Çûlî piştî winda bû û wek qetilkirî hatiye dîtin. Turkoglû bi bîr xist ku bi desthilata AKP’ê cînayetên zarok û jinan zêde bûn û axaftina xwe wiha domand: “Me dît ku di polîtîkayên tundiyê de israrkirina dewletê, di nava civakê de rizandinekî çawa pêş xist. Em dikarin bi ser vê yekê vê tiştê bejin; erê ne bûyerekî cuda ye, meseleyekî pergalî ye. Di civakê de jiyîna van bûyeran, ji polîtîkayên şerê taybet cuda nîn in. Tevî van hemû tiştan jî jin ji bo xwe biparêzin û parastina xwe ya cewherî ava bikin, xebat dan destpêkirin. Bi vî aliyê xwe ve erê rast e desthilat êriş dike lê belê jî jin jî ne li cihê xwe sekinî ne. Berxwedana xwe, parastina gotina xwe didomîne. Lê di vê qonaxê de divê piştevaniya jinan xurttir bibe.” 
 
LI 12 HERÊMAN XEBATÊN RÊXISTINBÛNA JINAN
 
Turkoglû da zanîn ku pirsgirêk bi giştî di nava siyaseta navendî de tên asêkirin , ew di konferansê de li 12 herêman biryara xebatên rêxistinbûnê dane. Turkoglû got ku ew xwedî avabûnekî azad û xweser in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de em ê di xebatên giştî de jî nêrîn, polîtîka û xebata jinê roj bi roj pêş bixin. Li her herêmê civakekî cuda heye. Divê em van cudahiyan jî berçav bigirin. Dibe ku komxebata ku em li Stenbolê dikin neşibe komxebatekî li Amedê tê kirin. Ji ber cureyên tundiya ku jin dibînin, cuda ne. Pargala ku tundî jê hêzê digire pergala zilamsalar e, lê belê têkilî û girtina dest, mijara şerê taybet e. Anku şerê taybet tenê li Amed û Colemêrgê nayê jiyîn. Lê belê şêwazên têkoşînê yên li dijî şerê taybet cuda ne. Di demên dawî de di çarçoveya oldariyê an jî bi destê Hizbûllahê bi şêwazên hedefgirtin çêbûn. Her gotina ku em li dijî van ava bikin dibe ku cudahiyên xwe çêbin.” 
 
MALBATA PÎROZ TÊ ARMANCKIRIN
 
Turkoglû bi anî ziman ku di kampanyayê de xala herî girîng têkoşîna li dijî desthilatdariya zilam e û got ku her mekanizmaya ku AKP’ê êrişî wê dike, dibe sedema mirina jin û zarokan. Turkoglû diyar kir ku ji Peymana Stenbolê vekişandina desthilatê, dest ji mekanizmaya ku dê cînayetên jinan ji holê rake berdan e û wiha dom kir: “A rastî bi dest jê berdana vê peymanê armanca wan malbata pîroz a ku kesên ‘baş’ dê bên gihandin e. Ev çend salên dawî jixwe bi ser vê yekê dixebitin. Anku dibêjin ‘malbata pîroz’ lê belê ‘malbata pîroz’ malbata ku desthilata wan pîroz dike ye.” 
 
JIYANA AZAD Û WEKHEV
 
Turkoglû diyar kir ku di krîzên zêde bûne de piştevaniya jinan di têkoşînê de xalekî girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vî aliyê xwe ve em rêxistinbûnê wek xweparastinê dibînin. Ji bo jiyanekî azad û wekhev rêxistinbûn bingehîn e. Di nava jiyanê de bi têkoşînekî rêxistinkirî dikare pêşî li êrişan were girtin, desthilat were guherandin; bi modela xwe ya jiyanê, em dikarin bi nirxên xwe ve li cem hev bisekinin. Nexwe di nav sînorê desthilat de jiyîn, heya îro mafê jiyanê neda tu jinan. Ewqas zêdebûna cînayetên jinan ji vê yekê pêk tê. Me çawa ku di nav siyaseta ‘baş’ a desthilatê de cih negirtibe, em ê li dijî polîtîkayên desthilatê, jiyana xwe ya azad û wekhev ava bikin. Em ê ji bo vê yekê jî bi hemû jinan re piştevaniyê pêk bînin.”
 
MA / Şîlan Çîl
 

Sernavên din

11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Têkildarî ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan daxuyanî tê dayîn
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man